• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ciwanên Geverê salvegera PKKê bi fişekên hewayî pîroz kirin

    Ciwanên Geverê salvegera PKKê bi fişekên hewayî pîroz kirin

    Li Îzmîrê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Li Îzmîrê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Li Stenbolê salvegera damezrandina PKKê bi coş hat pîrozkirin

    Li Stenbolê salvegera damezrandina PKKê bi coş hat pîrozkirin

    Li Erxenî û Peyasê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Li Erxenî û Peyasê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    YCK-KURD beriya Konferansa Êlihê li Amedê şahî li dar xist

    YCK-KURD beriya Konferansa Êlihê li Amedê şahî li dar xist

    Li Curnê Reşê bi boneya salvegera PKKê konser hat lidarxistin

    Li Curnê Reşê bi boneya salvegera PKKê konser hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ciwanên Geverê salvegera PKKê bi fişekên hewayî pîroz kirin

    Ciwanên Geverê salvegera PKKê bi fişekên hewayî pîroz kirin

    Li Îzmîrê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Li Îzmîrê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Li Stenbolê salvegera damezrandina PKKê bi coş hat pîrozkirin

    Li Stenbolê salvegera damezrandina PKKê bi coş hat pîrozkirin

    Li Erxenî û Peyasê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    Li Erxenî û Peyasê salvegera damezrandina PKKê hat pîrozkirin

    YCK-KURD beriya Konferansa Êlihê li Amedê şahî li dar xist

    YCK-KURD beriya Konferansa Êlihê li Amedê şahî li dar xist

    Li Curnê Reşê bi boneya salvegera PKKê konser hat lidarxistin

    Li Curnê Reşê bi boneya salvegera PKKê konser hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Divê MGKê nebe astengiyek li pêşiya pêvajoyê

Enqere / AW

27 November 2026 - 14:56
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku tevî gavên ji aliyê rêxistinê ve hatine avêtin jî di civîna MGKê de rapora teyît û tespîtê derneketiye û wiha got: “Divê MGKê nebe astengiyek li pêşiya pêvajoyê. Divê demildest niqaşên teyît û tespîtê bi dawî bibin û pêvajo derbasî merhaleyeke din bibe.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên rojevê axivî. Ayşegul Dogan di destpêka axaftina xwe de bi lêv kir ku ew bi serokiya hevserokên giştî weke Desteya Rêveberiya Navendî civiyane û wiha got: “Rojeva me ya serekê 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan û xebatên wê bûn. Li gelek bajaran li qadan me çalakî pêkanîn û têkoşîna hevgirtina jinan bilind kir. Me îtîraza xwe anî ziman. Çi dibe bila bibe jin paşda gav navêjin û serî natewînin. Di van çalakiyan de careke din ev peyam jî hat dayîn. Em li vir careke din kesên li qadan ew îtîraz kirine, bi bîr tînin.”

Ayşegul Dogan Dîlan Karaman ku par van çaxan jiyana xwe ji dest dabû jî bi bîr anî û got ku ew dê tu car Dîlan Karaman ji bîr nekin û têkoşîna wê bidomînin.

‘Divê hewcehiyên pêvajoyê demildest bi cih were’

Ayşegul Dogan bal kişand ser civîna Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) ku duh bi Serokkiya Serokkomar Recep Tayîp Erdogan civiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo pêvajoyê çavê me ji li civînê bû ku têkildarî rapora teyît û tespîtê tiştek derbikeve. Ji ber ku piştî teyît û tespîtê pêvajo dê derbasî merhaleyeke nû bibûna û qanûna çarçoveyî biketa meriyetê. Lê di vê civînê de rapora teyît û tespîtê nehat radestkirin. Em jî li benda biryareke bûn ku di vê civînê de derbikeve. Lê mixabin biryar derneket û di 9 xalên daxuyaniyê de qala biryardariyeke tê kirin. Ew yek jî pirsên nû bi xwe re tîne. Hemû kes qala biryardariyeke dike. Lê civak jî dipirse çima hewcehiya wê pêk nayê. Divê hewcehiyên pêvajoyê demildest bi cih were.”

‘Li gor xebatên me tu astengî li pêşiya rapora teyît û tespîtê tune ye’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku tevî rêxistinê gelek hewcehiyên pêvajoyê bi cih aniye jî hê rapora teyît û tespîtê pêk nehatiye û wiha got: “Li benda çi ne. Rêyedarên dewletê bi xwe jî anî ziman ku rêxistin gelek cihan vekişiyaye. Weke DEM Partî em her tiştî ji raya giştî re parve dikin û bi awayekî şefaf pêvajoyê bi rê ve diçin. Divê MGKê nebe astengiyek li pêşiya pêvajoyê. Divê demildest nîqaşên teyît û tespîtê bi dawî bibin û pêvajo derbasî merhaleyeke din bibe. Bendewariya gel jî ew ê ku demildest qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê. Çima ew rapor tune ye. Çi astengî heye. Li gor xebatên me tu astengî li pêşiya rapora teyît û tespîtê tune ye.”

Ayşegul Dogan diyar kir ku divê Komîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest dest bi xebatê bike û ev tişt anî ziman: “Divê ew destê ji raya giştî re bê ragihandin û bi koordînatoriya birêz Ocalan dest bi xebatê bike. Birêz Ocalan bi awayekî fermî dest bi xebatan bike û ew xebat jî ji raya giştî re bê parvekirin.”

‘Tevî gelek raporan çima girtiyên nexweş neyên berdan?’

Ayşegul Dogan bal kişand ser çalakiya ji bo girtiyên nexweş ku 10 roj in li ber Wezareta Dadê hatiye destpêkirin û wiha doman: “Divê hemû kes xwedî li vê çalakiyê derbikeve. Hê jî girtiyên nexweş neyên berdan. Heke malbatên girtiyên nexweş li ber wezaretê bin hemû civak berpirsê ku piştgiriyê bide. Edaleta dereng were ne edaletê. Malbatên girtiyên nexweş dibêjin ew êdî naxwazin kes di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide. Gelek girtiyên nexweş tevî ku nexweşiyên wan giran e û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derbarê wan de hene jî nayên berdan. Heta girtiyên nexweş werin berdan em ê vê hişyariyê bikin û bang li raya giştî bikin ku xwedî li girtiyên nexweş derbikevin. Tevî gelek raporan çima girtiyên nexweş neyên berdan? Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan û tu hincet nekevê pêşiya mafê jiyanê. Desteyên Rêveberiyên Girtîgehan bi hincetên keyfî berdana girtiyên nexweş asteng dike. Divê ew destê jî bê girtin. Divê girtiyên siyasî hemû bên berdan.”

Ayşegul Dogan anî ziman ku kesên neliritiya fonan kiriyê nayên ceza kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê rayedarên dewletê geşedanan bi awayekî şênber ji raya giştî re ragihînin. Digot bigihêje ku derê bila bigihêje em ê lêpirsîne bidin destpêkirin. Ka bila bikin. Weke DEM Partî ji bo berpirs bên darizandin em ê heta dawiyê bişopînin.”

Hestiyên mirovan ku li Farqînê hatibûn dîtin

Ayşegul Dogan têkildarî hestiyên mirovan a li Farqînê derketibûn û ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve ji raya giştî re hatibû parvekirin bang li rêyedaran kir û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Divê hevrûmayînek pêk were. Heta niha tu berpirsekî dewletê têkildarî van dîmanan daxuyaniyek nedaye. Me îro ji bo van diman pêşniyar qanûnek da ku were tespitkirin ew hestî yên kî ne û çawa hatine qetilkirin, bê ronîkirin.”

Geşedanên li Başurê Kurdistanê

Ayşegul Dogan derbarê geşedanên Başurê Kurdistanê jî wiha axivî: “Hikumeta Iraqê dixwazê destwerdanê li ser petrol û sînorên herêma Federê ya Kurdistanê bike. Gelê Kurd bi berdelên mezin ew destkêftî bi destxistin. Herêma Federê ya Kurdistanê di destura bingehîn a Iraqê de jî statuya wê hatiyê mîsoger kirin. Divê hikumeta Iraqê ji vê şaşiyê vegerê û li gor destura xwe tevbigere. Em dibêjin divê dîalogek be ava kirin û pirsgirêk bi muzakereyan were çareser kirin. Çavê hemû Kurdan li Başurê. Divê hesesiyeta Kurdan ber bi çav be girtin. Em bang li Mesût Barzanî, NeçÎrvan Barzanî, Bafil Talabanî, Mesrur Barzanî û hemû aktören Kurd dikin ku ji bo berjewendiyên netewî yên gelê Kurd tevbigerin û yekitiya demokratik a gelê Kurd ava bikin.”

Ayşegul Dogan li ser pirsen rojnamegeran a derbarê nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji Ozgur Ozel re şandibû da zanîn ku peyamek ji aliyê Abdullah Ocalan ve ji Ozgur Ozel re hatiyê şandin û piştrê jî heyeta wan dê bi Ozgur Ozel re hevdîtinê bike û takvîma hevdîtinê hê ne diyar e.

Ayşegul Dogan li ser pirsa rojnamegeran a tê gotin rojnameger çûnê girava Îmraliyê jî diyar kir ku ji bilî heyeta wan û malbatê heta niha tu kes neçûnê girava Îmraliyê û got ku agahiyên bi vî rengî ne rastê û dîroka çûyina rojnamegeran li Girava Îmraliyê ne diyar e.”

Etîket: Ayşegul DoganMGK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Desteya Ewlehiya Netewî civiya

Desteya Ewlehiya Netewî civiya

26 November 2026
Koçyîgît: Divê desteya ku birêz Ocalan koordînatoriya wê bike êdî ji raya giştî re bê parvekirin

Koçyîgît: Divê desteya ku birêz Ocalan koordînatoriya wê bike êdî ji raya giştî re bê parvekirin

26 November 2026
Dogan: Divê Desteya Aştî û Siyasîbûnê tavilê dest bi kar bike

Dogan: Divê Desteya Aştî û Siyasîbûnê tavilê dest bi kar bike

19 November 2026
Ayşegul Dogan: Em li benda geşedanên nû ne

Ayşegul Dogan: Em li benda geşedanên nû ne

5 November 2026
Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

22 October 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

5 October 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji şivantiyê ber bi mamosteyê ziman ve: Girtîgeh ji bo xwe kir Akademiya Kurdî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-2: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Qanûnên heyî li Sûriyeyê jinan naparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne