• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Perspektifa Îmraliyê ji bo her kesî çareserî ye

Lezgîn Akdenîz / AW

22 TÎRMEH 2025 - 09:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Amed– Serokê berê yê Rêxistina AKPê ya Amedê Muhammed Akar destnîşan kir ku di perspektifa Îmralî yê de ji bo hemû pirsqêrêkên rojhilata navin çareseriyek heye û divê Tirkiye, Sûriye, Irak û Îran modela Rojava esas bigrin.

Muhammed Akar serokê berê yê rêxistina AKPê ya Amedê ji Ajansa Welat re derheqê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî. Muhammed Akar diyarkir ku pêvajoya xwefesixkirin û çekşewitandina PKKê ne tenê li Tirkiyeyê, di heman demê de li hemû welatên herêmê, bi baldarî hat şopandin û got: “Mayîndebûna pêvajoyê bi gavên ku di pêşerojê de werin avêtin ve girêdayî ye. Kurdan perspektîfeke nû, perspektîfeke rasyonel û aqilane pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Kurd dixwazin sîstemeke demokratik bê avakirin û ew jî di nav vê sîstema demokratik de cihê xwe bigrin. Îradeya Kurdan îradeya çareseriyê ye. Ev îrade di PKKê de jî heye, di Îmraliyê de jî, di siyaseta Kurdan de jî heye. Îro lazim e di parlementoyê de reform werin kirin.”

Pêvajoya Çareseriyê ya 2013–2015an, hêviyên mezin çêkiribû li ba gelên Tirkîyê, lê belê piştî hilbijartinên 7 hezîranê AKPê ev pêvajo li holê rakir. Muhammed Akar, têkçûna pêvajoya 2013-15yan bi Ergenekon û Cemeeta Fethullah ve girê dide. Her wiha Muhammed Akar, di pêvajoya nû de rol û rista Abdulah Ocalan girîng dibîne û ji ber vêya hêviyên wî xurt in.

“Navê Kurd divê di makezagonê de be”

Muhammed Akar da zanîn ku îro herkes Kurdan nas dike lê pêwîst e Kurd di qanûn û makezagonê de jî bên naskirin û wiha pêde çû: “ Lazim e li Tirkiyeyê makezagoneke sivîl, demokratîk, pirrengî were amadekirin û Kurd jî di vê makezagonê de bi çanda xwe, zimanê xwe, bi nasnameya xwe cih bigrin. Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Lazim e dewlet êdî li Kurdan netirse, di rastiyê de dewlet û siyasetmedaran ev tirs xiste dile gelê Tirkiyeyê. A niha jî her roj îftirayan li Kurdan dikin. Kurdan her wekî ku di bin emrê Îsraîl, Amerîka û NATOyê de ne nîşandidin. Tiştekî wisa tuneye, Kurd di bin emrê kesî de nîn in. Kurd bi hezar salan e niştecihên Kurdistanê ne. Aşıqê azadiya xwe ne. Serî ji tu kesî re danexistin e”

“Ji bo mirovahiyê şoreşek e”

Muhammed Akar diyarkir ku îro çareseriyeke demokratik pêk were dê ji bo Rojhilata Navîn jî bibe modelekî, ji bo ve jî perspektîfa Îmraliyê girîng ê û wiha berdewamkir: “Di perspektîfa Îmraliyê de dijminatî tune, şer tune. Çi heye; di pergaleke demokratik û ekolojik de bi hev re jiyîn heye. Ev perspektîf pir mihîm e. Ji bo mirovahiyê şoreşek e. Ev jî encama keda kurdan e. Vê kada Kurdan aştî ji bo vê erdnîgariyê zarûrî kiriye.”

“Modela Rojava ji bo Tirkiyeyê firsend e”

Muhammed Akar bilêv kir ku gelê Kurd gelekî rewşen e, qedîm e, perspektîfa wan perspektîfeke demokratik e û got: “Li Şamê perspektîfeke demokratik tuneye. Li ser mezhebî an jî olî tevdigerin. Lê li rojavayê Kurdistanê pergaleke demokratik ava bûye. Li wê derê her gel, her bawerî, her mezheb, her çîn; jin û mêr bi hev re, wekhev dijîn. Ev jî modelek e, gere Tirkiye qîmeta vê modelê bizanibe. Ev firsendek e ji bo Tirkiyeyê.”

Etîket: AkarMuhammed AkarPKKê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne