• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hefteya Windayan: Aştî bi eşkerekirina aqûbeta windayan pêkan e  

17 GULAN 2025 - 13:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê di hefteya 849emîn li aqûbeta winda Şerîf Avşar pirsîn. Nûnerê ÎHDê yê Herêmê Tahîr Saçakli diyar kir ku bi mebesta Hefteya Windayan daxwaz dikin ku hemû winda bên dîtin û kiryar bên darizandin.  

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD a Şaxa Amedê bi daxwaza winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 849emîn de li li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû çalakiya xwe berdewam kirin. Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban, rêveberên ÎHDê, Xizmên Windayan û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hildan.   

 Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Şerîf Avşar yê ku di 22yê Nîsana 1994an de li navçeya Yenîşehîra Amedê di binçavan de hatibû windakirin, hate pirsîn. 

 ‘Bi aştiyek mayînde divê aqûbeta windayan bê eşkerekirin’   

 Ewilî Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban axivî û bi bîr xist ku ew di Hefteya Windayan de ne. Kuçukbalaban da zanîn ku Neteweyên Yekbûyî ev hefte ji bo windayên di binçavan de ragihandiye û got: “Lê dewletan dîsa van bûyerên berdewam kir. Dewleta Tirk ev peyman îmza nekir ji bo vê rojê. Di erdnigariya Kurdistanê de gelek kes hatin binçavkirin û hatin kuştin. 4 hezar zêdetir gorên komî hene. Dema ku Erdogan Serokwezîr bû soz da ku wê daxwaza Dayikên Şemiyê bicih bîne. Lê Erdogan li pişt soza xwe nema. Dayika Berfo ji bo kurê xwe û hemû windayan çû cem Erdogan lê temenê wê têr nekir û koç kir. Piştî hefteyekê wê bibe 30 sal ku ev çalakî berdewam bike. 

Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gavek avêt. Lê dewlet he jî gav neavêtiye û aqûbeta windayan nehatiye ronîkirin. Tenê bigavavêtina PKK re aştî nayê. Em bi israr dipirsin xizmên me li ku ne? Ev bûyer bûye sedema bûyerên din. Divê tevahiya windayan werin dîtin û sûcdar bên darizandin. Ev daxwaza me em dizanin ku bi aştiyek mayînde dê pêk were.” 

Vê hefteyê bi wesîleya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniya Hefeya Windayan û daxuyaniya serpêhatiya windakirina Şerîf Avşar bi Kurmancî hatin xwendin. 

Nûnerê ÎHDê yê Herêmê Tahîr Saçakli daxuyaniya Hefteya Windayan xwend.     

Daxuyanî bi vî rengî ye:  

“Em di Hefteya Windayan de ne. Em daxwaza xwe ya edalet, heqîqet û aştiyê dubare dikin.  

Di Hefteya Windayan de ku em her sal di navbera 17-31ê Gulanê de bi bîr tînin, ji bo ronîkirina aqûbeta mirovên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin, li dijî veşartina vê binpêkirina mafên mirovan a giran û têkoşîna li dijî bêcezabûnê, rêze çalakiyan li dar dixin. 

 Îro di Hefteya Windayan de em careke din bi dengekî bilind diyar dikin ku me hezkiriyên xwe yên di binçavan de hatine wendakirin ji bîr nekirine, em ê wan ji bîr nekin û dest ji lêgerîna edaletê bernedin. Weke malbatên kesên ku ji aliyê rayedarên dewletê an jî saziyên dewletê ve hatine wendakirin, bi salan e em heman pirsê dikin: Hezkiriyên me li ku ne? 

Em bi israr amaje dikin: Wendakiriyên di binçavan de ne tenê jiyana windayan, jiyana yên li dû mane jî tarî dike; Ev travmayek e ku ji bo nifşan berdewam dike. Ev sûc nikare bê demborîn kirin û paşguh kirin. Çanda bêcezakirinê ya ku heta îro berdewam kiriye, rê li ber binpêkirinên nû vekiriye; li hember prensîbên aştiya civakî û serweriya hiqûqê astengiyek mezin çêkiriye. 

Bi boneya Hefteya Windayan em weke xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan careke din daxwaz dikin: 

* Divê aqûbeta hemû kesên di binçavan de hatin wendakirin bê eşkerekirin. 

* Divê sûcdar û berpirsiyarên sûc bên darizandin û li ber edaletê hesab bê pirsîn. 

* Wendakirinên di binçavan de divê di Qanûna Ceza ya Tirk de weke sûcê mirovahiyê bê qebûlkirin. 

* Divê dawî li pêkanînên bêcezakirinê bên, 

* Divê Tirkiye Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî wendakirinên bi zorê îmze bike û bi cih bîne. 

* Divê qedexeya li ser  Qada Galatasarayê a  cihên derqanûnî û sînordarkirina bi hejmarê demildest bi dawî bibe. 

Em dizanin ku pêkanîna van daxwazan encax di hawîrdora aştiyeke mayînde de pêkan e. Ji ber vê yekê, pêvajoya ‘aştiya neyînî’ ya ku bi biryara danîna çekan derket holê; divê bi hevalrêtiya heqîqet, rûbirûbûn û edaletê re bê meşandin. Aştiyek rasteqîn encax bi vegerandina hafizeya civakî, bi pêkanîna edaletek giştî û bi naskirina hemû mafên mirovan dikare pêk were. 

Divê derfeta aştiyê nebe qurbanê hesabên siyasî; ji bo avakirina aştiyeke adil û mayînde divê îradeyeke siyasî ya xurt bê nîşandan. 

Bi boneya Hefteya Windayan em hêvî dikin ku bi danîna çekan deriyê aştiyek rasteqînî veke; bi vê mebestê em bang li hemû raya giştî ya hestiyar dikin ku tev li daxwaza me ya rasteqînî, edalet û aştiyeke bi rûmet bibin.” 

Serpêhatiya windakirina Avşar  

Piştre Sekreterê ÎHDa Amedê Omer Saman jî serpêhatiya windakirina Mehmet Şerîf Avşar ê ku di 22yê Nîsana 1994an li navçeya Yenîşehîra Amedê hatibû windakirin, xwend.  

Omer Saman diyar kir ku ew di 31emîn salvegera binçavkirina bi zordarî ya Mehmet Şerîf Avşar de ew carek din bangewaziya lêpirsîn û darizandinek adilane dikin da ku kiryarên van sûcên giran bên cezakirin.  

Paşê jî ji bo Mehmet Şerîf Avşar û hemû qurbaniyên di binçavan de hatine windakirin çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Piştre çalakiya vê hefteyê bi dawî bû. 

Etîket: Hefteya WindayanHuseyîn KuçukbalabanÎHDa AmedêXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

19 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne