• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hunermendên Kurd: Êdî dem dema avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e

Omer Tur / AW

31 TÎRMEH 2025 - 08:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Navenda Nûçeyan – Hunermendên Kurd Xelîl Xemgîn û Amele bal kişandin ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û diyar kirin ku heke ne ji Abdullah Ocalan bûya dê kesî nekariba vî barî hilbigirta û gotin: “Êdî dem dema avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e.”

Hunermendên wekî Xelîl Xemgîn, Amele, Comerd, Sosin, Xemgîn Bîrhat jî di nav de nêzî 60 hunermend tevlî civîna ku li Navenda Çandê ya Mala Kurda ya li bajarê Kolnê Almanyayê pêk hat, bûn. Hunermendan di civînê de gotûbêj û nîqaş li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, kirin.

Ji hunermendan Xelîl Xemgîn û şanoger Amele ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Hemû nifşên civakê piştgiriyê didin projeyê’

Hunermend Xelîl Xemgîn da zanîn ku gelê Kurd her daîm bi Abdullah Ocalan bawer e û anî ziman ku gel li her derî û bi hemû nifşên xwe piştgiriyê dide Abdullah Ocalan û projeya wî.

Xelîl Xemgîn diyar kir ku dema manîfestoya Abdullah Ocalan hat eşkerekirin di nava civakê de rewşên hestiyar derketin pêş û got ku lê niha her ku diçe gelê Kurd bêtir ji banga Ocalan fêm dike.

‘Divê gelê me ji bo avakirina Aştî û Civaka Demokratîk bi rola xwe rabe’

Xelîl Xemgîn di dawiya axaftina xwe de diyar ku şer bi du alî pêk hat û got: “Em dixwazin dewlet jî di vê warê de gav biavêje da ku ev proje biçe seri. Heta niha pêkanînên dewletê zêde baweriyê nade. Lê gelê Kurd nikare bikeve nava bendewariyan. Divê gelê Kurd bê xebat û tevger nemîne. Divê gelê me ji bo projeya ‘Înşaya Aştî û Civaka Demokratîk’ bi serkeve rol û rista xwe rabe.”

‘Piştî gelek komkujiyan êdî dem dema aştiyê ye’

Hunermend Amele jî êş û janên ku di dema şer de qewimîn bi bîr xist û anî ziman ku piştî ewqas komkujiyan êdî dem dema aştiyê ye.

Hunermend Amele bal kişand ser gava ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avêtiye û got: “Ev gava ku serokatî avêtiye di nava gelê Kurd û tevahî gelê cîhanê de deng veda. Êdî ev agirê ku gelek mirovan dişewitîne ji pêşiya gelê Kurd derket û kete pêşiya dewleta Tirk. Divê dewleta Tirk êdî gav biavêje. Êdî tu alternatîf nîn e ku dewleta Tirk gav neavêje.”

‘Serokê me av ek li vî agirî kir

Hunermend Amele di dawiya axaftina xwe de got ku ger ne ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûya kesî nikaribû gavek wisa mezin biavêta û wiha got: “Divê êdî li Rojhilata Navîn hemû gel û kêmnetew di nava aramî û aştiyê de bijîn û bigihêjin mafên xwe. Ne ji Serokatî ba kesî nikaribû vê gavê biavêta. Serokê me avek li vî agirî kir. Divê êdî hemû kes bi devê çîvikê be jî divê avê bîne û li vî agirî bike.”

 

Etîket: Abdullah OcalanAmeleBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkhunermendpêvajoXelîl Xemgîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

1 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
MYKa DEM Partiyê dê sibe bicive

MYKa DEM Partiyê têkildarî pêvajoyê civiya

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (33)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne