• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DFGê rapora meha Tebaxê eşkere kir

Amed / AW

1 ÎLON 2025 - 12:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DFGê rapora meha Tebaxê ya binpêkirina mafên rojnamegeran û astengiyên li ser çapemeniyê belav kir. DFGê got ku di meha Tebaxê de jî gelek mafên rojnamegeran hatine astengkirin û binpêkirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha Tebaxê ya binpêkirina mafên rojnamegeran û astengiyên li ser çapemeniyê parve kir.

Rapora DFGê bi rengî ye:

“Me mehek ku derheqê rojnamegeran de lêpirsîn hatin destpêkirin, şopandina nûçeyan hatin astengkirin û astengkirina xwegihandina nûçeyan li pey xwe hişt. Meha Tebaxê tevî ku meha betlaneya edlî bû jî derheqê rojnamegeran de lêpirsîn hatin destpêkirin û derheqê gelek nûçeyan de biryara astengkirina xwegihandina gelek weşanan hate dayîn.

Li dijî avahiya rojnameyê êrişa çekdarî

Binpêkirinên di meha Tebaxê de derketine pêş ev in: 2 rojnameger bi êrişan re rû bi rû man. Kesekî li dijî Ofîsa Rojnameya Evrenselê ya Îzmîrê êrişa çekdarî pêk anî. Em vê êrişê wek bûyerek bi tena serê xwe (munferît) nabînin. Divê piştperdeya êrişê were ronîkirin.

Di meha Tebaxê de şopandina nûçeyan a 2 rojnamegeran hate astengkirin û gef li 2 rojnamegeran hate xwarin.

Lêpirsîn û doz

Di meha Tebaxê de derheqê 4 rojnamegerên ku balê kişandin ser talana ekolojiyê û bûyerên tacîzê kirin nûçe lêpirsîn hate destpêkirin. Di vê mehê de danişîna doza 7 rojnamegeran hate lidarxistin.

Di meha Tebaxê de yek ji mijarên ku derketin pêş jî astengkirina xwegihandinê bû.

Astengkirina xwegihandinê

Saziya Agahiyên Teknolojiyê û Ragihandinê (BTK) di meha Tebaxê de hesabên Instagramê ya Ajansa Welat û Rojnameya Xwebûnê ku xwerû bi Kurdî weşanê dikin, hesabê Instagramê yê rojnameya Yenî Yaşamê û KAOS GLê asteng kir. Her wiha saziya navborî hesabên Xê yê Ajansa Nûçeyan a Firatê û Ajansa Nûçeyan a Etkînê jî jixwegihandinê re asteng kir.

Di vê meha bihûrî de xwegihandina malpera Rojnameya Yeni Demokrasiyê jî hate astengkirin. Di meha Tebaxê de 32 malperên enternetê, URLyên 7 nûçeyan û 43 heabên medya dîjîtal hatin astengkirin.

RTUKê cezayê reşkirina ekranê ya 5 rojan li televîzyona TELE1ê birî û 5 caran jî cezayê sekinandina bernameyê birî.

Di van rojên ku em Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz dikin de bênavber û bêserûber êrişên li dijî rojnamegeran û binpêkirinên li dijî rojnamegeriyê didomin. Em bi vê wesîleyê carek din Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz dikin û em daxwaz dikin ku roja aştiyê li hemû cîhanê bibe wesîleya wekheviya gelan ku bi hev re bijîn. Di vê çarçoveyê de em rojnameger meşa aştî û azadiyê wek peywîrekê dibînin û em banga mezinkirina vê meşê dikin.”

Etîket: DFGrapora binpêkirina mafên rojnamegeran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DFGê Generalên Biçûk ên Apê Mûsa bi bîr anî

DFGê Generalên Biçûk ên Apê Mûsa bi bîr anî

20 MIJDAR 2026
Ji bo rojnamegerên jin ên Kurd projeya mafparêzî û belgekirinê dest pê dike

Ji bo rojnamegerên jin ên Kurd projeya mafparêzî û belgekirinê dest pê dike

5 MIJDAR 2026
DFG: Di Cotmehê de 20 rojnameger hatin binçavkirin û 6 rojnameger hatin girtin

DFG: Di Cotmehê de 20 rojnameger hatin binçavkirin û 6 rojnameger hatin girtin

3 MIJDAR 2026
Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

29 COTMEH 2026
Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

25 COTMEH 2026
Hesabê Xê yê Yenî Yaşamê carek din hate astengkirin

Hesabê Xê yê Yenî Yaşamê carek din hate astengkirin

21 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne