• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo çareseriyeke mayînde divê demildest li Meclisê komîsyonek were avakirin’ 

Amed / AW

25 HEZÎRAN 2025 - 18:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Piştevanî û Parastinê ya Amedê ku têkildarî pêvajoyê daxuyanî da destnîşan kir ku ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi awayekî bi bandortir tev li vê pêvajoyê bibe divê şertên wî bên baştirkirin û xwest ji bo çareseriyeke mayînde li Meclisê demildest komîsyonek were avakirin. 

Platforma Piştevanî û Parastinê ya Amedê ji bo pêvajo bi leztir bi rê ve biçe li avahiya Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê ya Amedê daxuyanî da. Pêkhateyên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Yildiz Ok Orak li ser navê platformê axivî. Yildiz Ok Orak diyar kir ku ji bo çek ji holê rabin, qenalên diyalogê bên vekirin, pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê bê vekirin û aştiyeke civakî pêk were pêvajoya heyî gaveke girîng e û wiha got: “Aştiya civakî ne tenê bêdengkirina çekan e, di heman demê de pêkanîna edaletê, nasîna mafên neteweyî, çandî û jiyaneke li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev pêkan e. Ji ber vê yeke em hemû beşên civakê vedixwînin ku jinûve li ser aştiyê biaxivin, bi rêyên demokratîk û pirrengî çareseriyên mayînde hilberînin.”

Bang li herkesê kirin ku jidil tevkariyê li pêvajoyê bikin

Yildiz Ok Orak da zanîn ku hawîrdora şer û pevçûnê gefê ne tene li aştiya civakî di heman deme de li aramiya herêmî jî dixwe û wiha domand: “Bi taybetî geşedanên li Sûriye û Îranê nîşan didin ku divê meseleya kurd êdî neyê taloqkirin. Ji ber vê yeke em banga xwe ya çareserî, aştî û diyalogê nû dikin. Di serî de hikumet em bang li hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û hemû beşên civakê dikin ku ji bo pêvajo biser bikeve bi cidîyet û jidil tevkariyê bikin.”

Daxwazên xwe rêz kirin 

Yildiz Ok Orak daxwazên xwe yên ji bo pêvajoya heyî wiharêz kirin:

“*Em dibînin ku pêvajoya nû ya ku hatiye destpêkirin bi awayekî erênî lê hêdî hêdî pêş dikeve. Pêdivî pê heye ku ev pêvajo bi gavên zelaltir û biryardartir were pêşvebirin.

* Tevî daxuyaniya PKKê ya fesixkirinê operasyonên leşkerî berdewam dikin. Divê ev operasyon bên rawestandin. Ji bo bingeha aştiyê were xurtkirin ev yek gelek girîng e.

* Ji bo ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi awayekî bibandortir tev li vê pêvajoyê bibe divê şert û mercên wî bên baştirkirin.

* Divê Qanûna Têkoşîna Bi Terorê re bê betalkirin. Ev yek dê pêvajoya heyî bileztir bike.

* Ne tenê encamên şer û pevçûnan, lê divê sedemên wan jî bi rêbazên demokratîk û hiqûqî ji holê bên rakirin.

* Ji bo misogerkirina rewatiya civakî ya pêvajoya heyî û misogerkirina tevlibûna demokratîk, pir girîng e ku bi lezgînî Komîsyona Meclisê ya têkildarî meseleya kurd bikare bibe xwediyê çareseriyeke mayînde bê avakirin.”

Yildiz Ok Orak herî dawî diyar kir ku aştî pêdiviya vî welatî ye û avakirina vê peywîra herkesî ye.

Etîket: Amedçareserîdaxuyanîpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne