• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Osman Baydemîr: Em carek din spasiya birêz Ocalan dikin

Navenda Nûçeyan / AW

19 MIJDAR 2025 - 12:04
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr di foruma li Dihokê de got: “Pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin dibe dibe encamên xebata yekîtiya gelê Kurd. Ev pêvajo wê aştî û aramiyê bîne Rojhilata Navîn.”

Parlamenterê HDPê û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Osman Baydemîr jî beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn a li Dihokê bû. Osman Baydemîr jî di forumê de axivî û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û yekîtiya gelê Kurd.

Dermanê êşa me yekîtî ye”

Osman Baydemîr di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan a ji bo aştiyê û got: “Em îro bi êşa xwe û dermanê êşa xwe jî dizanin. Dermanê êşa me tifaq û yekîtiya navxwe ye.”

‘Ew kefen çiriya’

Baydemîr peymana Sykes-Picotê ku Kurdistan parçe kiribû bi bîr xist û wiha got: “Peymana Sykes-Picotê weke kefenekî li bedena me hat pêçan lê bi saya şehîdên Kurdistanê ew kefen çiriya. Tifaq Kurd û Kurdistan wê bibe bingeha azadî û aştiyê. Ku aştî û aramî li Rojhilata Navîn pêk were, wê xelkê Tirkiyeyê, Îranê û Iraqê jî bi me re bigihîjin aştiyê û aramiyê. Xebata herî pîroz, xebata aştiyê ye.” Baydemîr da zanîn ku tifaqa Kurdistanê dê bibe bingeha aştiyê û wiha got: “Eger tifaqa Kurdan pêk were dê Tirkiye û Îran jî bigihîjin aramiyê.”

‘Pêvajo dê aştî û aramiyê bîne’

Baydemîr bal kişand ser xebatên yekîtiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û got: “Xebatên yekîtiya li Rojava jî encameke pêvajoya li Bakurê Kurdistanê ye. Ev pêvajo û xebatên yekîtiyê cihê şanazî û spasiyê ye. Ez carek din spasiyê xwe ji birêz Ocalan re dişînim ku ev bingeh û derfeta aştiyê ket rojeva Rojhilata Navîn.”

‘Modela herî nêzîk Hewlêr e’

Osman Baydemîr da zanîn ku ji bo çareseriyê, li cîhanê gelek modelên nenavendî hene û mirov dikare ji bo aştiyê sûdê ji wan wergire û got: “Ma ew der dûr in an Hewlêr dûr e? Ji bo aramî, aştî û ewlehiyê modela herî nêzîk a Hewlêrê ye. Ma Cenevre dûr e yan Hewlêr? Hewlêr nêzîktir e.”

‘Bila Hewlêr bibe pira navbera Qamişlo û Enqereyê’

Baydemîr di dawiya axaftina xwe de bangî rayedarên Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Tenê ricayeke min heye, tifaqa xwe ya neteweyî xurt bikin û hikûmetê rojekê berê rojekê ava bikin. Hêviya min ew e ku Hewlêr bibe Cenevreya Rojhilata Navîn û bila Hewlêr di navbera Qamişlo û Enqereyê de bibe pirek.”

Etîket: Abdullah OcalanForuma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata NavînOsman BaydemîrpêvajoRojavayekitiya Kurdan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne