• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn

Amed / AW

28 KANÛN 2024 - 13:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Amed – Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDa Amedê di hefteya 829emîn de li aqûbeta Mehmet Ozdemîr hat pirsîn. Di çalakiyê de hat xwestin ku faîlên Mehmet Ozdemîr û Komkujiya Roboskî werin darizandin.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 829emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Malbatên windayan û rêveberên ÎHDê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Pankarta wêneyên winda li ser li erdê hat raxistin.

Vê hefteyê serpêhatiya windakirina Mehmet Ozdemîr 26ê Kanûna 1997an de li gundê Haragê yê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve hat xwendin û li aqûbeta wî hat pirsîn. Hat zanîn ku ji roja Mehmet Ozdemîr hatiye windakirin ve tu agahî jê nehatiye girtin. Tevî hemû hewldanên malbatê jî tu encam bi dest nexistine.

Xwest faîlên Roboskî werin darizandin

Destpêkê Sekreterê ÎHDa Amedê Omer Saman axivî û got ku 829 hefte ne ji bo winda bên dîtin têkoşîna edaletê didomînin. Omer Saman bi bîr xist ku îro salvegera 13emîn a Komkujiya Roboskî ye, ew carek din komkujiyê şermezar dikin û ew qurbaniyan bi bîr tînin. Omer Saman diyar kir ku ew dixwazin demildest faîlên komkujiyê werin darizandin û edalet ji bo malbatên Roboskî pêk were.

‘Zilm qet neguherî’

Piştre keça winda Mehmet Ozdemîr, Seyhan Ozdemîr axivî û wiha got: “Di serî de ewqas sal in; di her şert û mercî de kesên ku windahiyên xwe digerin bi taybetî Dayîkên Şemiyê silav dikim.

Welatekî bi fikirin, hemwelatiyên xwe bê huqûq binçav dike bi hovane dikuje û ji holê radike. Kesên ku windahiyên xwe û li pey wê heqîqetê dikeve li meydanan bi zilm li wan tê kirin û tên binçavkirin û diavêjin zindanan. Êş dibe duqatî. Em yên ku li vê meydanê bav, bira, xuşk, zarokên xwe winda kirin e; Kesên li vê meydanê li windahiyên xwe digerin guherîn. Lê du tişt neguherîn zilma ku dewletê kiriye û dike neguheriye a din windahiyên me hîn jî li holê tune ne.

Bavê min, yanî Mehmet Ozdemir jî yek ji wan kesên ku hatiye revandin û di binçavan de hatiye kuştin e. Ne bavê min hate dîtin ne jî kujerên bavê min. Belê bila baş bê zanîn ku hewldan û têkoşîna me ya Dayîkên Şemiyê wê her berdewam bike.”

Piştre endamê Komîsyona Windayan a ÎHDa Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Mehmet Ozdemîr xwend.

Bi du daxuyaniyê re ji bo bîranîna Mehmet Ozdemîr û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

 

Etîket: Komkujiya RoboskîOzdemîrParka KoşuyoluXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

19 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne