• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘PKK dê li Rojhilata Navîn bibe mînaka çareseriyê’

Navenda Nûçeyan / AW

8 TÎRMEH 2025 - 11:26
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rojnameger Mahîr Uzmez anî ziman ku merasima çekşewitandinê ya PKKê dê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bibe mînak û got: “Li başûr kelecanek mezin heye. Baweriya gel bi Rêbr Apo tê.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Xwest PKK xwe fesix bike û çekan berde. Li ser vê bangê PKKê 12emîn kongreya xwe pêk anî biryara çekberdanê da. Tê payin ku di rojên pêş de komek gerîlla bi merasimekê li başûrê Kurdistanê çekan bişewitîne. Piştî niqaşên ku dê komek gerîlla çekan bişewitîne, gelek rojnameger çûn başûrê Kurdistanê. Dê gelek şande û rojnameger û siyasetmedar jî di van rojan de biçin Silêmaniyê. Niha eleqeyek mezin ji bo şopandina merasimê heye.

‘Banga Abdullah Ocalan kelecanek ava kiriye’

Rojnameger Mahîr Uzmez jî ku ji bo şopandina merasimê hatiye Silêmaniyê der barê hewaya li wir û nêzîkatiya gel a li hemberî pêvajoyê nirxandin kir. Mahîr Uzmez diyar kir ku li ser banga Abdullah Ocalan biryara çekberdanê hat dayîn û got: “Me agahî girt ku dê di rojên pêş de komek çekan bişewitîne. Komeke gerîlla dê li bajarekî başûrê Kurdistanê bi merasimekê çekan bişewitîne. Em li ser vê agahiyê hatin başûr. Heta niha bûyerek bi vî rengî çênebûye. Em jî li bendê ne. Tê payin ku piştî Rêber Apo bang bike û li ser vê yekê merasim bê çêkirin. Dema em li derûniya başûrê Kurdistanê dinerin, em dibînin ku kelecanek heye. Ji ber ku ev bang ji aliyê Rêber Apo ve pêk hatiye vê yekê kelecan ava kiriye. Gelê Başûr ji Rêber Apo bawer dike. Li aliyê din gumanên gel ji dewletê hene. Dibejin dema gerîlla çekan berde, dê çiqas bên parastin? Ji ber minakên berê jî hene. Çend kom ji bo aştiyê ji başûr û ewropa hatin Tirkiyeye. Lê hemû hatin girtin. Ji ber vê yekê dixwazin ewlehiya wan bê parastin. Divê li Tirkiyeyê zagon bên guhertin û piştre kom derbasî Tirkiyeyê bibin.”
Mahîr Uzmez, da zanîn ku gel baweriyê ji dewletê nîne û got: “Bi taybetî welatiyên Silemaniyê baweriya xwe ji dewletê nîne. Leşkerên tirk ên li herêmê wekî dagirger pênase dikin. Lê dema banga Rêber Apo hebe kelecanekê û baweriyekê bi xwe re tîne.”

‘Dê bajarê Silemaniyê wekî bajarê aştiyê bê nasîn’

Mahûr Uzmez li ser nêzîkatiya partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê jî rawestiya û wiha got: “Hemû partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê gotin em piştgiriyê didin pêvajoyê û gavên aştiyê. Lê hinek nakokî di nava siyaseta başûr de hene. Merasima çekberdanê dê li herêma kesk ango herêma YNKê pêk bê. Ev moral û şerefe dide YNKê. Dê navê Silêmaniyê bi aştiyê bê pênasekirin. Lê PDKê jî dixwest ev merasima çekberdanê li herêma wan bê çêkirin. Lê gerîlla ev qebûl nekirin. Ji berk u li wir êrîş hene û ewlehî tune ye.

‘Eleqe pir zêde ye’

Mahîr Uzmez li ser eleqeya li hemberî merasima çekberdanê jî rawestiya û ev agahî dan: “Bi taybetî ji welatên Ewropa gelek serlêdan hatine kirin. Dê şandeyek mezin ku ji dostên kurdan pêk tê bên vir. Dîsa ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tê gotin ku 200 kesan serlêdn kirine. Di nava wan de 50-60 rojnameger û parazvanên mafên mirovan ji bo merasimê bişopînin serlêdan kirine. Niha jî gelek rojnamevan hatine Silêmaniyê û dixwazin li vir nûçeyan bişopînin û atmosfera vir parve bikin. Gelek nûçegîhanên girêdayî AKPê me li van kolanan dîtîn. Bi taybetî CNN Turk û hwd. Ji xeynî wê gelek siyasetmedar jî hêdî hêdî tên û herikîna wan didome.

Mahîr Uzmez li ser bandora merasimê ya yekîtiyê jî rawestiya û wiha axivî: “Heta niha bi taybetî partiyên li başûr ji Tirkiyeyê ditirsiya ku gavên ji bo yekîtiyê bavêje. Eger PKK dest ji çekan berde, dê tu amûran di destê partiyên din û Tirkiyeyê de nehêle û dê bêtir pêşiya yekîtiya gelê kurd veke.
Mahîr Uzmez, li ser bandora wê ya cîhanê jî rawestiya û wiha got: “Dema Rêber Apo di 27ê Sibatê de bang kir, PKKê yekser bersîv da. Gotin em Rêber Apo wekî sermuzekerevan dibînin. Ew li ser maçê çi bi axive em heta dawî li pey wî ne. Tevahiya Tevgera Azadiyê bangên Rêber Apo ji bo xwe ferman dibîne û esas digire.”

‘Dê li Rojhilata Navîn bibe mînak’

Mahir Uzmez herî dawî got: “PKK dê ji bo hemû Rojhilata Navîn bibe mînak. Di vê pêvajoya ku li Rojhilata Navîn şer zêde ye, PKK li dijî şer aştiyê esas digire û çekan berdide. Dibe ku ji niha û şûnde hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi çekberdanê û aştiyê çareser bibe. Ev jî dê ji bo hemû Rojhilata Navîn bibe mînak. Dê bandorek gelek lezin li ser gelê herêmê û welatên herêmê çêke.”

Etîket: Mahîr Uzmez
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne