• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KESKê konferansa ‘Rojhilata Navîn û Aştiyê’ li dar xist

Navenda Nûçeyan /AW

15 ADAR 2025 - 17:41
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A

KESKê 3yemîn Konferansa Rojhilata Navîn û Aştiyê ya ku dê du rojan bidome, li dar xist. Beşdarên konferansê li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn.

KESKê 3yemîn Konferansa ‘Rojhilata Navîn û Aştiyê’ li dar xist. Konferans dê du rojan bidome. Di konferansa ku li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê pêk hat de gelek saziyên sivîl ên navneteweyî, partiyên siyasî û nûnerên sendîkayan amade bûn.

Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz axaftina vekirinê kir û diyar kir ku DAÎŞ û komên mîna wê li Rojhilata Navîn jiyana jinan veguherandine dojehê û got ku li Sûriyeyê gelên bindest tên qetilkirin. Karagoz, anî ziman ku ew êrîşên ku xizmetê ji berjewendiyên hêzên emperyalîst re dikin şermezar dikin û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bikevin nava tevgerê

Ahmet Karagoz, destnîşan kir ku aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan, di heman demê de bi têkoşîna hevpar a gelan dikare pêk were û bang li hemû gel û saziyan kir ku li dijî şer ji bo aştî û azadiyê seferber bibin.

Piştre Prof. Dr. Hayrî Kozanoglu behsa hevsengiya hêzên navneteweyî yên li tevahiya cîhanê kir û got, “Bandora Emerîkayê li cîhanê her ku diçe kêm dibe. Trûmp Ûkrayna tevlî hevdîtinan nake, Ewropayê tevlî pêvajoyê nake. Çîn bûye hêzeke mezin. Hîndîstan yek ji welatên herî bi lez mezin dibe ye. Brezîlya, Meksîka û Endonezya jî hewl didin bibin xwedî gotin.”

Doç. Dr. Elçîn Aktoprak jî got, “Di salên 1990î de şer û qirkirin hebûn, lê lêgerîna aştiyê jî hebû. Lîberalîzma serketinê îlan kir, mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî derket pêş. Tevgera karkeran hat tepisandin. UNESCO di sala 1995an de çanda aştiyê pênase kir û sala 2000î weke sala çanda aştiyê hate ragihandin. Îro êdî modelên demokrasiyê nayên nîqaşkirin. Piştî sala 2001ê, DYEyê vegeriya ser rêbaza ‘pêşî ewlekarî, duyemîn aştî’. Piştî sala 2008’an berberî zêde bû, dewlet bi hêztir bûn û bi dîwaran sînor hatin avakirin. Hiqûqa navneteweyî û projeyên aştiyê kêm bûn. Her kes behsa aştiyê dike, lê ji bo wê pêngavek cidî navêje. Divê em aştiyek herêmî pêk bînin.”

‘Rola Abdullah Ocalan girîng e’

Doç. Dr. Yucel Demîrer got, “Li Tirkiyeyê di şert û mercên wekhev de aştî nayê nîqaşkirin. Gotina stranên neteweyî yên Kurdî jî dikare bibe sedema tundiyê. Di televizyonan de li gorî berjewendiyên xwe behsa aşitiyê dikin. Civaka sîvîl di pêvajoya muzakereyê de xwedî bandor nîne, rayedar her tim diaxivin. Abdullah Ocalan her çiqas xwedî roleke girîng be jî di nava şert û mercên bi sînor de ye.”

Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî wiha got, “Desthilatdarî bi salan e kesên aştiyê dixwazin ceza dike. Krîza cîhanî û desthilatdariya otorîter çareseriyê zehmet dike. Her firsendeke ji dest çû berdêlek giran bi xwe re anî. Ji bo civakbûna aştiyê divê em enerjiya xwe rast bi kar bînin. Ocalan got, ‘Em ê şer veguherînin zemînek polîtîk û hiqûqî.” Ev ji bo Tirkiyeyê derfeteke girîng e. Divê operasyonên leşkerî û siyasî bi dawî bibin. Divê muxalefeta sereke zelal bike ku ger were ser desthilatdariyê dê çi bike. Divê ji bo girtiyên nexweş rêzikên qanûnî bên çêkirin. Divê xebatên aştiyê ya li Sûriyeyê bên destekkirin. Ger ji Tifaqa Cumhur an jî AKP’ê re bê hiştin, dibe ku hilweşînek mîna ya piştî 2015’an çêbibe. Divê em realîst bin û ji bo tiştên nepêkan jî bikevin nava hewldanê.”

Etîket: KESKKonferansa Rojhilata Navîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê jin bi temsîliyeta wekhev di desteyan de cih bigirin’

‘Divê jin bi temsîliyeta wekhev di desteyan de cih bigirin’

6 ÎLON 2026
Komcivîna 3yemîn a KESKê ya jinan dest pê kir

Komcivîna 3yemîn a KESKê ya jinan dest pê kir

4 ÎLON 2026
‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

16 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be û KESK: Têkoşîna li dijî tiryakêşiyê berpirsiyariya hevpar e

Platforma Şiyar Be û KESK: Têkoşîna li dijî tiryakêşiyê berpirsiyariya hevpar e

22 TÎRMEH 2026
Li Wanê qurbaniyên Pirsûsê hatin bîranîn

Li Wanê qurbaniyên Pirsûsê hatin bîranîn

20 TÎRMEH 2026
‎Çalakiya rûniştinê ya KESKê bi dawî bû

‎Çalakiya rûniştinê ya KESKê bi dawî bû

18 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne