Salvegera 48emîn damezrandina PKKê li navçeyên Sûltanbeylî, Şîşlî, Kuçukçekmece, Esenyûrt, Kartal û Esenlerê yê Stenbolê bi şahiyan hat pîrozkirin.
Bi boneya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeyên Sûltanbeylî, Şîşlî, Kuçukçekmece, Esenyûrt, Kartal û Esenlerê yên Stenbolê şahî hatin lidarxistin. Li Sûltanbeyliyê Arhat, li Şîşlî û Okmeydaniyê Koma Vejîn û Kuçukçekmeceyê Mihemedê Serhedê û Evîn Sindî wekî hunermen tev li şahiyan bûn.
Li navçeya Esenlerê şahî li avahiya partiyê hat lidarxistin. Şahî bi rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Paşê sînevîzyon hat temaşekirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.




















