• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Rêwiyê aştiyê: Orhan Dogan

Nedim Oruç / AW

29 HEZÎRAN 2025 - 09:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Orhan Dogan, jiyanek kurt û berxwedêr jiya. Jiyanek kurdewarî, jiyanek ji bo pêkanîna aştiyê û mafên mirovan.

Orhan Dogan mirov dikare bi gelek navan pênase bike. Kesayetek kurdperwer, siyasetmedar, dadzan, parêzvanê mafê mirovan û ya herî girîng rêwiyê aştiyê bû. Emrê wî têrê nekir lê şagirtên wî li ser rêya wî dimeşin û aştiyê pêk tînin.

Ew 25ê Tîrmeha 1955an li gundê Xelîla yê Kerborana Mêrdînê ji dayik bû, di malbateke karmend de mezin bû. Ji ber karê bavê xwe, xwendina xwe li gelek bajarên cuda temam kir û di sala 1974an de dest bi xwendina Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê kir. Piştî qedandina xwendinê, bû parêzer û bi taybetî parêzvaniya çalakvanên Kurd ên di rewşên dijwar de.

Ji bo aştiyê berê xwe da Enqere

Orhan Dogan ji bilî parêzvaniyê di sala 1989an de dest bi xebatên vekirina şaxa ÎHDê ya Cizîrê kir û sala 1991an bû serokê Şaxa ÎHDê ya Şirnexê. Piştî xebatên Komeleya Mafên Mirovan dest bi xebatên siyasete kir û di damezirîna Partiya Kedê ya Gel (HEP) de cih girt. Di sala 1991an de ji HEPê bû parlementerê Şirnexê û ji bo mafên gelê kurd û aştiyê berê xwe da Meclîsa Enqereyê.

Di zindanê de jî dev ji têkoşîna xwe berneda

Her çiqas Orhan Dogan û hevalên xwe yên weke Ehmed Turk, Leyla Zana, Hatîp Dîcle û Selîm Sadak ji bo aştiyê berê xwe dabin Enqere jî dewletê rêya aştiyê li pêşiya wan girt û di sala 1994an de bi zorî ji meclîsê derxistin û ew xistin zîndanê. Li gel ku ku di zindanê de bû jî dev ji têkoşîna xwe berneda. Di zindanê de gelek gotar derbarê pirsgirêka Kurd û derbariyê aştiyek rûmet de nivîsîn û ev nivîs li gelek kovar û rojnameyan hatin weşandin, her wiha ji aliyê malbata wî ev gotarên wî di pirtûkekê de hatin komkirin û weke jiyana wî bi navê Nîv Jiyan hate weşandin.

Her tim digot; ‘Çareserî di rêyên demokratîk de ye’

Piştî ku 2004an Orhan Dogan serbest hat berdan di Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de xebatên xwe domandin. Wî her tim li ser aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd rawestiya, bi rêyên dîplomatîk û diyalogê li rêyên çareseriyê digeriya. Dogan bi xebatên xwe yên ji bo aştiyê navdar bû. Wî bawer dikir ku pirsgirêka Kurd tenê bi diyalog û rêyên demokratîk dikare were çareserkirin. Di axaftinên xwe de, wî her tim bang li dewlet û civakê dikir ku li şûna şîdetê, li ser maseya danûstandinê li hev bicivin.

Rêwiyê Aştiyê di 29ê Hezîrana 2007an de, dema ku li Bazîdê ji bo aştiyê axaftin dikir, ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da. Mirina wî bû sedema xemgîniyeke mezin di nav gelê Kurd û alîgirên aştiyê de.

Îro jî şagirtên Orhan Dogan li her qadê mîrateya wî ango li aştiyê xwedî derdikevin.

Orhan Dogan dê îro li ser gora xwe saet 18.00an de ji aliyê şagirtên xwe ve were bibîranîn.

Etîket: Orhan Dogan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

29 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne