• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Êrişên ser Kurdî bingeha xwe ji Destûra Bingehîn digirin’

Mahmût Altintaş / AW

1 COTMEH 2025 - 09:54
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Enqere – Mamosteyê zimanê Kurdî parêzer Dogan Şenses diyar kir ku êrişên dawî yên li dijî zimanê Kurdî bingeha xwe ji Destûra Bingehîn a li ser înkara gelan ava bûye digre û got: “Heke Destûra Bingehîn bê rastkirin dê pirsgirêk çareser bibe.”

Tevî ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê komîsyonek hatiyê avakirin jî êrişên li ser zimanê Kurdî berdewam dikin. Di nava vê hefteyê de êrişên ku li dijî zimanê Kurdî pêkhatin di rojeve de ne. Êrişên di demên dawî yên li ser zimanê Kurdî bi tîma futbolê ya Amedsporê ve dest pê kir. Amedsporê di meha Îlonê de bi marqaya marketa “Tezgel Komê” vê hevpeymana sponsoriyê îmza kiribû û TFF jî ew yek pejirandibû. Lê tevî vê jî di 21ê Îlonê de di maça Amedspor û Sakaryasporê de TFFê bi hinceta li ser nivîsa Kurdî heye, xwest Amedspor formaya xwe biguherînê. Lê Amedsporê ew yek qebûl nêkir. TFF ev yek kir hincet û 110 hezar cezayê pere li Amedsporê birî. Hê nîqaşên vê yekê di rojeve de bûn vê carê jî dibîstana taybet TED Koleja Amedê di 26ê Îlonê de fermana “Li her derê dê zimanê Tirkî were axaftin” li zarokên Kurd da xwendin û vîdeoya vê jî li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirin. Li ser vê yekê saziyên ziman û gelê Kurd êrişên li ser ziman şermezar kirin û hêj jî nîqaşên li ser êrişên li dijî zimanê Kurdî didomin.

Parêzer Dogan Şenses ku li Komeleya Ziman, Çand û Hunerê (ANKA-DER) mamostetiya zimanê Kurdî dike, tekildarî êrişên li ser zimanê Kurdî, anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê mafê ziman be naskirin û Destûra Bingehîn ku dibe sedema êrişên li dijî zimanên cûda, bê guherandin.

 

‘Êrişên li ser ziman dijbertiya pêvajoyê ye’

Dogan Şenses bi lêv kir ku di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de êrişên li ser ziman dijbertiya pêvajoyê ye û ev tişt gotin: ” Êrişên li ser zimanê Kurdî ne nû ne. Dewleta Tirkiyeyê ku li ser pergala netew dewlet ava bûye, ji xwe re di destpêke de ji holê rakirina nasnameyên cûda kir armanc. Ji ber polîtikayên tunehesibanê, bi sed sal in, li ser zimanê Kurdî êriş hene. Lê Kurdan li dijî van polîtikayên bişaftinê li ber xwe dan û bi têkoşîna xwe hebûna xwe mîsoger kirin. Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de êrişên dawî, ji ber zimanê Kurdî cezadayina Amed Sporê û bûyera Amedê tê wê wateyê ku daxwazên Kurdan ên ziman û nasnameyê qebûl nakin. Em dibêjin em ê bi ziman, çand û nasnameya xwe xwe bi rêxistin bikin lê belê ew bi van êrişan bersiva daxwazên me didin. Bi van êrişan pêvajoyê nas nakin. Anku pêvajo bixwe pirsgirêka ziman e. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Kurdî ye. Lê di çareseriya vê pirsgirêke de êrişên bi vî rengî jî dijbertiya pêvajoyê ye. Jixwe dema nehiştin Dayikên Aştiyê di Komîsyona Meclise de bi Kurdî biaxivin, nêzikatiya xwe ya li dijî zimanê Kurdî nîşan da. Di êrişên dawî de jî cesaretê ji wir digrin. Di pêvajoyê de mijarên diyarker yak jê rewşa birêz Abdullah Ocalan e ya din jî ziman e. Heke di van herdu mijaran de gav neyê avêtin ev tê wê wateyê ku di çareseriya vê pirsgirêkê de ji dil nîn in.”

‘Makezagona ziman tunedihesibînê divê bê guherandin’

Dogan Şenses diyar kir ku bi vêbûna Meclisa Mezin re ji bo çareseriya zimanê Kurdî divê qanûn bên amade kirin û axaftina xwe wiha domand: “Komîsyona Meclise ava bûye, niha saziyan guhdar dike. Lê di serî de divê guh bidana saziyên ziman. Lê ew nekirin. Me jî weke saziya ziman raporek amade kiriye. Em ê  vê rapore jî heke bang li me bikin, pêşkeşî Komîsyonê bikin lê heke bang nêkin jî em ê wek rapor pêşkeşî Meclise bikin. Em ê têkoşîna xwe bi her awayî bidin meşandin. Divê di serdama nû ya amadekirina qanûnan Meclise de teqez xalên ku zimanê Kurdî û zimanên din ên tune hatine hesibandin ji Destûra Bingehîn bên derxistin. Destûra Bingehîn li ser Tirkîtiyê ava bûye. Heke mafê hemû gelan bê mîsogerkirin û ziman bên naskirin jixwe pirsgirêk ji holê radibin. Êrişên dawî jî jixwe bingeha xwe ji vê makezagonê digrin. Heke makezagon biguherê pêşiya êrişan jî wê bê girtin. Ji bo perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê jî divê qanûn bên amadekirin. Heke Destûra Bingehîn a tunehesibandina gelan dike bê sererastkirin, pirsgirêk wê çareser bibin. Lê heke makezagon neguherê û tunehesibandina zimanê Kurdî û gelên cûda berdewam bike jixwe pirsgirêk çareser nabe.”

Xebatên ji bo naskirina mafê zimanê Kurdî

Di berdewama axaftina xwe de Dogan Şenses li ser rol û rista saziyên ziman a di pêvajoyê de diyar kir ku wan weke saziyên ziman ji bo naskirina mafê zimanê Kurdî, plansaziya çalakiyan kirine û wiha pê dê çû: “Hefteya borî me bi Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partî û hemû saziyên ziman civînek pêk anî. Di wê civînê de me raporek jî amade kir. Ji bo mafê zimanê Kurdî bê naskirin divê çi be kirin, hewce li çi heye me weke rapor amade kiriye û em ê pêşkeşî komîsyonê bikin. Ji aliyê din vê jî ji bo naskirina mafê zimanê Kurdî me plansaziya çalakiyan jî kiriyê li gor wê em ê çalakiyan jî di demên pêşiya me de li dar bixin. Lê divê di serî de em xwe bi rêxistin bikin. Divê em bi xwe alternatîfan ava bikin. Yanî em bixwe akademiyan ava bikin. Ne tenê bi kursên ziman, ji aliyê wêje, dîrok û berfirehtir dersan bidin. Yanî li bende nesekinin ku dewlet ji aliyê perwerdehiyê ve gav baveje. Em bixwe jî ava bikin.”

‘Divê li hemû qadên jiyanê xebat bi Kurdî bên kirin’

Di dawiya axaftina xwe de jî Dogan Şenses destnîşan kir ku divê hemû partî û saziyên Kurd bi awayekî hestiyar nêzî mijara ziman bibin û ev bang kir: “Divê hemû partî û saziyên Kurdan polîtikayeke xwe ya ziman hebe. Bi awayekî xurt xwedî li ziman derbikevin. Li her qadê jiyanê xebatên xwe bi Kurdî bikin. Li her derê Kurdî biaxivin. Yanî divê xema wek ‘em Tirkî biaxivin bila me fehm bikin’ nebe. Em bi zimanê xwe biaxivin. Divê em civînên xwe jî bi Kurdî pêk bînin. Heke em hestiyar nêz nebin, gel jî hestiyar nêz nabe. Em bi awayekî hestiyar nêz bibin, bala gel jî dikişînê û xwedî derketina ziman belav dibe. Bi vî awayî em dikarin pêşiya polîtikayên bişaftinê yên li dijî Kurdî bigirin. Hemû gel jî divê di mala xwe de heta bazaran bi Kurdî biaxive. Heke em bixwe xwedî dernekevin, em nikarin dewletê re jî bêjin em statuya zimanê Kurdî dixwazin. Bê wate dibe. Yanî dema te bixwe daxuyaniyên xwe bi Kurdî neda, tu bixwe bi Kurdî neaxivî dewlet jixwe mafê te nas nake.  Çima statuya ziman qebûl bike? Helbet hestiyariyek heye lê divê ew hestiyarbûn behtir xurt bibe. Paradîgmaya Netewa Demokratîk jî em parastina wê dikin, di serî de dibêje bibe xwe. Heke em nebin xwe, em nikarin bibin gerdûn jî.”

Etîket: ANKA-DERÊrişên ser KurdîMamoste û Parêzer Dogan Şenses
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

8 HEZÎRAN 2026
Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

7 HEZÎRAN 2026
Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

5 HEZÎRAN 2026
Li Enqereyê Komuna Ziman a Ciwanan hate vekirin

Li Enqereyê Komuna Ziman a Ciwanan hate vekirin

16 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne