• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Akademîsyenê misirî: Banga Ocalan xwendineke rast a geşedanênnavneteweyî ye

Navenda Nûçeyan /AW

2 ADAR 2025 - 07:51
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, ROJANE
A A
Pisporê lêkolînên siyasî Dr. Midhet Hemad anî ziman ku banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan însiyatîfeke girîng e ku di encama lêhûrbûneke siyasî û ramyarî de li gorî guhertinên li herêmê û cîhanê pêk hatiye û got: “Ev bang dê bi stratejiyeke nû berjewendiyên Kurdan pêk bîne.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 27ê sibatê de bi rêya şandeya DEM Partiyê peyamek dîrokî bi raya gişti ya cihanê re parve kir. Ev bang û peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dema bi raya giştî re hat parvekirin, bi sed hezaran welatî daketin qadan û li peyama Rêber Abdullah Ocalan guhdar kirin. Bang û peyama Abdullah Ocalan di çapemeniya cîhanê de cihekî taybet girt. Bertekên erênî yên hêz û kesayetên ji cîhanê yên der barê banga Rêber Abdullah Ocalan de dewam dikin.

Lêkolînerê xebatên Îranê û Asyayê yê li Zanîngeha Tanta ya Misirê û serokê Navenda El Farabî ya Lêkolînên Siyasî û Pêşketinê Dr. Midhet Hemad têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û ziman ku daxuyaniya Abdullah Ocalan gelekî girîng e û got: “Lêvegereke nû ya siyasî, ramyarî, îdeolojîk û heta neteweyî diyar dike. Wî hemû rewşên cîhanî û herêmê bi lêhûrbûnê xwendine û nirxandine.”

Dr. Midhet Hemad bal kişand ser naveroka bangê û wiha berdewam kir: “Em ji banga Rêber Abdullah Ocalan fên dikin ku; di navbera Ocalan û dewleta Tirk de diyalogeke kûr û dirêj heye. Ev tê wê wateyê ku yekitiya Kurd û Tirkan di sedsala nû ya komarê de bûye mijarek pêwîst, ji bo parastina her du neteweyan. Bi dîtina min, eger Abdullah Ocalan sozên ji bo vekirina rêyên jiyana demokratîk û aştiyane lê pêşiya Kurdan ji Tirkan negirtibana ev daxuyanî nedida. Ev tiştekî girîng e ku di peyv û rêzikên nameya Ocalan de diyar dibin.”

Stratejiyeke nû

Midhet Hemad destnîşan kir ku ev mijar stratejiyeke nû ya Rêber Abdullah Ocalan derdixe holê û wiha axivî: “Abdullah Ocalan ji aliyekî ve tiştên paşperdeyê xwendine û dizane dê siberoja doza kurdî çawa be, ji aliyekî din ve belkî wî hin planên rojavayî bi taybetî yên Amerîkayê jî dîtine ku dibe ev plan di salên bê de li dijî berjwendiyên stratejîk ên Kurdan û Tirkan bin, wekî berdewama plana li Sûriyeyê. Ev jî mijareke pir tirsnak e.”

Midhet Hemad di dawiya axaftina xwe de got Rêber Abdullah Ocalan rewşên li herêmê û yên navneteweyî dinirixîne û wiha lê zêde kir: “Abdullah Ocalan dixwaze siberoja doza Kurd rizgar bike, berevajî hin rêxistinên din ên siyasî, wekî Îxwan El Muslimîn ku ew qas bêaqil bû bi piraniya sîstem û dewletên ku Îxwan lê hene, kete arîşeyê, wekî çawa li Misirê çêbû. Dema ku Îxwan El Muslimîn ket pêşberî Misirê û rewş baş nenirxand, projeya wan a li Misir û piraniya dewletên Ereban têk çû. Abdullah Ocalan li vir dîmen baş xwend û çarenûsa Îxwn El Muslimîn jî baş xwend û xwest hebûna doza Kurd heta sed salên din biparêze.”

Etîket: akademisyenê misirîDr. Midhet Hemad
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne