• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mazlûm Ebdî: Konferans dê zemîna mîsogerkirina mafên gelê Kurd biafirîne

Navenda Nûçeyan / AW

26 NÎSAN 2025 - 12:11
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî di konferansê de diyar kir ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rasterast bandorê li ser aştî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û diyar kir ku armanca sereke ya konferansê mîsogerkirina mafên gelê Kurd û tevahî pêkhateyan di Sûriyeya nû de ye.

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna zêdetirî 400 kesan ji Rojava, Bakur û Bakurê Kurdistanê, kesayetên ji deverên cuda yên Sûriyeyê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Piştî axaftina komîteya amadekar, endamên dîwanê hatin hilbijartin. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif û Serokê Encumane Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê Mihemed Îsmaîl ji bo dîwanê hatin bijartin.

‘Em ji bo mîsogerkiriya yekitiyê kom bûn e’

Îlham Ehmed bi xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku gelê Kurd bi tevahî li benda vê bûyera dîrokî bû û got: “Rojava ji bo nîqaşkirina mafên xwe gihîştiye merheleyekê. Em gihîştin merheleya mîsogerkirina mafên Kurdan. Em helwestên Kurdî û hêzên Kurdî yên wekî ya Rêber Abdullah Ocalan, birêz Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî yên ku piştgirî dan hêzên Kurd û gelê Rojavayê Kurdistanê bi nirx û hêja dibînin. Em dengê civaka xwe dibihîzin ku dibêje bibin yek. Va em li vê holê kom bûne da ku bigihîjin wesîqeya mîsogerkirina mafên Kurdan.”

Piştre Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî axivî. Mazlûm Ebdî piştî bixêrhatina beşdaran kir got: “Me ji bo parastina gelê xwe û parastina herêmê di şeran de zêdetirî 13 hezar şehîd dane. Em şîfayê ji tevahî birîndaran re dixwazin û vê konferansê diyarî tevahî şehîdên azadiyê dikin.”

Mazlûm Ebdî spasiya Hevserokatiya KCKê, Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Bafel Talabanî kir ku piştgirî dane konferansê û got: “Ev konferans encama kedeke mezin, civîn û dan û standinên mezin a hêzên Kurdistanî ye.”

Mazlûm Ebdî anî ziman ku Yekitiya Kurdan tê wateya yekitiya Sûriyeyê ye û wiha got: “Yekitiya Kurdan ji bo tevahî Sûriyeyê hêzeke piştevaniyê ye. Pêdiviya Sûriye bi destûreke nû heye ku tevahî gelê Sûriyeyê hembêz bike û Sûriyeke demokratîk a nenavendî ava bike.”

Mîsogerkirina mafên Kurdan û pêkhateyan

Mazlûm Ebdî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê ku ji 12 salan ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî pêkhate, Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi hev re dijînin û wiha got: “Me dîrokek mezin ava kir. Yek ji hêmanên me yên sereke parastina destkeftiyan e. Armanca me ew e ku mafên gelê Kurd di Sûriyeya nû de were nivîsandin û mîsogerkirin.”

Mazlûm Ebdî anî ziman ku dê di konferansê de bernameya siyasî nîqaş bikin û dê derbarê avakirina şandeyeke hevbeş a ku dê ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan bi hikumeta Şamê re nîqaş bike, biryarekê bidin.

Banga Aştiyê bandor li ser Rojava kir

Mazlûm Ebdî bal kişand kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku ew bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin vê bangê û got, ev bang rasterast bandorê li ser aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûriyeyê dike.

Mazlûm Ebdî got ku Konferansa Yekrêziya Kurdî dê zemîna avakirina lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Kurdistanî ava bike.

Etîket: Abdullah OcalanÎlham EhmedKonferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê KurdistanêMazlum EbdîMesûd BarzanîRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

29 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne