• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sed hezaran li Stenbolê Abdullah Ocalan silav kir

Navenda Nûçeyan /AW

23 ADAR 2025 - 15:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê, di pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê de ji hêla sed hezaran kesan ve hate guhdarîkirin. Sed hezaran piştî dengê Abdullah Ocalan bihîst bi yek dengî gotin “Bijî Serok Apo.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Stenbolê bi dirûşma ‘Civaka Demokratîk a Azadiyê’ û bi tevlêbûna sed hezaran cejna Newrozê pîroz dike. Ji bo pîrozbahiya li qada Yenîkapiyê bi sed hezaran kes li hev kom bûn. Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate qîrîn û posterên Rêberê Gelê Kurd hatin hildan. Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê, di pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Yenîkapi ya Stenbolê ji hêla bi sed hezaran kesan ve hate guhdarîkirin. Dema li deng dihat guhdarîkirin, wêneyên Abdullah Ocalan li ser ekranên ledê yên li ser platformê hatin nîşandan. Di vê navberê de dirûşma “Bijî Serok Apo” li qadê olan da. Her wiha posterên mezin ên Ocalan hatin hilgirtin.

Alî Kenanoglu: HDK milyon in

Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû di pîrozbahiyê de axivî û got: “HDK gel e, HDK milyon in û hûn nikarin HDK’ê hefs bikin. Niha li Stenbolê li dijî îradeya gel operasyonek heye. Em her tim li dijî derbeyan derketin. Em vê opearsyonê, derbeyeke li dijî Stenbol û Lihevkirina Bajar dibînin. Di heman demê de ev derbe provokasyoneke li dijî bana aştiyê ya birêz Ocalan e.”

Bi domdarî Kenanoglû bertek nîşanî Mansur Yavaş da û got: “Duh li Saraçhaneyê provokatorek hebû. Dema zarokên Kurd di bin panzeran de dihatin eciqandin ma te gotinek kir? Dabeşkarî karê van e. Em li dijî vê derbeyê ne. Me jî li Saraçhaneyê cihê xwe girt. Em ê firsendê nedin te. Mîna li dijî provokatorên vî welatî, em ê firsendê nedin te jî Ev Newroz Newroza xwedîderketina li aştî û civaka demokratîk e.”

Gultan Kişanak: Em li dijî şer aştiyê diparêzin

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gultan Kişanak di pîrozbahiyê de got: “Hûn îro li vir dîrokekê dinivîsin. Gelê Kurd her çar aliyan li ser pêya ye û daxwaza azadiyê dike. Me her cureyên xerabiyê dîtin lê me tu caran dev ji Kurdbûna xwe û têkoşînê berneda. Deriyên girtîgehan vekin û ji bo birêz Ocalan vê pêvajoyê birêve bibe şert û mercan ava bikin. Birêz Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Dê ciwan rêya siyaseta demokratîk vekin. Em daxwaza aştiyeke birûmet dikin. Em dixwazin bibin hemwelatiyên wekhev. Dixwazin zextên li ser ziman, çand û nasnameya me bi dawî bibin.”

Kişanak, wiha domand: “Em li dijî şer aştiyê diparêzin. Li dijî qeyûman bi îradeya gel re ne. Hinek kes dereng man lê hêvîdarim her kes rêgeza yên bi sindoqê hatin dê bi sindoqê biçin bibînin. Birêz Ocalan ji bo tifaqa Kurd û Tirkan bangekî gelek girîng kir. Niha dora gavavêtinê ya Enqereyê ye. Divê Enqere dengê gelan û dengê Rojava bibihîse. Pêşiya birêz Ocalan vekin û em bi hev re pêşerojeke azad û wekhev ava bikin.”

‘Em ê lîstikan pûç bikin’

Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konukçu jî wiha got: “Tevî plana têkbirinê jî gelê me li ber xwe da û xwe gihand van rojan. Weke HDK’ê em ê van lîstikan tevekan vala derxînin. Em ji bo hemû gelan hemwelatiya wekhev dixwazin. Îro bi hincetên vala Ekrem Îmamoglû girtin. Em bi her kesên têdikoşin re ne. Weke jin û ciwanan em ê têbikoşin û teqez bi ser kevin.”

Etîket: Abdullah OcalanNewrozStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne