Hate ragihandin ku Artêşa Pasdaran a Îranê, ji bo êrişkirina li ser partiyên Kurdî, hêzek çekdarî li gel drone û çekên giran ji bo pênc bajarê Rojhilatê Kurdistanê şandiye.
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Artêşa Pasdaran a Îranê xwe ji bo êrişkirina li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê amade dike.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Artêşa Pasdaran di nava heftiya borî hêzek çekdarî li gel drone û çekên giran ji bo bajarên Serdeşt, Merîwan, Kamyaran, Ruwanser û Ciwanro yên Rojhilatê Kurdistanê şandiye.
Hate diyarkirin ku tevger û bicihkirina hêzên Artêşa Pasdaran li baregehên leşkerî û ewlehiyê yên li van navçeyan di rêjeyek berçav de zêde bûye.
Rêxistinê da zanîn ku erka sereke ya van hêzan çavdêrîkirin û êrişkirina bi top û droneyan li ser cih û hêzên partiyên Kurd ên muxalîf li sînorên Serdeşt, Merîwan û bilindahiyên Şaho ye.
Li gorî heman daxuyaniyê, ji ber hejmarek endamên Besîc û Artêşa Pasdaran di vê dema dawî de hatine kuştin û birîndarkirin, bicihkirina hêzên leşkerî hatiye zêdekirin.













