• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mitînga KESKê ya Wanê bi dawî bû: Wê têkoşîn bidome

Wan /AW

29 MIJDAR 2025 - 15:54
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan – KESKê bi şîara “em nikarin debara xwe bikin” mitîngeke herêmî li dar xist. Di mitîngê de girîngiya aştîyê hate destnîşankirin û Parlementer Berîtan Guneş Altin ev peyam da: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku em welatekî azad ji bo gelê xwe, ji bo jinan û ji bo karkeran biafirînin.”

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Kamûyê (KESK) li Wanê bi dirûşmeya “Em nikarin debara xwe bikin” li Parka Aştiyê ya Musa Anter mîtîngeke herêmî li dar xist. Girse, bi meşê derbasî qada mitîngê bû û di meşê de girseyê dirûşmeyên weke “Jin, jiyan, azadî”, “qeyûm dê biçin, em dê bimînin”, “bijî berxwedana kedkaran” û “qeyûm talan e berxwedan jiyan e” qîr kirin. Di mîtîngê de pankartên “Em nikarin debara xwe bikin, ji bo gel budçe welatekî demokratîk”, “Em budçeyeke kedparêz, gelparêz û aştîxwaz dixwazin” û “budçeyek li ser bingeha wekheviya zayendî, demokratîk û alîgirê aştiyê”hatin vekirin û dowizên “Rojîn Kabaîş” û “em aştiyê dixwazin, ne şer” hatin rakirin. Ji Colemêrg, Amed, Sêrt, Mêrdîn, Bedlîs, Agirî, Qers, Îdir, Dersîm û Şirnexê gelek kedkarên girêdayî KESKê bi cilên sendîkaya xwe beşdarî mîtîngê bûn. Her wiha saziyên demokratîk, Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, DÎSK Genel-Îş û gelek welatî jî tev li mitîngê bûn.

Mitîngê, ji bo cangoriyên demokrasiyê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Berdevkê Platforma Şaxan a KESKê ya Wanê Şemsettîn Bakir li ser navê Komîteya Amadekar axivî û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibatê de hatiye destpêkirin û girîngiya aştiyê ya li ser qada kedê destnîşan kir.

‘Birêz Ocalan perspektîfeke nû pêşkêş dike’

Piştre, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin axivî û destnîşan kir ku welat di nava qeyranên mezin re derbas dibe. Berîtan Guneş Altin da zanîn ku divê budçe ne ji bo şer, ji bo gel bê veqetandin û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek daye destpêkirin. Berîtan Guneş Altin anî ziman ku ev pêvajo ji bo jin, ciwan û tevahiya civakê hatiye destpêkirin û got: “Birêz Ocalan li dijî pergala ku keda ciwan û jinan îstîsmar dike, perspektîfeke nû pêşkêş kir. Her çend vê pêvajoyê ji bo hemû gelan hêvî anîbe jî, budçeya 2026an hêviyên gel şikandiye. Her çend di vê heyamê de divê ji bo jin, zarok û ciwanan budçeyek were amadekirin jî, em dibînin ku budçeya 2026an ne ji bo gel, lê ji bo şer û mîlîtarîzmê tê veqetandin. Budçeya ku ji bo mirinê hatiye veqetandin, divê ji bo ciwanan bê veqetandin.”

‘Divê me dengê karkeran bibihîzin’

Berîtan Guneş Altinê bi lêv kir ku civak ji her aliyê jiyanê ve ji zarokan bigire heta ciwanan û jinan di krîzê de ye û ev tişt anî ziman: “Divê em li dijî vê krîzê dengek yekgirtî bilind bikin. Em budçeyeke ji bo gel û welatekî demokratîk dixwazin. Em welatekî ku zarokên karker lê werin qirkirin naxwazin. Hikûmet dema amadekirina budçeyê dike bi gel, jin an jî ciwanan naşêwire. Ew tenê ji kapîtalîstan dipirse û budçeyê bi wan re amade dike. Ger em dixwazin welatekî demokratîk ava bikin, divê em dengê karker, jin û ciwanan bibihîzin. Hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re girîngiya diyalogê nîşan dide. Ez her kesê ku ji bo budceyeke wekhev li ber xwe dide silav dikim. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku em welatekî azad ji bo gelê xwe, ji bo jinan û ji bo karkeran biafirînin.”

‘Divê me vê tarîtiyê ji van axan derxînin’

Piştre, Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz axivî û ev tişt got: “Em budçeyek dixwazin ku aştî û demokrasiyê di nav de heye. Em bi çepik û tilîliyan budçeya ku ji bo dirêjkirina temenê desthilatdariya siyasî hatiye amadekirin, protesto dikin. Çavkanî mîna avê ber bi patronan û şer ve diherikin, lê ji me karker û jinan re tê gotin ku çavkanî tune ne. Çavkanî hene, lê cem van ar, şerm û wijdan nîne. Ji bo kesên ku gundên wan hatine valakirin, ji bo kesên ku îradeya wan ji hêla qeyûman ve hatiye desteserkirin, erka me ye ku em vê tarîtiyê ji van axan derxînin.”

Piştî axaftinan rapbêj Barody û komeke herêmî ya Wanê Koma Kûçeband derketin ser dikê û ji bo kedkaran stranên xwe gotin. Kedkaran li ber stranan govend gerandin.

Mitîng, piştî konser û govendê bi dawî bû.

 

Etîket: KESKMîtîng
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

16 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be û KESK: Têkoşîna li dijî tiryakêşiyê berpirsiyariya hevpar e

Platforma Şiyar Be û KESK: Têkoşîna li dijî tiryakêşiyê berpirsiyariya hevpar e

22 TÎRMEH 2026
Li Wanê qurbaniyên Pirsûsê hatin bîranîn

Li Wanê qurbaniyên Pirsûsê hatin bîranîn

20 TÎRMEH 2026
‎Çalakiya rûniştinê ya KESKê bi dawî bû

‎Çalakiya rûniştinê ya KESKê bi dawî bû

18 TÎRMEH 2026
Çalakiya KESKê ya li Enqereyê didome

Çalakiya KESKê ya li Enqereyê didome

18 TÎRMEH 2026
Çalakiya li ber avahiya KESKê didome

Çalakiya li ber avahiya KESKê didome

17 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne