• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê Almanya dawî li polîtîkayên krîmînalîzekirina kurdan bîne’

Navenda Nûçeyan / AW

20 GULAN 2025 - 20:05
Kategorî: ROJANE
A A
KCDK-Eyê binçavkirina siyasetmedarê kurd Yuksel Koç şermezar kir û bang li dewleta Almanyayê kir ku dawî li polîtîkayên xwe yên krîmînalîzekirina kurdan bîne.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekî nivîskî bang li dewleta Almanyayê kir ku girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê bên berdan û dawî li polîtîkayên xwe yên krîmînalîzasyona kurdan bîne.

Di daxuyaniya KCDK-Eyê de wiha hate gotin: “Kongreya 12emîn a PKKê ku bi gavên şênber bersiv da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku di 27ê Sibatê de kir, li Tirkiye û Kurdistanê pêvajoyekî nû da destpêkirin. Di serî de Elmanya gelek dewlet û Neteweyên Yekbûyî vê gavê silav kirin. Hikûmeta Elmanyayê daxuyaniya 27ê Sibatê di asta herî pêş de silav kir û diyar kir ku amade ye ku piştgirî bide.

Lê îro Eendamê Rêveberiya KCDK-’yê Yuksel Koç ku di siyaseta kurd a Ewropayê de salên dirêj rêvebertî kiriye û ji aliyê kurd û dostên wan ve tê nasîn û hezkirin, li mala xwe ya li Bremenê piştî lêgerîna 4 saetan hate girtin û ew birin Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a li Karlsruhe.

Ev girtin bi hinceta qedexeya PKKê ya dewleta Almanyayê pêk hatiye. Lê girtina kesekî wiha ku di vê astê de tê nansîn û di rêxistinên sîwan ên Kurd de serokatî û hevserokatî kiriye di demekî wiha de ku tevgera azadiya kurd li Tirkiyeyê ji bo aştiyê berpirsyariya dîrokî girtiye ser milê xwe, tê wateya ku Elmanya di siyaseta xwe ya li dijî Kurdan de serdemekî nû îfade dike.

Girtina Yuksel Koç bêguman bi taybetî Almanya û Ewropayê ji bo siyaseta kurd peyameke “ne aştî” israra şer e. Lê belê, hikûmeta Elmanya hem daxuyaniya Rêber Apo ya 27ê Sibatê û hem jî daxuyaniya PKKê ya 12ê Gulanê ya ji bo fesixkirina PKKê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî silav kiribû. Yuksel Koç, mîna 1.5 milyon kurdên li Elmanyayê dijîn, kesek e ku ji bo bicihanîna gavên ku Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd ji bo aştiyê avêtine têdikoşe.

KCDK-E vê gava dewleta Alman ku wekî li dijî aştiyê tê hesibandin şermezar dike û em bi Yuksel Koç re daxwaza serbestberdana hemû girtiyên siyasî yên kurd ên li Almanyayê dikin.

Weke KCDK-E, em bang li dewleta Almanyayê dikin ku ji bo pêkanîna aştiyê dawî li polîtîkayên xwe yên krîmînalîzekirina kurdan bîne û dawî li kiryarên xwe yên li dijî gelê kurd bîne.”

Etîket: AlmanyaberdanKCDK-EYukdel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Girtiyê nexweş Cevzet Derese piştî 30 salan hat berdan

Girtiyê nexweş Cevzet Derese piştî 30 salan hat berdan

15 COTMEH 2026
Li Almanyayê rastgirên tundiraw dengên xwe zêde kir

Li Almanyayê rastgirên tundiraw dengên xwe zêde kir

7 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan

4 ÎLON 2026
Berdana Cîn û Îdem ên ku 30 sal in girtî ne hatin taloqkirin

Berdana Cîn û Îdem ên ku 30 sal in girtî ne hatin taloqkirin

20 TEBAX 2026
Serhat Eren: Nezî 3 hezar û 900 girtiyên siyasî dê bên berdan

Serhat Eren: Nezî 3 hezar û 900 girtiyên siyasî dê bên berdan

6 TEBAX 2026
Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

4 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne