• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kamaç: Hevdîtina komîsyonê ya bi birêz Ocalan re dê pêvajoyê li pêş bixe

Ugur Dînler - Omer Demîr / AW

18 MIJDAR 2025 - 08:19
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevberdevkê Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç diyar kir ku vekişandina gerîlayan a ji Zapê ji bo riskên şer ji holê rake pêk hat û got: “Divê dewlet li hemberî gavên PKKê gav biavêje. Heke komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bîne dê pêvajo li pêş bikeve.”

Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand ku di 16ê Mijdarê de hêzên gerîla yên li herêma Zapê ku rîska şer hebû, vekişiyane qadên guncavtir. Hevberdevbekê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç têkildarî vekişîna gerîlayan a ji Zapê û li ser pêvajoyê ji Ajansa Welat re axivî.

‘Vekişîna ji Zapê pêşiya provokasyonan digre’

Mehmet Kamaç da zanîn ku Tevgera Azadiya Kurdistanê her tim pêşî li provokasyonan girtiye û wiha axivî : “Îro hat ragihandin ku PKKê hêzên xwe ji herêma Zapê vekişandiye. Armanca vekişandina li Zapê ew e ku pêşiya provokasyonan were girtin e. Gavên ku hata niha PKKê avêtine gelek girîng in. Lê dewleta Tirkiyeyê heta îro tu gav neavêtiye. Ev sekna dewletê derfetan dide yên ku dixwazin pêşiya pêvajoyê bigrin. Lê dîsa jî îro me dît ku gavên PKK wan derfetan holê radike. Em dibînin ku ji bo aştiyê heta îro tenê PKKê yekalî gav avêtine. Ev gavên hatine avêtin nîşan dide ku Tevgera Azadiya Kurdistanê dilrast nêzî pêvajoyê dibe. Divê demildest dijî gavên PKKê desthilatdar û dewleta Tirkiyeyê jî gavan bavêje. Divê rêya siyaseta demokratîk were vekirin. Gelê Kurd jî li bendê ye ku komîsyon bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.”

‘Hevdîtin ji bo pêvajoyê gelek girîng e’

Mehmet Kamaç diyar kir ku Komîsyona Demokrasî Xwişk- Biratî û Hevgirtina Millî dê bicivê û divê biryara çûyîna Îmraliyê were dayîn û wiha pê de çû: “Heta niha komîsyonê gelek hevdîtin pêk anîn ji bo aştî û civaka demokratîk. Birêz Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de aktorê herî sereke ye. Divê komisyon bê metirsî biryara hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re bigre û hêvdîtinê pêk bîne. Em bawerin ku dê ev biryar were girtin û komîsyon dê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Ev hevdîtin ji bo pêşxistina pêvajoyê gelek girîng e.”

‘Bi gotinan aştî pêk nayê’

Mehmet Kamaç destnîşan kir ku aliyek gav davêje lê aliyê din jî qels tevdigere û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke gav neyên avêtin bi gotinan aştî pêk nayê. Gelê Kurd biguman nêzî pêvajoyê dibe ji ber ku di pêvajoyên berê de fêrî tecrubeyan bû. Daxwazên gelê Kurd hene. Ev daxwaz jî nasîna nasname, ziman, çand û dîroka gelê Kurd e. Daxwaza herî mezin jî rastkirina rewşa birêz Abdullah Ocalan û azadiya wî ye. Divê ev daxwaz were cîh, ji bo ku birêz Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de rol û mîsyona xwe serkeftî pêk bîne.”

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştî û Civaka DemokratîkHevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaçkomîsyonpêvajopkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne