• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Halîde Turkoglu: Em meşa azadkirina birêz Ocalan didin destpêkirin

Amed / AW

27 ÎLON 2025 - 12:53
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkogluyê banga beşdariya meşa TJAyê ya ji Amedê ber bi Enqereyê ve destpê dike kir û got: “Meşa me ji bo azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan û pêkanîna mafê hêviyê ye.”

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkogluyê bi boneya Salvegera kuştina Rojîn Kabaîşê, tundiya li ser jinan tê meşandin, girtiyên siyasî, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û meşa kû bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) 1ê Cotmehê li amedê dest pê bike heya Enqereyê dewam bike li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî da çapmeniyê.

Halîde Turkogluyê destpêkê Rojîn Kabaîş a ku di 27ê Îlona 2024an de li Wanê winda bibû û 18 roj şûn de cenazeyê wê hatibû dîtin bibîranî û got: “Ev salek li ser kuştina Rojînê re derbas bû lê dozgeriyê biryara veşartina dosyayê daye û naxwaze rastî derkeve holê. Em li vir bang dikin ruxmê di otopsiyê de DNAya du mêran li ser laşê Rojînê hatiye tespîtkirin jî hûn çima vê aşkere nakin. Ev mînakpn DNAyê aydî kê ne hûn çima aşkere nakin.”

‘Em van polîtikayan qebûl nakin’

Halîde Turkogluyê li dijî kuştin û tundiya li ser jinan got: “ Em ê li hember van polîtîjayên hişmendiya mêrperest û desthilatdar her tim têbikoşin û axaftina xwe wiha domand: “Kuştina jinan bi polîtîkatên dewletê yên bêceza hîştinê her roj zêde dibin. Dewlet dixwaze bi van polîtîkayan kuştina jinan rewa bike, em vê qebûl nakin. Li hember van polîtîkayan em ê her tim li berxwe bidin. Îro jî em ê li Amedê, li Wanê li dijî van polîtîkayan li qadan bin, bimeşin, bertekên xwe nîşan bidin.”

‘Em her tim li gel Endamên Çapemeniya Azad in’

Halîte Turkogluyê bal kişand zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad û wiha got: “Dîsa desthilatdarî kedkarên Çapemeniya Azad ên jin tehdît dike. Herî dawiyê muhabîra JinNewsê Şehrîban Aslan ji ber nûçeyên xwe yên ku hişmendiya desthilatdariyê deşîfre kir li ser medyaya dîjîtal hate tehdîtkirin. Em wek meclisa jinan a DEM Partiyê her tim li gel endamên Çapemeniya Azad in.” Halîde Tirkogluyê behsa xebatên komîsyona ku di bin banê Meclîsê de hatiye avakirin de jî axivî û got: “Yuksel Genç jî di civîna jomîsyonê de axivî. Piştî axaftina Yuksel Gençê Turhan Çomezê ÎYÎ Partîyî li ser medyaya dîjîtal êrişî Yuksel Gençê kir. Em li vir vê hişmendiya dij çareseriyê û di înkar û îmhayê de israr dile şermezar dikin, em li dijî vê hişmebdoyê ne, em li gel Yuksel Gencê ne.”

Banga beşdariya ‘Meşa Azadiyê’

Halîde Turkogluyê derheqê meşa ku dê di 1ê Cotmehê de li Amedê heta Enqereyê bi pêşengiya TJAyê pêk bînin de jî axivî û got: “Em meşeke bi şiyara ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’ didin destpêkirin. Em vê meşe ji bo azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan û mafê hêviyê pêk tînin. Ev meş dengê jinan e, denge gele Kurd e û denge tevahî Tirkiyeyê ye. Gere Enqere, Meclîs, komîsyon êdî vê pirsgirêkê çareser bike, ji ber vê em dixwazin heta Enqereyê bimeşin. Ev meş di heman demê de ji bo jinan, ji bo aştiyê piştgirî ye. Ne tene jinên Kurd, lig elek bajarên Tirkiyeyê, jinên enternasyonalîst jî din av de nêzî 250 jinan dê tev li meşê bibin.”

Etîket: Abdullah OcalanAzadiHalîde TurkogluJinMeclisa Jinan a DEM PartiyêmesRojîn Kabaîş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî buyerên tacîzê meşiyan

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî buyerên tacîzê meşiyan

19 MIJDAR 2026
Otomatik taslak

‘Jin azadiya xwe bi felsefeya Jin Jiyan azadiyê ve girê didin’

18 MIJDAR 2026
Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

18 MIJDAR 2026
Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

14 MIJDAR 2026
Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

13 MIJDAR 2026
Çîgdem Dogû: Derenghiştina pêvajoyê bi xwe re metirsiyên mezin tîne

Çîgdem Dogû: Derenghiştina pêvajoyê bi xwe re metirsiyên mezin tîne

10 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne