• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dengê balafirên şer xelkê Amedê bêzar dike: Bila êdî balafirên şer nefirin

Omer Demîr / AW

8 MIJDAR 2025 - 10:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Xelkê Amedê diyar kir ku di pêvajoyek wiha girîng de her kêlî rabûn û dengê balafirên şer nayê qebûlkirin û gotin: “Divê rabûna balafirên şer bê rawestandin.”

Di 27e Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û Li Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajo hate destpêkirin. Paşê PKKê kongreya xwe ya 12mîn di 5-7e Gulanê de pêk anî û PKK di 12ê Gulanê de ragihand ku xwefesix kiriye.

Her wiha PKKê di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya li Silêmaniyê bi pêşengtiya Hevseroka KCKê Besê Hozat, 30 gerîlayan bi navê “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” merasîma îmhakirina çekan li dar xist. Herî dawî di 26ê Cotmehê de dîsa komeke gerîla li Qendîlê daxuyanî da û ragihandin ku wan hêzên xwe ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vekişandiye. Tevî van gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKKê jî lê heta niha ji aliyê dewleta Tirk ve hê tu gavên berbiçav nehatiye avêtin.

Balafirên şer derûniya mirovan xera kirin e

Her çiqas pêvajo tê birêvebirin û gavavêtinên gerilayan jî lê her roj her kêlî balafirên şer ji Balafirgeha Leşkerî ya Amedê dirabin. Balafir li ser hev radibin, li ber dengê balafiran xanî û avahî dihejin. Guhên mirovan kerr dikin. Sohbeta mirovan dabeş û xera dikin. Bi taybetî jî li ser rêgeha ku balafirên şer radibin ev dengê bilind ên balafiran bandorek neyînî li ser derûniya mirovan dike. Xelkê Amedê ji ber rabûn û dengê balafiran bêzar bûye. Hemwelatiyan Amedê li dijî rabûn û dengê balafiran bi hêrs û gazin in.

‘Bila êdî balafirên şer nefirin’

Rahîme Bîlen anî ziman ku gelê Kurd aştiyê dixwaze û got: “Bila aştî were vî welatî. Êdî bes e bila şer bê rawestandin. Balafirên şer bila êdî nefirin. Divê şerên li tevahî cîhanê werin rawestandin.”

‘Divê zîhniyeta şer bi dawî bibe’

Welatiyê bi navê Ferhat Arslan destnîşan kir ku divê polîtîkayên desthilatê bê guherandin û wiha axivî: “Heke politîkayên deshilatê bê guherandin gelê Kurd jî dê bigihîje mafên xwe. Desthilata Tirkiyeyê 100 sal in li ser gelê Kurd polîtîkayên şer dimeşîne. Divê ev polîtîka werin bidawîkirin. Heke zîhniyeta şer neqede, balafirên şer her roj ji bo bomberanê bifirin, gelo wê çaresrî pêk were? Divê rabûna balafirên şer bê rawestandin. Dewlet ji aliyekî behsa aştiyê dike lê aliyekî din jî balafirên şer radike. Girtiyên siyasî hê jî di girtîgehan de ne, wisa pêvajo nameşe.”

‘Dewlet dilrast nêzî pêvajoyê nabe’

Mehmet Yildirim jî diyar kir ku gelê Kurd herdem daxwaza aştiyê kiriye û ev tişt anî ziman: “Em naxwazin şer çêbibe. Şer tiştekî nexweş e. Dewlet dilrast nêzî pêvajoyê nabe. Her roj balafirên şer radikin û êriş dikin, ev jî sekna dewletê nîşan dide.”

‘Aştî û rabûna balafirên şer bi hev re nabe’

Halîm Kaya jî destnîşan kir ku ew dixwazin aştî çêbe û got: “Gelê Kurd dixwaze şer bê rawestandin. Îro tevahî girtî bêsuc di girtîgehan de ne. Em dixwazin dewlet gav biavêje. Her roj balafirên şer radikin, aştî û êrişên balafirên şer bi hev re nabe. Divê rabûna balafirên şer bê rawestandin.”

‘Divê êdî balafirên şer ranebin’

Abdulkadir Topal jî bi lev kir ku aştî tiştekî xweş e û wiha got: “Em tevahî yek in, em hêvîdar in ku dê aştî pêk were û tevahî gel bigihîjê mafên xwe. Rabûna balafirên şer tiştekî nexweş e, tiştê xweş aştiye. Divê êdî balafirên şer ranebin.”

‘Gotina aştiyê heye lê her roj balafir dirabin’

Fîkret Çapan diyar kir ku gelê Kurd bi salan e îşkence dîtiye û got: “Divê devlet pêvajoya aştiyê li ser demokrasiyê bimeşîne. Em aştî û jiyanek komunal dixwazin. Lê dewlet zimanê me qedexe dike. Gotina aştiyê heye lê her roj balafirên şer radibin. Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye.”

Etîket: aştîbalafirên şerpêvajoşer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nîşandana firîna balafirên şer aramiya gel xira kir

Nîşandana firîna balafirên şer aramiya gel xira kir

3 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Hûsî: Me balafireke şer a Erebistana Siûdî anî xwarê

Hûsî: Me balafireke şer a Erebistana Siûdî anî xwarê

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne