• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mahsûm Korkmaz: Amed ji erdhejê re ne amade ye

Omer Demîr / AW

26 NÎSAN 2025 - 08:20
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Amed – Hevserokê Odeya Endezyarên Avahiyan a Şaxa Amedê (ÎMO) Mahsûm Çiya Korkmaz diyar kir ku Amed ji erdhejê re ne amade ye û xwest demildest ji bo erdhejê projê bên amadekirin.

Li Kurdistan û Tirkiyê xetên erdhejê zêde ne. Her sal erdhejên dijwar pêk tên. Di erdhejên 30 salên dawî de bi sed hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dane. 2 sal berê di 6ê Şibatê 2023an de li 10 bajarên ku navenda wê Pazarcix û Elbîstan ên Mereşê bû, erdhejên hêza wan 7.8 û 7.5 pêl pêk hatibû. Li 10 bajaran li gorî daneyên fermî 53 hezar û 537 mirovan û li gorî daneyên ne fermî zêdetirî 100 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dabû. Herî dawî di 23ê Nisan 2025an de li Stenbolê erdheja heza wê 6.2 pîle pêk hat. Di erdhejê de mirovan jiyana xwe dest nedan. Dewleta Tirk “baca erdhejê” kom dike lê wê bacê ji bo erdhejê naxe xizmeta welatiyan. Têkildarî mijara erdhejê Hevserokê Odeya Endezyarên Avahiyan a Şaxa Amedê (ÎMO) Mahsûm Çiya Korkmaz ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Mahsûm Çiya Korkamaz diyar kir ku di pêşiya wan de du tişt hene û got: “Xebata yekemîn divê beriya erdhejê amadekarî bêne kirin. Ya duyemîn jî piştî erdhejê divê alîkarî bên kirin. Xeta derzê ya Çewligê derbas dibe. Lê dema ku em dinerin tu amadekarî tune ye. Avahiyên ku beriya 2010an hatina avakirin ji bo me talûke ne. Ji ber ku destûra wan a rûniştinê tune ye. Amed jî di nav de destûra rûniştinê ya ji sedî 70yê avahiyan  tune ye. Ji bo wê em nizanin ku ew avahî çawa hatina çêkirin. Projêya wan hene? Qatên zêde û bi dizî li ser wan hatine avakirin an na? Em nizanin. Ji ber vê yekê Amed ji bo me gelek xetere ye. Piştî erdhejê felaketa ku dê pêk bê, bajar jê re çiqas amade ye? Ev gelek giring e. Qadên kombûnê gelek kêm in. Tenê li Peyasê hin cih hene. Wekî din di nava bajêr de qadên kombûnê tune ne. Ji aliyê Koordînasyona AFADê ve hin qad wekî qadên kombûnê hatine diyarkirin. Lê ew jî tenê li ser nexşeyê hene. Li cih û qadên kombûnê avahî hatine avakirin. Ji bo Amedê ew qadên kombûnê gelek giring in. Divê perwerdehiya hişmendiya erdhejê bê dayîn. Amed ji erdhejê re ne amade ye.”

‘Divê dewlet baca erdhejê ji bo erdhejê bikar bîne’

Mahsûm Çiya Korkmaz bibîrxist ku dewlet bacên erdhejê ji bo amadekariya erdhejê bikar nayne û got: “Dewlet dibêje ku wan bacên erdhejê ji bo rêyan bikar anîye. Ew şaş e. Dema ku em li rewşa rêyan dinerin, di erdheja Mereşê de rê xera bûn. Berî çend salan di barîna baranê de li Rihayê 10 kes mirin. Divê dewlet bacên erdhejê ji bo erdhejê bikar bîne. Ew bacên erdehejê ji bo hin kesan dewlemend bike bikar tîne.

‘Qeyûm texrîbateke mezin çêkir’

Mahsûm Çiya Korkmaz da zanîn ku ew avahiyên têne çêkirin bi kîjan teknîkê tên çêkirin em nizanin û wiha berdewam kir: “Li semta Ofîsê ya Bajarê Nû destûra avahiyan, zemîn û 4 qat heye. Lê dema ku em dinêrin di gelek avahiyan de katên qaçax hene. Rêveberiya herêmî ji bo erdhejê qels e. Wekî Odeya Endezyarên Avahiyan sekna me zelal e. Li dijî pratîka qeyûm a xelet çi ji destê me hat me kir. Lê dema ku me doz vekir heta biryar hat dayîn, avahî dihatin avakirin. Qeyûm li Amedê texrîbata mezin çêkir. Ji ber ku li dijî qanûnan destûr dida. Perê gel ji alîgirên xwe re xerc dikir. Îhaleyên mezîn didan şîrketên ji derveyî bajêr. Qeyûmê Rezanê ji ber sûcê diziyê hat girtin. Divê ji bo erdhejê hişmendiyeke nû pêş bikeve. Divê em vîneke xurt nîşan bidin. Divê şarêdarên me projeya “veguherîna bajarî” an jî “xurtkirina avahiyan” pêk bînin. Divê ji bo berjewemendiya gel avahiyan ava bikin.”

Etîket: AmedavahîsazErdhejMahsum Çiya Korkmaz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

4 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne