• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi boneya Hefteya Mafê Mirovan meş hat li darxistin.

Amed / AW

10 KANÛN 2025 - 15:05
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Saziyên sivîl di çerçovya Hefteya Mafê Mirovan de meş li darxistin. Rêvebera ÎHDê Emîne Ozer Arslanê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Aştî pêk were dê ji bo Rojhilata Navîn bibe mînak. Armanc û xwesteka me pêkhatina aştiyê ye.”

Bi pêşengiya Baroya Amedê, Komeleya Hîqûqnasên Ji Bo Azadiyê(OHD), Odeya Bijîşkan a Amedê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Jinan ya Rozayê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ya şaxa Amedê (TÎHV) li Qada Şêx Seîd heya Deriyê Sarayê meşiyan. Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Dayîkên Aştiyê û gelek kes tev li meşê bûn. Pankarta “Aştî bi Mafê Mirovan Pêkan e” hate rakirin. Di meşê de girseyê dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Em Şer Naxwazin Em Aştiyê Dixwazin” berz kirin. Piştî meşê li Deriyê Sarayê daxuyanî hate dayîn. Daxuyaniya Çapemeniyê Serokê Şaxa ÎHDê Ercan Yilmaz bi Tirkî xwend. Pêşiya destpêkirina meşê me mikrofona xwe dirêjî endama Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Amedê Emîne Ozer Arslanê kir.

‘Aştî pêk were dê ji bo Rojhilata Navîn bibe mînak’

Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Amedê Emîne Ozer Arslan di derheqê meşê de ev tişt gotin: “ Wekî hûn dizanin 10ê Kanûnê heya 17ê mehê hefteya Mafê Mirovan e. Di vê hefteyê de gelek çalakî yên me yê çê bibin. Yek jî îro em meşê pêktînin. Hûn jî dizanin ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dewlet gavan navêje, meşa me ji bo vê yeke pêk tê. Yeke din jî hezaran girtiyên me di girtîgehan de ne. PKKê gelek gavên mezin avêtin ji bo pêvajoyê. Çek şewitandin, hêzên xwe ji aliyê Tirkiyê vekişandin, dewlet ruxmê van gavan, ji gotinan derbas nebûye. Li Tirkiye sedema qeyrana aboriyê ev şer e. Divê gelê Kurd xwe bi zimanê xwe îfade bike. Aştî pêk were dê ji bo Rojhilata Navîn bibe mînak. Armanc û xwesteka me pêk hatina aştiyê ye.”

‘Ji bo pêvajoyê çi destê me bê em ê bikin’

Serokê Şaxa ÎHDê Ercan Yilmaz diyarkir ku li ser navê 60 saziya diaxive. Ercan Yilmaz anî ziman ku di nav aştî û aramiyê de jiyîn mafê mirovan e. Ji bo ku mafê mirovan pêşve biçe divê aştî pêk were. Aştî bi mafê mirovan ve mimkûn e û Ercan Yilmaz berdewam axaftina xwe de ev tişt gotin: “ Herî dawiyê di Cotmeha sala 2024an de pêvajoyek hatiye destpê kirin. Çareseriya vê meseleyê di nav gel de bûye sedema kêfxweşî û kelecaniyê. Em jî ji bo vê yekê kêfxweş in, em li vir dibêjin ku ji bo pêvajoyê çi destê me bê em ê bikin, em ê piştgiriyê bidin pêvajoyê.”

Etîket: AmedHefteya Mafên Mirovanmes
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne