• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serokên odeyên bazirganî û borseyan: Ji bo aştiyê divê gav bên avêtin

Omer Demîr / AW

29 GULAN 2025 - 09:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Serokê Odeya Bazirganiyê û Pîşesaziyê ya Cizîrê Omer Farûk Yildirim û Serokê Borseya Bazirganiyê ya Wanê Naîf Suer ku li Amedê tev li daxuyaniya 53 saziyên bazirganiyê bûn, xwestin gav bên avêtin û ew ji bo pêkanîna aştiyê piştgiriyê didin pêvajoyê.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 12ê Gulanê de daxuyanî da û xwefesixkirina xwe ragihand. Piştî daxuyaniya PKKê li Kurdistan, Tirkiyê û gelek welatên cîhanê biryara PKKê erênî hat nirxandin. Gelek kesayet, sazî, partî û tevger daxuyanî didin û piştgiriyê didin pêvajoyê. Duh li Amedê bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê bi beşdariya 53 odeyên bazirganî û pîşesaziyê û borseyên bazirganiyê daxuyanî hat dayîn û piştevaniya pêvajoyê hat kirin. Ji beşdarên daxuyaniyê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrê Omer Farûk Yildirim û Serokê Borseya Bazirganiyê ya Wanê Naîf Suer ku tev li daxuyaniyê bûn ji Ajansa Welat re axivîn.

Yildirim: Divê demildest gav bên avêtin

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrê Omer Faruk Yildirim diyar kir ku îro odeyên bazirganiyê yên li herêmê ji bo aştiyê bangawazî kirin û wiha axivî: “Divê hê jî ji bo aştiyê dereng nebe, divê gav bên avêtin. Aştî ji bo me gelek girîng û bi qîmet e. Dewlet ji bo aştiyê hin tişt xwest PKKê jî gav avêt. Me divê bêyî ku ev rewşa baş xera bibe, divê dewlet jî PKKê jî gav biavêje. PKKê xwe fesix kir divê dewlet jî di aliyê hiqûq û mafên mirovan de li ser van mijaran gav biavêje. Em hêvîdarin ku di qanûna de Kurd bên naskirin. Em hêvîdarin wê gav bên avêtin û çek êdî nekevin dewrê. Divê gav demildest bên avetin. Wext jî ji bo gav avêtinê gelek girîng e, ji ber ku divê pêvajo bi sabotajan re rû bi rû nemîne. Wekî berê ku pêvajo hat xerakirin, em wek wê carê naxwazin dîsa ew tişt biqewimin. Em dixwazin bi aştiyek bi rûmet pêk were. Aştî pêk were êdî wê gelê me hewceyî pê nebîne ku biçe derveyî welat û bajêr bixebitin.”

Suer: Em heta dawiyê piştgirî didin pêvajoyê

Serokê Borseyha Bazirganiyê ya Wanê Naîf Suer jî destnîşan kir ku ji bo tevahiya Tirkiyeyê pêvajo gelek girîng e û wiha got: “Welatê me gelek zordarî kişand. Jixwe navê wê çiqas xweş e. Aştî tiştêkî gelek xweş e. Em heta dawiyê piştgirî didin pêvajoyê. Baweriya me heye ku pêvajo berdewam bike. Kesên ku ji neçarî gundên xwe terikandin hene, em bi hêvî ne wê ev aştî bandorê li ser bike û her kes vegere gundên xwe. Bila her kes li cem malbata xwe bijî. Gel gavên ber bi çav dixwaze bibîne. Baweriya me heye ku di rojên pêş de em ê tiştên xweş bibînin. Di pêvajoyên şer de welatên me ket nava gelek krîz û kêmasiyan. Welatê me li paş ma. Heta îro gavên mezin nehatine avêtin lê baweriya gel ji pêvajoyê heye. Her kes dixwaze di nav aştiyê de bi kêfxweşî bijî. Dema ku şer hebe gel xizan dibe. Kes li vir kar nedikir. Ez bawer im dê bi aştiyê êdî rewşa aborî jî baş bibe.”

Etîket: aştîdewletgavavêtinhikûmetpêvajopkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

19 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026
Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

28 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne