• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa YRJê dest pê kir: Dê meclîsek bê hilbijartin

Navenda Nûçeyan / AW

8 MIJDAR 2025 - 11:46
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Konferansa 4emîn a Yekitiya Ragihandina Jin bi beşdariya 150 delegeyan dest pê kir. Di konferansê de dê rewşa rêxistinî û rêzikname bên nîqaşkirin û meclîs bê hilbijartin.

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) konferansa xwe ya 4emîn, bi dirûşma “Bi mezinkirina YRJê em ê nibin dengê şoreşa jinê” li dar dixe. Konferans li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin.

Di hola konferansê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn. Her wiha ekranek li pişt dîwanê hat danîn û wêneyên şehîdên ragihandinê û pêşengên têkoşîna jinan; Gurbetellî Ersoz, Sakîne Cansiz, Denîz Firat, Cîhan Bîlgîn, Axîn Amûdê, Eylûl Nûrhilat, Arîn Cûdî, Agirî Yilmaz, Nûjiyan Erhan, Gulistan Tara, Dilovan Gever, Hêro Bahadîn, Şîlan Botan, Şîlan Ezgî, Rosîda Mardîn, Rohenda Xemgîn, Şevîn Bîngol, Roza Rênas Amed, Şîlan Baqî, Sarya Onur, Şaristan Asmîn, Dilîşan Îbîş, Koçerîn Rojîn, Avrîn Mahsûm tên nîqaşdan.

Peyama Abdullah Ocalan a “Erka me tevan e ku em bîranîna Gurbetelliyê zindî bihêlin, raman û têkoşîna wê ji nifşên sibrojê re veguhêzin. Îro ez careke din wê bi rêz, bêrîkirin û hestret bi bîr tîmim. Ronahiya wê rêya çapemeniya azad ronî dike” ku di 8’ê Cotmehê de ji Xelatên Gurbetellî Ersoz re şandibû, hat danîn.

Li gel 150 delegeyan, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, nivîskarên jin, nûnerên Kongra Star, nûnerên dezgehên jinan ên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), TEV-DEMê beşdarî konferansê bûne.

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û piştre berdevka YRJê Arîn Siwêd axaftina vekirinê kir û bixêrhatina beşdaran kir.

‘Em bi keda cnagoriyên xwe gihîştin van rojan’

Arîn Siwêd cangoriyên têkoşîna azadiyê û rojnamevanên şehîd bi bîr anîn û got: “Diviyabû du salan carekê konferans bihata çêkirin, lê ji ber rewşa herêmê û şerê li Sûriyeyê me nekarî çêkin. Îro li herêmê û Sûriyeyê qirkirinek heye, bi taybet li dijî nasnameya jinan. Ji ber wê jî girîngiya avabûna YRJê careke din xwe îspat dike. Ji ber wê jî me rêxistineke wiha ava kir. Îro êrişên li ser jinên Elewî û Durzî me wek YRJ bi wêrekî nîşan dan. Îro nasnameya me ne tenê rojnamegerî ye, nasnameya me jin e. Îro pêvajoya aştiyê jî jin dikarin pêşengiya wê bikin û bibin dengê wê. Ez dixwazim şehîdên me yên jin bi bîr bînim. Ji ber ku em bi keda wan gihaştine van rojan. YRJê bi 50 jinên rojnamevan dest pê kir, îro ji 500 endaman zêdetir hene. Em her ku diçin mezin dibin, em ê li ser soza xwe ya Jin, Jiyan, Azadî bimînin.”

Piştî axaftina vekirinê ji bo rêvebirina konferansê dîwanek ji 5 kesan hat hilbijartin.

Dê li ser xebatên YRJê sînevîzyon bê pêşandan, li ser navê Rêveberiya Xweser û Kongra Star axaftin bê kirin, rapora xebatên 4 salan bê xwendin, rewşa rêxistinî û rêzikname bên nîqaşkirin, meclîs bê hilbijartin û bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

Ragihandina Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 28ê Hezîrana 2020an de bi beşdariya 86 delegeyan konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist û avakirina YRJê ragihand. Niha 557 rojnamegerên jin endamên YRJê ne. Li gorî rêziknameya YRJê her du salan carekê konferans pêk tê, lê ji ber rewşa ewlehî û êrişên li ser herêmê ev 4 sal e konferans pêk nehatiye.

 

Etîket: YRJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

YRJê êrişa li dijî rojnamegeran şermezar kir

YRJê êrişa li dijî rojnamegeran şermezar kir

2 NÎSAN 2026
YRJê bang kir: Xwedî li dengê jinan derkevin

YRJê bang kir: Xwedî li dengê jinan derkevin

1 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne