• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şêniyên Amedê: Divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe

Omer Demîr / AW

27 GULAN 2025 - 09:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Welatiyên Amedê têkildarî pêvajoya çareseriyê xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û mafên Kurdan demildest bên dayîn.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî bangê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 12ê Gulanê encamnameya kongereya xwe eşkere kir û ragihand ku xwe fesix kiriye. Piştî gavavêtina PKKê, gelê Kurd jî dixwaze dewlet gavan biavêjê û mafên gelê Kurd bên mîsogerkirin. Welatiyên Amedê têkildarî pêvajoyê ji ajansa me re axivîn.

‘Baweriya me bi dewletê nayê baweriya me bi birêz Ocalan tê’

Welatiyê bi navê Elî Erdem diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe baweriya gel bi tiştekî din nayê û wiha axivî: “Baweriya me dewletê nayê ji bo na wê em azadiya Rêber Apo dixwazin. Heta ku em Rêberê xwe di nava gel de nebinin em dewletê bawer nakin. Baweriya me dewletê nayê baweriya me birêz Abdullah Ocalan tê.”

‘Em dixwazin Kurdî bibe fermî’

Ayşe İrmak destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û wiha axivî: “Ez dixwazim jin di nav aştiyê de bijîn. Bila karên ku dixwazin bikin, jin bindest nebin ez vê dixwazim. Pêwist e aştî çêbê, her du alî jî li gorî vê tevbigerin. Em zilmê naxwazin. Îro em nikarin bi zimanê xwe bi rehetî biaxivin. Di nava jiyanê de zimanê Kurdî nayê axaftin. Zarok li derve Tirkî diaxivin û dema ku tên malê, malbatên wan jî bi wan re bi Tirkî diaxivin. Em dixwazin her kes zimanê xwe biaxive ji ber ku mirov zimanê zikmakî zêdetir dikare xwe îfade bike. Kesên Kurd bi Tirkî nikarin xwe baş bidin famkirin. Em dixwazin her kes bi zarokê xwe re Kurdî biaxive. Zimanê Kurdî divê li her derê were axaftin.”

‘Birêz Abdullah Ocalan azad bibe aştî jî dê pêk were’

Welatiyê bi navê Şehmus Guger jî da zanîn ku ew aştiyê dixwazin lê aştiyek bi derewtî naxwazin û got: “Bi gotinê her kes dibêjê aştî lê em dixwazin gotina aştiyê bibe fermî. Ev 40 sal in em dibêjin ziman, em dixwazin zimanê me bibe zimanê fermî. Me tu carî nexwestiye şer hebe. Niha jî hinek kes dixwazin em sernekevin û em zimanê xwe neaxivin. Lê em vê tiştê qebûl nakin. Em Serokê xwe dixwazin, jixwe Serokê me her tiştî nîşanî me dike. Em dixwazin dewlet gav biavêjê û Serokê me azad bibe. Em dixwazin zimanê me azad bibe, em şer naxwazin, em dixwazin azad bijîn. Ji xwe birêz Abdullah Ocalan azad bibe aştî jî dê pêk were.”

‘Aştî yek alî nabe’

Welatiyê bi navê Şehmus Kirk jî anî ziman ku ew aştiyêk dilrast dixwazin û wiha axivî: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê tiştên baş dibêjê. Aştî were dê ji tevahiya mirovan re baş bibe. Aştî ji her kesî re pêwist e. Niha gav avêtin dora deweletê ye. Divê li Meclisê gav werin avêtin. Aştî pêk were dê ji her du aliyan re were, aştî yêk alî nabe. Divê hemû girtî werin berdan. Em wekheviyê dixwazin, çi mafên Tirkan hebe divê mafên Kurdan jî hebin.”

Etîket: Abdullah Ocalandewletpêvajopkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne