• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

GABB: Divê hevşaredar vegerin ser karê xwe

Amed / AW

29 NÎSAN 2025 - 13:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
GABBê piştî komcivîna xwe daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka GABBê Neslîhan Şedal diyar kir ku divê qanûna derheqê qeyûman de bê guhetin û xwest hevşaredarên ji wezîfeyê hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe.

Yekitiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrê Rojhilat (GABB) li Amedê Komcivîna xwe ya salane li Çand Amedê li dar xist. Hevşaredaran piştî civînê li ber Çand Amedê daxuyanî çapemeniyê.

Hevseroka GABBê Neslîhan Şedal daxuyanî xwend.

‘Pevajo bila bibe sedema aştî û demokrasiyê’

Neslîhan Şêdal diyar kir ku pêvajoya hatiye destpêkirin gelek girîng e û wiha got: “Em dixwazin bibêjin ku me diyalogên ku di siyaseta Tirkiyeyê de dest pê kirin e bi qîmet dîtin. Em hêvî dikin ku ev pêvajoya diyalogê ku hatiye destpêkirin bibe sedema bi dawîkirina şer, pêkanîna aştî û demokrasiyê. Em bi hev re dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku em amade ne alîkarê vê pêvajoyê bin. Em bawer dikin ku di vê pêvajoya ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê de girîng e, divê hemû alî bi baldarî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Ev hem pêwistiya demokrasiyê ye, hem jî hêviya gelan e. Hêvî û îradeya gelan tê binpêkirin û qeyûman dişînin ser îradeyê. Bi qeyûman îradeya gel paşguh dikin.”

‘Em ê vîna gel xwedî derkevin’

Neslîhan Şedal da zanîn ku divê desthilatdar vîna gel nas bike û wiha axivî: “Astengkirin û tayînkirina qeyûman baweriya civakê ya ji bo hilbijartinê jî kêm dike û baweriya ji demokrasiyê asteng dike. Destwerdana li ser îradeya gel bi rêya kompasên dadwerî tê kirin. Ev yek jî ji bilî têkbirina hêviyên civakê ti encamekê din nade. Tirkiye heke bixwaze bibe welatek demokratîk, divê herî kêm îradeya gel ango biryara ku ji hilbijartinê derketiye, rêzê jê re bigire. Divê mafê hilbijartinê û kesên ray didin were mîsogerkirin. Ev berpirsiyariya desthilatê ya qanûna bingehîn e. Rêzgirtina ji îradeya gel re, şertê bingehîn ê aştî û edaletê ye.”

‘Divê hevşaredar vegerin ser karê xwe’

Neslîhan Şedal diyar kir ku divê hevşaredarên ji wezîfeya xwe hatine dûrxistin dîsa vegerin ser karê xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wek Yekîtiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrê Rojhilat, daxwaz dikin ku xalên girêdayî Qanûna Şaredariyan a bi hejmara 5393an ku destûrê dide qeyûman were guhertin û heke hevşaredar, şaredar ji wezîfeyê were dûrxistin jî divê cîgirên serokê şaredariyan û ji meclisên şaredariyan kesek were bijartin. Her wiha em daxwaz dikin ku polîtîkaya danîna qeyûman demildest bên rawestandin, rêveberên hilbijartî vegerin ser karên xwe, hevşaredar û endamên meclisên şaredariyan yên girtî werin berdan û demokrasîya herêmî bêtir were xurtkirin.”

Etîket: GABBHevşaredarNeslîhan ŞedalQeyûm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
DEM Partiyê derbarê hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn da destpêkirin

DEM Partiyê derbarê hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn da destpêkirin

30 TÎRMEH 2026

Li Tûşbayê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ dest pê kir

18 HEZÎRAN 2026
‘Îradeya jin û civakê divê were naskirin’

‘Îradeya jin û civakê divê were naskirin’

7 HEZÎRAN 2026
GABB komxebata ‘Aborî, komun û kooperatîfan’ li dar dixe

GABB komxebata ‘Aborî, komun û kooperatîfan’ li dar dixe

20 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne