• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Sûrên Amedê bi meşaleyan Newroz pîroz kirin

Amed / AW

13 ADAR 2025 - 21:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Jinên ku di pêşengtiya TJAyê de hatin bahev bi meşaleyan li ser sûrên Amedê yên dîrokî Newroz pîroz kirin. Axîveran bal kişandin ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Îsal dê Newroz bibe Newroza aştî, azadî û aramiyê.”

Di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li ser bircên Ben û Senênyên navçeya Sûra  Amedê yên dîrokî bi meşale û erbaneyan Newroz hate pîrozkirin. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û yên navçeyên navendî, endam û rêveberên Rêxistinên Bajêr ên DBPê û DEM Partiyê, saziyên sivîl ên civakî û bi sedan kes tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Girseya li ber dahol û zirne û stranên hatin lêxistin govend gerand pişt re meşale vêxistin.

Dû re girse bi meşale û erbaneyan derket ser dikê û dirûşmên “Newroza te pîroz be ey Serok Apo”, “Newroz pîroz be” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berzkirin. Jinan jî dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin û li gel erbaneyan stranên Newrozê gotin. Girseya ku pişt re ji sûran hate xwarê li ber stranan û dahol zirneyan govend gerand.

‘Newroz dê bibe Newroza aştî û azadiyê’

Dû re Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer a li vir axivî, Newroz li kesên tev li bernameyê bûn pîroz kir û wiha got: “Îsal dê Newroz bibe Newroza aştî, azadî û aramiyê.”

Pişt re aktivîst a TJAyê Hacer Ozdemîr Dayika Aştiyê Sakîne Arat bi bîr anî û wiha got: “Em di şexsê dayikê de bejna xwe li ber dayikên aştiyê ditewînin. Ji ber ku qet navber neda xebatên aştiyê. Ewqas kezeb şewitî bûn lê qet dest ji xebatên aştiyê bernedan.”

‘Divê em xwedî li peyamê derkevin’

Hacer Ozdemîrê bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Di 27ê Sibatê de rêzdar Ocalan agirê Newrozê vêxist. Peyama rêzdar Ocalan pir girîng e. Dibêje bila qirkirina jinan, civakê û zarokan bisekine. Bila civakeke demokratîk pêş bikeve. Em peyama wî baş bigirin dest û baş xwedî lê derkevin. Kes nikare pêşiya vê peyamê bigire. Dê aştî were vî welatî. Divê em xebateke baş bimeşînin.”

‘Em ê bi xwedî derketina vê peyamê Newrozê bikin Newroza azadiyê’

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan jî pişt re axivî û wiha got: “Meşaleya ku îro me li dile Kurdistanê vêxistî dê bigihije Akrê, Silêmaniyê û Hewlêrê û geş bibe. Ev meşaleya ku îro me li vê derê vêxistî dê bigihije Kobanê, Dêrîk, Mêrîwan, Sînê. Newroz ji bo gelê kurd pîroz e. Xeyala rêzdar Apo ew e ku li ser van Sûran Newrozê pîroz bike. Em ê bi xwedî derketina vê peyamê bikin Newrozê bikin Newroza azadiyê. Heta ku axa me azad bibe em ê bi rûhê Newrozê têbikoşin. Newroz li we tevan pîroz bibe.”

Bernameya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanAmedNewrozSur
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne