• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Zarokên wan çek şewitandin ew jî aştiyê dixwazin

Nedim Oruç / AW

13 TÎRMEH 2025 - 08:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Malbatên endamên PKKê yên di merasîma 11ê Tîrmehê de cih girtîn axaftin û gotin PKKê gava xwe avêt êdî divê dewlet jî gav biavêje.

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk ku 27ê sibatê kiribû PKKê bi kongreya xwe ya 12mîn biryara feskirina partiya xwe da. Her wiha bi banga Ocalan a 19ê hezîranê ku bi dîmen kirîbû û di 9ê Tîrmehê de hat parvekirin, PKKê di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya li Silêmaniya bi tevlîbûna 30 gerîlayan bi navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk merasîma çek îmhakirinê pêk anî. Piştî merasîmê agahiyên gerîlayên tev li çek îmhakirinê bûne hatin weşandin û hate hînbûn ku ji wan gerîlayan Şerîfe Tekîn (Diljîn Rûken) û Îzzettîn Ersoy (Kendal Egîd) ji Gundê Hespist ê navçeya Hezex a Şirnexê ne. Dayîk û bavên gerîlayên PKKê Tekîn û Ersoy ji ajansa me re axaftin.

Divê tenê ne em gav biavêjin

Dayîka Îzzettîn Ersoy, Şerîfe Ersoy diyar kir dema wan dîmen temaşe kirin, gelekî hestiyar bû û got: “Me bi çavê xwe dît çekên xwe şewitandin. Piştre çûne cihê xwe. Gere êdî dewlet jî destê xwe biavêje vê meseleyê. Ne em tenê gav biavêjin. Bila êdî tu kes neyê kuştin û em bibin xwîşk û birayên hev.”

Bav Hasan Ersoy jî bi lêv kir ku ger dewleta Tirk ber bi aştiyê ve gav neavêje ew ê zerarê bibîne û got: “Dewleta Tirk were rayê jêre karekî gelek baş e. Ev yek ê gelek fêde bide dewletê jî. Ger neyê rayê dê di Rojhilata Navîn de têk biçe.”

PKKê destê aştiyê dirêjî dewletê kir

Hasan Ersoy da zanîn ku gelê Kurd xwedî li gotinên Abdullah Ocalan derdikeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Banga Ocalan kirî gaveke wisa ye ku hew çêdibe. Gelê Kurd jî qenç e û dibêje lihevtina me ya bi dewletê re li ser Îmraliyê ye û bi Serok e. Gel dibêje bê Serok jiyan nabe û bê Serok aştî jî nabe. PKKê bi vê gavê destê xwe yê aştiyê dirêjî dewletê kir. Êdî divê ew jî destê xwe dirêjî PKKê bikin.”

Bila dewlet vê gavê boşê bernede

Bavê Şerîfe Tekîn, Mehmet Tekîn jî anî ziman ku merasîma PKKê pêk anî ji aliyê herkesî ve erênî hate dîtin û wiha axivî; “Li gor me temaşe kirî û dinya dibêje, gaveke zaf spehî bû. Divê dewlet jî vê gavê boşê bernede. ji kuştinê kes xelas nabe û ji kuştinê kes serfiraz nabe. Xweşî gelekî xweş e. silha xweş, xweş e.”

Bila Erdogan û Serok aştiyê pêk bînin

Bav Mehmet Tekîn di berdewama axaftina xwe de got ku divê êdî dewlet kurdan nas bike û pirsgirêkên wan çareser bike.

Dayîka Şerîfe Tekîn, Hediye Tekîn jî diyar kir ku wê jî merasîma PKKê temaşe kiriye û wiha axivî; “Divê êdî dewlet jî aştiyek xweş pêk bîne. Bila Erdogan û Serok aştiyek baş pêk bînin.”

Etîket: Hasan ErsoyMehmet TekînŞerîfe Ersoy
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne