• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê êdî dewlet gavan biavêje’

Omer Demîr / AW

3 HEZÎRAN 2025 - 10:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Şêniyên Amedê têkildarî xwefesixkirina PKKê û negavavêtina dewletê diyar kirin ku PKKê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gav avêt divê êdî dewlet gavan biavêje.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî bangê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 12ê Gulanê encamnameya kongereya xwe eşkere kir û ragihand ku xwe fesix kiriye. Piştî gavavêtina PKKê, gelê Kurd jî dixwaze dewlet gavan biavêjê. Welatiyên Amedê têkildarî pêvajoyê ji ajansa me re axivîn.

‘Div birêz Abdullah Ocalan û tevahî girtî bên berdan’

Welatiya bi navê Senîha Çîftçî diyar kir ku ew aştiyêk bi rûmet dixwazin û wiha axivî: “Gelê Kurd aştiyê dixwaze, aştiyekî tevahî pêk were dê girtîgeh vala bibin. Birayê min î ev 27 sal in di girtîgehê de ye. Divê di serî de birêz Abdullah Ocalan azad bibe û paşê tevahî girtîgeh vala bibin. Ez naxwazim dayîkên gerîla û leşkeran êdî negirîn. Çawa ku di cîhanê de mafên gelên din hene, divê mafê gelê Kurd jî hebin. Em jî dixwazin wekî gelên din bijîn.”

‘Bila Serokê me were berdan’

Welatiyê bi navê Mehmet Gultekîn jî destnîşan kir ku ew naxwazin ne dayîkên gerîla ne jî dayîkên leşkeran bigirîn û wiha got: “Em dibêjin êdî bes e. Bila aştî pêk were, aştî pêk were dê tevahî gel jî di nav aramiyê de bijîn. Heta kengê dê kuştin çêbibe. Divê girtiyên me bên berdan, bila Serokê me were berdan. Heke werin berdan em ê bizanibin ku dê aştî pêk were. Heke şer berdewam bike, ev pêvajo pûç dimîne. Em naxwazin ciwanên me êdî werin kuştin. Aliyek dibêjin aştî li aliyekî din jî dibêjin em ê lêxin, em we qebûl nakin. Kurd îro ji sedî sed aştiyê dixwazin. PKKê xwe fesix kir êdî divê gav bên avêtin. Bi kuştinê ev pirsgirêk çareser nabe.”

‘Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî’

Welatiyê bi navê Mustafa Yalçin jî bi bîrxist ku di şer de gelê Kurd gelek bedelên mezin dan û got: “Dema ku aramî hebe gel jî di nav xweşiyê de dijî. Destihilatî divê gavan biavêje ji ber ku gel aştiyê dixwaze. Divê girtî bên berdan welê em ê bibêjin dê aştî pêk hatiye. Zimanê me êdî winda dibe, zarokên me êdî bi Kurdî naaxivin. Zimanê Kurdî bila bibe zimanê fermî, ev bibe wê zimanê me jî li pêş bikeve.”

‘Dora gavêvetinê ya dewletê ye’

Welatiyê bi navê Medenî Akyildiz jî da zanîn ku kesên ku aştiyê naxwazin ew ji şer hez dikin û wiha got: “Em naxwazin ne gelê me ne jî kesek din êdî bê kuştin. Bes e êdî ewqas xwîn hat rijandin. Ev 40 sal e şer heye êdî bes e. Gav bi hevparî tên avêtin. Yek alî gav nayê avêtin. Gav avêtin divê di navbera her du aliyan de pêk were. Çawa ku di dîrokê de gelê Kurd û Tirk bi hev re dijîn, divê îro jî aştî li ser wan bingehan were avakirin. Divê girtî bên berdan, ewqas kes hene ku bêsûc tên girtin. Divê mafê zimanê me werê dayîn. Vî zimanî kes ne daye me, zimanê me ne tiştekî firotinê ye. Kî înkarê ziman bike înkarê hebûna xwe jî dike.”

Etîket: Abdullah Ocalandewletpêvajopkkwelatî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne