• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Cezayê 7 rojnamegeran hat pejirandin: Dixwazin darbeyê li atmosfera aştiyê bixin

Navenda Nûçeyan / AW

1 MIJDAR 2025 - 11:13
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Dadgeha Îstînafê ya Enqereyê, di dosyeya ku 11 rojnameger jê dihatin darizandin de cezayê 6 sal û 3 meh ên ji bo 7 rojnamegeran erê kir. DFGê têkildarî vê yekê daxuyanî da û diyar kir ku pejirandina cezayan hem êrişa li ser azadiya çapemeniyê ye û hem jî darbeyeke li atmosfera demokratîkbûyînê ya ku li Tirkiyeyê di rojevê de ye.

22yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edlî ya Herêmê ya Enqereyê (Dadgeha Îstînafê) biryarên ceza û beraetkirina 11 rojnamegerên ku di operasyona 25ê Cotmeha 2022yan de hatibûn binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistina” bi biryara 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 3yê Tîrmeha 2024an de hatibûn cezakirin, nirxand.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA); Daîreya Cezayê ya 22yemîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Enqereyê di 23yê Îlonê de ji ber kêmbûna belgeyan dosye li Dadgeha Îstînafê vegerand. Dosyeyên kêm careke din ji Dadgeha Îstînafê re hatin şandin.

Daîreyê 6 sal û 3 meh cezayê hepsê ku li Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Deger, Şefê Buroya MAyê ya Enqereyê Selman Guzelyuz, nûçegihanên MAyê Emrûllah Acar û Zemo Aggoz Yîgîtsoy û rojnameger Hakan Yalçin û Denîz Nazlim birîbû erê kir. Herwiha daîreyê biryara beraatê ya nûçegihana berê ya JINNEWSê Habîbe Eren, nûçegihana MAyê Ceylan Şahînli û stajyerê berê yê MAyê Mehmet Gunhan jî erê kir. Biryara derheqê nûçegihana MAyê Bêrîvan Altanê hat betalkirin.

Di biryarê de, hat diyarkirin ku delîlên di dosyayê de hevdû temam dikin, raya wijdanî ya di pêvajoya dozgeriyê de hatî çêkirin li ser bingeha zabitnameyên danişînê û çavdêriyê ye, hat îdiakirin ku delîl ji aliyê qanûnî ve derbasdar û guncav in, parastin ne pêbawer hatine dîtin û ew li gorî pêkhatin û wesfê sûc hatine pejirandin û bicîh anîn.

‘Di nirxandina delîlan de xeletiyeke aşkere tune ye’

Dadgehê nûçe, weşan, materyalên dîjîtal û nameyên ku li ser rojnamevanan hatine pêşkêşkirin ne wekî tiştên şexsî, lê wekî “zincîrek delîlan a yekparçe” nirxand. Ji ber vê yekê, dadgehê îdia kir ku qebûlkirina her hêmanek wekî “delîlên girêdanek organîk bi rêxistinê re” ji aliyê qanûnî ve têrker e. Herwiha di biryarê de destnîşan kir ku dadgeha herêmî bi nîqaşkirina têkiliya di navbera “şahidiyên şahidan, analîzên materyalên dîjîtal û naveroka weşanan” de gihîştiye encamê û di vî warî de, di nirxandina delîlan de “xeletiyeke aşkere” tune ye.

Dadgehê hemû hêman wek hincet hesiband û biryar da ku “di biryardayînê de xeletî tune” û serlêdanên ji bo Îstînafê ji aliyê esasê ve red kir. Herwiha dadgehê, biryara beraetê ya ji bo Habîbe Eren, Ceylan Şahînlî, Mehmet Gunhan jî erê kir.

Dadgehê, destnîşan kir ku li ser UYAPê dozek li dijî Bêrîvan Altan li Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Mersînê bi heman îdiayê heye û berdewam dike, biryara cezayê Altan betal kir û ji ber wekhevbûna her du dosyayan, biryar da ku “delîl divê bi tevahî werin nirxandin.” Ji bo ji nû ve dosya bê nirxandin dosya ji 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re hat şandin. Dadgehê biryar da ku tedbîrên kontrola edlî, bi awayê qedexeya derketina derve li ser rojnamevanên ku cezayên wan hatine erêkirin û ji bo Bêrîvan Altan berdewam bike.

‘Dadgehê bi pejirandina van cezayan rê li ber bêhiqûqiyê vekir’

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) jî têkildarî erêkirina cezayê rojnamegeran daxuyaniyeke nivîskî parve kir. DFGê diyar kir ku pejirandina cezayan a ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve xelekeke êrişên ku di demên dawî de li dijî azadiya çapemeniyê zêdebûne û wiha got: “4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bêyî ku delîlek hebe tenê ji ber xebatên rojnamegeriyê bi awayekî bêhiqûqî li hempîşeyên me ceza birî. 22yemîn Daîreya Cezayê jî bi pejirandina van cezayan rê li ber vê bêhiqûqiyê vekir.”

‘Em ê tevî cezayan jî rojnamegeriyê bikin’

DFGê destnîşan kir ku pejirandina cezayan hem êrîşa li ser azadiya çapemeniyê ye û hem jî darbeyeke li atmosfera demokratîkbûyînê ya ku li Tirkiyeyê di rojevê de ye û wiha domand: “Ev biryara ku berovajiyê ruhê pêvajoyê ye, divê ji aliyê hikûmeta AKPê ve bê ravekirin.

Hempîşeyên me yên ku cezayên wan hatine pejirandin, tevî hemû zextan jî rojnamegeriya xwe didomînin. Ev yek jî ji feraseta ku ceza li hempîşeyên me birîye re bûye derdekî mezin. Em van cezayên bêhiqûqî qebûl nakin, em ê têkoşîna hiqûqî ya hempîşeyên xwe veguhêzin dadgeha jortir. Em ê tevî cezayan jî nivîsîna heqîqetan bidomînin.”

Etîket: cezaDFGRojnameger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026
Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

12 TEBAX 2026
MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

8 TEBAX 2026
DFGê Yahya Orhan, Ferhat Tepe û Çetîn Abayay bi bîr anî

DFGê Yahya Orhan, Ferhat Tepe û Çetîn Abayay bi bîr anî

28 TÎRMEH 2026
Zeynal Ençku yê destdirêjî jinekê kiribû 2 sal û 6 meh ceza lê birîn

Zeynal Ençku yê destdirêjî jinekê kiribû 2 sal û 6 meh ceza lê birîn

16 TÎRMEH 2026
Hinceta cezayê Ayşe Gokkan hate aşkerekirin

Hinceta cezayê Ayşe Gokkan hate aşkerekirin

13 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne