• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kurd û Kurdistanî li dijî êrîşan daketin qadan

2 KANÛN 2024 - 20:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Navenda Nûçeyan – Nûner û rêvberên partiyên siyasî û rêxistinên civakî li Amed, Wan, Şirnex, Colemêrg û Brukselê daketin qadan û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên çeteyan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li gelek bajarên Kurdistanê û Ewropayê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Amed

Êrîşên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat protestokirin. Girseya ku li navçeya Peyasê hate gel hev, li Parka Rojava daxuyanî da. Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu diyar kir ku dewletên netewe û hêzên emperyal li dijî jiyana nû ya li Rojava hatiye avakirin êrîş pêk anîne û naxwazin ev gel bi hev re bijîn û got: “Divê em li dijî şer û li dijî polîtîkayên qirkirinê yên ku her kêlî pêş bikevin bên cem hev. Ji bo parastina vê modelê divê her kes di serî de jin, sosyalîst û parêzvanên azadî dengê xwe bilind bike.”

Colemêrg

Rêxistina DEM Partî ya Geverê desteserkirin û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir. Girse beriya daxuyaniyê ji avahiya navçeyê heta navenda sûkê bi dirûşmeyan meşiyan. Rêveberê DEM Partiyê Resul Temel piştî meşê metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “Çeteyên ku HTŞ û SMOyê pêşengiyê dikin, êrîşî Helebê dikin. Ev êrîş ji aliyê çeteyên paramîlter ên girêdayî desthilatdariya AKP-MHP’ê ve tên kirin. Em ê bi hêzên ked û demokrasiyê re li dijî polîtîkayên dijminatiya Kurd a desthilatdariyê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef, rawestin.”

Şirnex

Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ên Şirnexê, li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeya Silopiyayê tekildarî êrîşên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hat hilgirtin û dirûşmên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” berzkirin.

Wan

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li Kolana Hunerê daxuyaniya çapemeniyê da. Parlementerên DEM Partî yên bajêr Gulcan Kaçmaz Sayyigit, Parlementer û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdisan (KKP) Sînan Çîftyurek û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Bruksel

Kurdistanî û dostên wan ên li dijî êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên xwe dispêrin wê yênm li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qada Luxemburgê li hev civiyan, bertek nîşanî bêdengiya dewletên Ewropayê ya li dijî êrîşan dan.
Çalakvanên ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Belçîkayê (NAV-BEL) li qada Luksemburg ya li ber Parlamentoya Ewropayê li hev civiyan, gelek caran dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Terorîst Tirkiye” û “Terorîst Erdogan” berz kirin. Di çalakiyê de pankartên “Rojava biparêzin” û “Ji bo Rojava rabe ser piyan” yên bi zimanên Îngilîzî û Flemanî hatin vekirin, posterên Rêber Apo û sembolên aîdê Rêveberiya Xweser hatin hilgirtin.

Beriya daxuyaniya çapemeniyê Berpirsa Komîteya Dîplomasiya PYD’ê ya Ewropayê Mizgîn Ehmed, Endamê Meclîsa Ewropayê ya Rêveberiya Xweser Dr. Abdulkerîm Omer, Endamê Komaleya Hêvî Ekrem Hemo û Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriye Mihemed Hebo axivîn. Hevserokê NAV-BELê Tahir Orak axivî. Orak bertek nîşanî êrîşan da û banga mezinkirina têkoşînê kir.

Stenbol

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ji bo protestokirina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Heleb û Rojavayê Kurdistanê li qada Şîşhane li hev civiyan. Gelek kesên ku parlementerên DEM Partî jî di nav de bûn ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Tevî hemû êriş û binçavkirinan jî girse bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Zext nikarin me biçewisînin” li dijî êrişan ber bi avahiya DEM Partiyê ya bajêr ve meşiyan. Polîsan êrişî girseya ji derveyî dorpêçê ku vê pêkanîna keyfî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” protesto kirin, kir û gelek kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin.

Minbiç

Desteya Kar û Barên Civakî û Kedaran a Minbicê û Rêxistinên Civaka Demokratîk êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê şermezar kirin.

Etîket: AmedBakur û RojhilatBruksel.ColemêrgKurdKurdistanîRojavaŞirnexWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne