• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encama pêşbirka Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz eşkere bû

Amed / AW

6 COTMEH 2025 - 09:29
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ve tê organîzekirin, hatin eşkerekirin. Ji bo xelatdayînê dê di 8ê Cotmehê de merasîmek were lidarxistin.

Pêşbirk an go xelatdayîna nûçeyên jinan a li ser navê Gurbetellî Ersoz tê lidarxistin li cîhanê yekem e. Ji bo jin di qada çapemenî-weşanê de gotinên xwe hîn zêde bikin, ji bo bêtir hebûna xwe nîşan bidin ev merasîm girîng e û gaveke dîrokî ye. Hebûna beşa nûçeyên Kurdî, hîn watedar e. Her serlêdanên ji bo beşa nûçeyên Kurdî pir bi nirx e. Di heman demê de naveroka van nûçeyana li ser têkoşîn, zehmetî û êşên jin û zarokan bû. Her nûçe bi awayekî cuda bi nirx bûn. Ji bo nivîsandina nûçeyan a bi zimanê dayikê girîng bûn.

Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) tê organîzekirin, hate eşkerekirin. Xelat dê bi merasîmekê di 8ê Cotmehê de saet di 19:00an de li Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç) werin dayîn.

Xelatkirina nûçeya Kurdî

Di nava serlêdanên hatin kirin de nûçeya bi sernavê “Kiryarê ku destdirêjî li 12 zarokan kir, tiryakê ji ku peyda dike?” ya Rojda Aydin û Dîlan Babat ji aliyê juriyên Nûçeyên Kurdî; Semîha Alankûş, Hatice Kamer û Hesna Muhammed ve, hêjayî xelata yekemîn hat dîtin. Rojda Aydin û Dîlan Babat di vê nûçeyê de bal birine ser têkoşîna jinekê, dayikekê ya derxistina holê ya destdirêjiya li hemberî zarokan.

Nûçe ev e: https://jinnews.net/kr/search/content/view/259503?page=2&key=58d556f3fb8cc74a0da3c4e5fa539289?page=1&key=58d556f3fb8cc74a0da3c4e5fa539289

Xelata beşa Tirkî

Di beşa Nûçeyên Tirkî de, ji aliyê endamên lijneya juriyê Gultan Kişanak, Tugçe Tatarî, Pinar Ogunç û Pinar Ûral ve nûçeya, Zeynep Dûrgût a ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya bi navê “Li Şirnexê şerê kaybet: “Çeteyek Fihûşê’ ya ku Çawişên Pispor jî di nav de ne” hêjayî xelata yekem hat dîtin. Juriyê diyar kir, “Zeynep Dûrgût ji ber nûçeyên xwe yên bi bandor, eşkerekirina polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan û lêgerîna xwe ya bênavber a nûçeyan a tevî gefan, hêjayî xelata yekem hatiye dîtin.”

Xekata Taybet a Juriya du rojnamegeran wergirt

Di beşa Nûçeyên Tirkî de, juriyê “Xelata Taybet a Juriyê” da nûçeyên du jinên rojnamevanên. Endamên juriyê diyar kirin, “Yeşim Orûç ji bo dosyaya nûçeya xwe ya bi navê “Rastiyên ku nayên dîtin, bersûcên nayên dîtin” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin. Yeşîm Orûç di vê dosyaya xwe ya nûçeyan de lêkolîna ka çima kuştinên jinan nayên astengkirin kiribû û ev yek kiribû rojeva raya giştî. Necla Demîr Arvas ji bo nûçeya xwe ya bi navê “Rojnamevanek girtî ruhê 8’ê Adarê rave dike” Xelata Taybet a Juriyê wergirt. Endamên juriyê diyar kirin,”Necla Demîr Arvas di vê nûçeya xwe de nîşan da ku jin di her şert û mercî de bi coş têkoşîna xwe didomînin û her wiha bi vê nûçeyê bal kişand ser rastiya rojnamevanên girtî.”

Derya Ren di beşa nûçeyên bi dîmen de xelat wergirt

Di beşa nûçeyên video-bi dîmen de, ku rojnamevan Nezahat Dogan, Halime Parlak û Heval Arslan wekî endamên juriyê kar dikirin, Derya Ren a ji JINNEWSê bi nûçeya xwe ya bi navê “Şîdeta dewletê ya bi dîmen a li Silopyayê” xelata yekem wergirt. Juriyê ev nirxandin li ser xelatê kir: “Nûçe şîdeta dewletê li Silopyayê bi rêya demean belge dike. Dîmen şîdeta bêhevseng, tevî kaşkirin û lêdanên cendermeyan radixîne pêş çavan. Dayikên Aştiyê dema ku nobeta ‘Ji şer re na, niha aştî’ dest pê kiribûn û xwestibûn pankartê vekin bi tundiyê rû bi rû mabûn. Derya Ren, bê ku kameraya xwe bigire, di bin şert û mercên dijwar û dorpêçkirinê de, erkên xwe yên rojnamegeriyê pêk anî da ku rastiyê bi her hûrguliyê wê ve ji raya giştî re ragihîne. Di dema êrîşê de, tevî Derya Ren rojnameger û siyasetmedar bi tevahî 22 kes hatin binçavkirin. Em hevkara xwe ya nûçegihana JINNEWSê Derya Ren pîroz dikin da ku bi tomarkirina dîmenê şîdetê ev bûyer di hafizayan de hişt.

Di beşa wêneyan de Fatoş Sarikaya xelat wergirt

Wêneyê bi navê “Hafizaya bêdawî” yê Fatoş Sarikaya ya ji Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) ji aliyê endamên lijneya juriyê Laura Domenech, Nişmiye Guler, Reyhan Hacioglu û Bêrîtan Canozer ve hêjayî xelatê hat dîtin. Juriyê ji bo wêneyê ku xelata yekem girt ev şîrove kir:”Wekî Juriya Wêneyan a yekem Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gûrbetellî Ersoz, em dixwazin ji hemî rojnamevanên ku beşdar bûn spas bikin. Em fêm dikin ku wêneyek dikare nivîsek berfireh di nava uwe de vehewîne û ew hem ji hêla teknîkî û hem jî ji hêla peyamê ve girîng e. Bi vê yekê, me hemî wêneyên hatibûn şandin, hem ji hêla teknîkî ve û hem jî ji hêla peyama wan ve, nîqaş kirin û bi yekdengî me xelata yekemîn da wêneyê bi navê “Bîra bêdawî” yê Fatoş Sarikaya.Wêne nîşan dide ku yek ji dosyayên herî êşdar ên vî welatî Komkujiya Sêwasê çawa ketiye ber demboriyê. Divê di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî tune be. Bi vê wateyê ve girêdayî divê peywira rojnamegerekê ne tenê kişandina bûyerekê be di heman dem de nîşeyekê di dîrokê de bihêle û hafizayekê ava bike.”

Xelata Taybet a Juriyê ya Beşa Wêneyan Sonay Odungît wergirt

Xelata Taybet a Juriyê ya Beşa Wêneyan bi wêneyê “Li taxan bi milyonan Aric” Sonay Odungirt, girt. Juriyê ev xelat ji bo teşwîqê da û ev nirxandin kir:”Wekî Juriya Wêneyan, em guncav dibînin ku Xelata Taybet a Juriyê bidin wêneyê hevala me ya rojnamevan a ciwan Sonay Odungit ê bi navê ‘Li taxan bi milyonan Aric’. Her çend dibe ku pirsgirêkên teknîkî di wêneyê de hebin jî, çîroka li pişt wê pir bandorker bû. Bi vê xelatê, em dixwazin wê teşwîq bikin ku hîn bêtir pêşde biçe. Em bawer dikin ku ev xelat dê di rêwîtiya wê de gaveke girîng a ber bi çav ve be.”

MKGê Dayikên Aştiyê xelat kir

Em wekî MKGê Dayikên Aştiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê tevî hemû zextan qet navber nedane têkoşîna xwe hêjayî Xelata Rûmetê ya Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz, dibînin û têkoşîna wan silav dikin.

Etîket: Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

1emîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike

Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Gurbetellî Ersoz dest pê kir

17 HEZÎRAN 2025
1emîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike

1emîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike

14 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne