• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

7 rojan bi cenazeyê dayika xwe re li heman odeyê ma

Mahmût Altintaş / AW

12 KANÛN 2024 - 10:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Şirnex – Hatîce Bûrûntekîn ku dayika wê di qedexeya derketina derve de hat kuştin û ew bi birayê xwe ye 6 mehî re 7 rojan bi cenazeyê dayika xwe re di heman odeye de man qala wan rojan kir û got: “Birayê min Rustem weke ku dayika min jiyana xwe ji dest nedayê diket hembeza dayika min ku şîr bixwe.”

Li navçeyên Cizîr û Silopiyayê yên Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de qedexeya derketina derva hat ragihandin. Qedexeyên derketina derva yên Silopiyayê ku 37 rojan û li Cizîrê jî 79 rojan berdewam kir sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Silopiyayê di zarok û pîr di nav de 28 kesan û Cizîrê jî 288 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tevî 9 sal bi ser qedexeyan re derbas bû jî kujerên welatiyên ku hatine qetilkirin nehatin cezakirin.

Yek ji kesên ku dema qedexeyan hat qetilkirin Ayşe Bûrûntekîn (40) bû. Ayşe Bûrûntekîn di 20ê Kanûna 2015an de gava hewl dide biçe cem cîranan ji bo zarokê xwe yê 6 mehî şîr bîne ji hêla tîmên taybet ve hatibû qetilkirin. Cenazeyê wê 7 rojan li malê li cem zarokên wê di heman odeyê de mabû. Keça wê ya mezin Hatîce Bûrûntekîn piştî dayika xwe xwîşk û birayên xwe mezin kir. Hatîce Bûrûntekîn piştî dêya xwe birayê xwe Rüstem e 6 mehî mêze kir. Rustem jî bi salan xwîşka xwe Hatîce weke dayika xwe zanî. Piştî ku temenê wî mezin bû agahdar ku Hatîce ne dêya wî ye lê xwîşka wî ye. Hatîce Bûrûntekîn ku piştî dêya xwe xwîşk û birayên xwe mêze kir qala wan rojan kir.

‘Gule li cenaze dibarandin’

Hatîce Bûrûntekîn bi lêv kir ku dayika wê ji aliyê tîmên taybet ve hatiyê qetilkirin û ji ber qedexeyan 7 rojan ew bi cenazeyê dayika xwe ve di heman odeye de man. Hatîce Bûrûtekîn destnîşan kir ku birayê wê Rustem wê deme 6 mehî bû ye û ev tişt gotin: “Birayê min Rustem weke ku dayika min jiyana xwe ji dest nedayê diket hembeza dayika min ku şîr bixwe. Em 7 rojan bi cenzaye dayika xwe ve heman odeye de bûn. Me xwest dayika min bisperin axê lê nehiştin. Dema em derdiketin der gule li me dibarandin. Tenê ez û Rustem li malê bûn. Piştrê cenazeyê dayika min birin mizgeftê. Ji ber ku nedihiştin em derkevin der. Cîranên me bi şerîtan cenazê li malê kişandin mizgeftê. Dema cenaze dikşandin jî dîsa gule li cenaze dibarandin.”

‘Ji me re gotin, ‘Em dikarin we hemûyan jî bikujin’

Hatîce Bûrûntekîn anî ziman ku piştî dêya xwe wê birayê xwe mêze kiriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rustem ji bilî şîr tiştek nedixwar. Ji ber wê min şîr dixist biberon û biberon dida ber sînga xwe bi wî awayî min ew têr dikir. Rustem hertim digriya. Me hemû saziyên dewletê gerya lê tu kes nehat. Ji me re digotin cenzeyê xwe derxînin der em ê wê bistînin lê dema em derdiketin jî gule li dibarandin. Piştî cenazeyê dayika min kişandin mizgefte bang li me kirin gotin li malê derbikevin. Em derketin û em birin salona sporê. Dema em derketin kolanê me dît ku hemû tîmên taybet li ser avahiyan in û çekên giran di destê wan de ne. Min li wir da ber qêrînan û got hûn kujer in. Ji me re gotin, ‘Em dikarin we hemûyan jî bikujin ji bo me ne sûce.'”

‘Em wan rojan tu carî ji bîr nakin’

Hatîce Bûrûntekîn diyar kir ku cenazeyê dayika we 10 rojan jî li morgê ma ye û axaftina xwe wiha domand: “Cenaze nedan me. Cenaze bilî me otopsî kirin. Haya me tune bû. Piştî otopsiyê cenazeyê we biribûn goristana bêkesan vêşarti bûn. Piştrê bi testa DNAyê me cenazeyê dayika xwe dît. Ji ser de jî em birin dadgehan. Ji dayika min re digotin, ‘Ew ne dayika we ye. Hûn îtîraz bikin em ê we jî bikin girtîgehe.’ Pir rojên zor û zahmet bûn. Em wan rojan tu carî ji bîr nakin. Êşa wan rojan hê nû ye ji bo me. Ji bo me travmeke mezin bû. Yanî tiştekî wisa bû ku dema min ji bo Rustem şîr çêdikir dengê dêya min di guhê min de bû. Tu car jî bîr nabe.”

Hatîce Bûrûntekîn bal kişand ser bêcezahiştina kujeran û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jixwe dayika min weke şervana YPS bi nav kirin weke sîvîl qebûl nekirin. Me ji wir got dayika 9 zarokan e lê dîsa jî gotin ‘Tiştek wisa tune ye.’ Edalet tune ye. Heke edalet hebûna kujer wê bihata ceza kirin.”

Etîket: Hatice Buluttekîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne