• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê em mafên zarokan biparêzin’

Omer Demîr / AW

20 MIJDAR 2025 - 08:45
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Endamên Tora Mafên Zarokan têkildarî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê diyar kir ku ji ber xebitandinê mafên zarokan tên binpêkirin û got: “Dewlet li şûna ku mafên zarokan biparêze lê piştgiriyê dide patronan.”

Di 20ê Mijdara 1989an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve “Peymana Derheqê Zarokan” hate ragihandin. Ji wê rojê ve li cîhanê “Roja Mafên Zarokan a Cîhanê” tê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê bi hezaran zarok dixebitin û her sal bi sedan zarok jiyana xwe ji dest didin. Li her qada jiyanê mafên zarokan tê binpêkirin. Endamên Tora Mafê Zarokan a Amedê Lokman Amac û Îrfan Ekincî têkildarî 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê axivîn.

‘Li Amedê zarokên karker zêde dibin’

Pisporê xizmeta civakî Lokman Amaç diyar kir ku li Tirkiyeyê bi milyonan zarokên karker hene û wiha axivî: “Li Amedê her ku diçe hejmara zarokên karker zêde dibin. Piştî şerê Sûrê, pandemî û erdheja 2023an gelek malbat xîzan bûn. Li Amedê zarok bi piranî xizmetên wekî garsoniyê li ber destan dikin. Ji %33 zarokên li Amedê dijîn wekî karkerên çandiniyê dixebitin. Zarok karên çandiniyê dikin dibistinê berdidin. Mirina zarokên karker herî zêde di sektora çandiniyê de pêk tê. Di qada çandiyê de ewlehî tune ye.”

‘Daraz mafê zarokan naparêze’

Lokman Amaç anî ziman ku dadgeh aliyê patronan digire û got: “Di dadgehan de mafê zarokan tune ye. Gelek zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest didin. Lê hejmaran wan kêm nîşan didin. Divê dewlet mafê zarokan biparêze. Lê em dibîn ku dewlet piştgirî dide patronan û mafê zarokan binpê dike. Desthilatdar dibêje tenê şikir bikin. Hewceye ku em bi xwe xwedî li mafê zarokan derkevin.”

‘Bi milyonan zarok li Tirkiyeyê dixebitin’

Pisporê xizmeta civakî Îrfan Ekincî jî destnîşan kir ku di îstatîskan de jî diyar e ku her sal hejmara zarokên karker zêde dibe û ev tişt anî ziman: “Li gorî îstatîska Rêxistina Hevkariya û Pêşxistina Aborî li Tirkiyeyê 6 milyon û 500 hezar zarok dibin rewşa xeterê de dijîn. Li gorî îstatîskên dawî li Tirkiyeyê bi milyonan zarokên karker hene. Di Navenda Perwerdehiyên Pişeyî de (MESEM) jî 500 hezar zarok bi destê Wezareta Perwerdehiyê tên xebitandin. Zarokên penaber jî di wan navenda de tên xebitandin. Gelek zarokên penaber  li wir jiyana xwe ji dest didin. Lê hejmara zarokên penaber ên jiyana xwe ji dest dane nayên aşkere kirin.”

‘Divê civak zarokan biparêze’

Îrfan Ekincî diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo qedexekirina karkeriya zarokan  pêyman hene û wiha got: “Netewên Yekbûyî gelek peyman amade kirine. Di xala 32yan a peymana Netewên Yekbûyî de tê gotin ku divê zarok werin parastin. Divê zarokên ku 15 salî tu karan de nexebitin, zarokên di navbera 15-18 salî jî divê karên giran de nexebitin. Tirkiyê jî di sala 1995an de ev pêyman îmze kiriye.  Lê ev biryar li Tirkiyeyê nayên bicihanîn. Berpirsiyar ne tenê dewlet e. Divê civak jî mafê zarokan biparêze.”

‘Pêwiste jiyana zarokan bê parastin’

Îrfan Ekincî bibîrxist ku pêwiste mafê zarokan di rojeva civakê de be û axafitina xwe wiha bi dawî kir: “Mafê jiyanê mafê sereke ye. Mirina zarokên karker nîşan dide ku mafê jiyanê ya zarokan tê binpêkirin. Divê di serî de mafê jiyanê ya zarokan were parastin. 20ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan ji aliyê dewletan ve divê esas were girtin û pêşiya karkeriya zarokan bê girtin. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî mijarek gelek girîng e. Li Tirkiyeyê zarokên Kurd nikarin bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibinîn. Zarokên ku nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin  ji dibistanan dûr dikevin û paşê tev li jiyana kar dibin.”

Etîket: 20ê Mijdarê Roja Mafên ZarokanÎrfan EkîncîLokman Amacmafê zarokanzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

9 ÎLON 2026
Ji saziyên zarokan xebatek giranbiha: Kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ derdikeve

Ji saziyên zarokan xebatek giranbiha: Kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ derdikeve

4 ÎLON 2026
Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

1 ÎLON 2026
Li Pakistanê şewata nexweşxaneyê: 14 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li Pakistanê şewata nexweşxaneyê: 14 zarokan jiyana xwe ji dest dan

26 TEBAX 2026
‘Li dijî tiryakê têkoşîneke kollektîf pêwîst e’

‘Li dijî tiryakê têkoşîneke kollektîf pêwîst e’

23 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne