• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tesîsa avê ya ku Çemê Dîcleyê qirêj dikir bi demkî hat girtin

Amed / AW

24 MIJDAR 2025 - 15:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Gerînendetiya Giştî ya AVKAMEDê piştî nûçeya ajansa me ket tevgerê û biryar girt ku Tesîsa Sefandina Ava Bikarhatî ya Biyolojîk a Pêşketî ku Çemê Dîcleyê qirêj dike, bi awayekî demkî bigire û li ser tesîsê dixebite.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (AVKAMED) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Tesîsa Sefandina Ava Bikarhatî ya Biyolojîk a Pêşketî ku xesarê dide Çemê Dîcleyê daxuyanî da. Daxuyaniyê li tesîsê pêk hat. Daxuyanî bi Kurmancî û Tirkî hat xwendin.

Ajansa me roja 21ê Mijdarê derxistibû holê ku ava qirêj ango berşoyî ji tesîsê diherike Çemê Dîcleyê. Ji ber vê ava nepaqij Dîcle jehrî û qirêjî dike. Li ser nûçeya me AVKAMED ket nav tevgerê.

Midûrê Yekîneya Kanalîzasyonê Abdullah Kayhan daxuyaniya Tirkî xwend û daxuyaniya bi Kurmancî jî Midûrê Şaxa AVKADEMê Şeref Kaplan xwend.

Ji bo çareseriya ava qirêj tesîs bi demkî hat girtin

Şeref Kaplan diyar kir ku hewldanên modernîzasyonê yên ku pergala pompakirinê ya Tesîsa Paqijkirina Ava Berşo ya Biyolojîk a Pêşketî tên kirin ji sala 2003yan ve hatiye xebitandin û got: “Ji ber ku pompeyên heyî kevn dibin, nikarin parastina ewlehiya pergalê ya domdar bikin. Ev jî girtina tesîsê ya demkî mecbûr dike. Tesîsa me dê di navbera 25ê Mijdarê û 15ê Kanûna Pêşîn a 2025an de ji bo operasyonên dermankirina demkî bê rawestandin. Ev biryar li ser bingeha prensîbên endezyariyê û hewcedariyên teknîkî hate girtin da ku pêşî li hilweşîna potansiyel a pergalê, rijandina bêkontrol û zirara jîngehê ya demdirêj bigire. Divê ev girtina demkurt wekî garantiya ewlehiya jîngehê ya demdirêj were hesibandin.”

Dê hewl bidin rê li ber qirêjkirina Çemê Dîcleyê bigirin

Şeref Kaplan anî ziman ku ew ê bi girtina demkî ya tesîsê tespîta paqijiya li ser Çemê Dîcleyê bikin û wiha got: “Di vê heyamê de rijandina hemî berşoyî ya nav Çemê Dîcleyê ji bo 15-20 rojan dikare qirêjiya berbiçav û stresa ekolojîk di çem de çêbike. Dê dezenfekte bê kirin. Ekosîstema çem dikare vî barî bi awayekî demkî tehemûl bike. Di vê çarçoveyê de dê xetereya rastî ya li ser çem derkeve holê. Armanca me ew e ku heta 15ê Kanûnê em tesîsa xwe bi pergalek pompkirinê ya nûjenkirî bi kapasîteya tevahî ji nû ve çalak bikin û tenê ava paqijkirî bi domdarî û bi ewlehî berdin Çemê Dîcleyê. Em ê derheqê vê pêvajoya ku me biryar li serê girtiye û encamên wê bi rêkûpêk bi raya giştî re parve bikin. Em ê li ser prensîbên şefaftiyê bixebitin û hewl bidin ku xetere çênebin.”

 

Nûçeya me ya derheqê tesîsê de wiha ye: https://ajansawelat1.com/ji-tesisa-avkamede-jehri-diherike-dicleye/

Etîket: AVKAMED
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

11 SIBAT 2026
AVKAMEDê sala borî 263 hezar metre xetên ava paqij û kanalîzasyonê çêkir

AVKAMEDê sala borî 263 hezar metre xetên ava paqij û kanalîzasyonê çêkir

5 SIBAT 2026
AVKAMED: Bihayê avê nehat zemkirin   

AVKAMED: Bihayê avê nehat zemkirin  

9 ÇILE 2026
Ji tesîsa AVKAMEDê jehr diherike Dîcleyê

Ji tesîsa AVKAMEDê jehr diherike Dîcleyê

21 MIJDAR 2025
AVKAMEDê ruknê Tesîsa Parzûna Ava Vexwarinê ya Asta Duyemîn danî

AVKAMEDê ruknê Tesîsa Parzûna Ava Vexwarinê ya Asta Duyemîn danî

3 MIJDAR 2025
AVKAMED: Ji deynên avê re derfeta 4 texsîtan, deynê xwe dereng nexînin

AVKAMED: Ji deynên avê re derfeta 4 texsîtan, deynê xwe dereng nexînin

7 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne