Îzmîr – Endama Partiya Keskan û Wezîra Çandê ya berê a Almanyayê Claudia Roth destnîşan kir ku divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi naskirina ziman û çanda Kurdî û tevlîbûna civakê bê xurtkirin û diyar kir ku sekinandina şerê çekdarî ne bes e, demokratîkbûn jî pêwîst e.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk piştî pejirandina “Qanûna Çarçoveyî” derbasî qonaxa pratîk bû; di demekê de ku li Enqereyê çav li biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) û avakirina Komîsyona Çavdêriyê ya Meclîsê ye, li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Tevî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku nêzîkî du salan in hatiye destpêkirin, di vê demê de bi giştî 16 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Ev rewş bûye sedema nerazîbûnan û li bajarên Kurdistanê û li Enqereyê li ber Wezareta Dadê çalakiyên ji bo berdana girtiyên nexweş û çareserkirina pirsgirêkên hiqûqî her ku diçe berfirehtir dibin.
Endama Partiya Keskan û Wezîra Çandê ya berê a Almanyayê Claudia Roth, li ser geşedanên dawî yên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Aştî divê bigihîje dilê gel’
Claudia Roth destnîşan kir ku piştî ewqas salên zehmet, divê herî kêm dikare li ser lihevkirin bingeha edaletê dikare pêk were û wiha got: “Dizanim muzakere pir veşartî tên meşandin, lê tevlîkirina gel, dayikên ku zarokên xwe winda kirine xwedî girîngiyeke mezin e. Aştî ne ew tişt e ku ji jor ve bê ragihandin pêwîst e di nava civakê de jî xwedî bingeh be û bighîje dilê gel û ji bo pêkanîna vê jî civaka sivîl a Tirkiyeyê jî divê beşdarî pêvajoyê bibe.”
‘Sekinandina şerê çekdarî ne bes e, demokratik bûn jî pêwîst e’
Claudia Roth anî ziman ku bêdengbûna çekan girîng e, lê heke hikûmet an jî Serokkomar Erdogan bibêje ku tenê ev bes e, wê şaş be û wiha pê de çû: “Sekinandina şerê çekdarî ji bo demokrasiyê şertê pêşîn e û divê ev bi pêvajoyeke demokratîk bê domandin. Dema ku ji aliyekî ve mirov tên girtin, komên cuda tên krîmînalîzekirin û şaredarên hilbijartî yên li bajarên kurdan piştî hilbijartinê ji kar tên dûrxistin, pir zehmet e ku meriv fêm bike ev pêvajoya aştiyê bi rastî çiqas cidî û pêbawer e. Ji ber vê yekê pêvajo gelekî hesas e.”
‘Aştiya rastîn bi naskirina çand û ziman pêkan e’
Claudia Roth da zanîn ku piştî rawestandina pevçûnan, divê tavilê bê nîqaşkirin ku yên li çiya ne dê çawa vegerin, dê çi bi serê wan bê û ji bo gelê kurd dê çawa demokrasiyeke rastîn bê avakirin û got: “Ev pêvajo bi naskirina Kurdî dest pê dike û bi naskirina çanda Kurdî divê berdewam bike. Tenê bi gotina ‘PKKê êdî şer nake, mesele qediya’ ne bes e. Ev tenê gava yekem e û divê dewama wê bê; eger ne wisa be, li gorî min nabe aştiyeke rastîn.”
‘Birînên hîn sax nebûyî hene’
Claudia Roth hevdîtnên xwe yên bi Dayikên Şemiyê re bi bîr xist û got: “Yek ji wan dayikan got ‘Ez dixwazim bizanim bê ka zaroka min hîn dijî an na’ û dayikeke din jî got ‘Ez cenazeyê kurê xwe dixwazim’. Hîn gelek birînên sax nebûyî û vekirî hene divê ev qonax, qonaxa pênasekirina Kurdan be. Divê bê zelalkirin li Tirkiyeyê Kurdbûn çi îfade dike.”
‘Ev birîna bi salan tenê dê bi edaletê were dermankirin’
Cludia Roth bal kişand polîtîkayên qeyûman jî û wiha pê de çû: “Şaredarên ku ji kar hatine dûr xistin bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin, lê tevî vê yekê niha ne şaredar in û li şûna wan ji aliyê dewletê ve hinek kesên din hatine tayînkirin. Ev birîna bi salan tenê bi edaletê dikare bê dermankirin; loma divê şaredar li karê xwe vegerin.”
‘Aştiya ku nagihîje girtiyên siyasî ne aştî ye’
Di berdewama axaftina xwe de Cluadia Roth xwest Hevserokê bere yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ê ku deh sal in li Edîrneyê di girtîgehê de ye, Fîgen Yuksekdag û girtiyên din bên berdan û got: “Pêvajoyeke aştiyê divê kesên di girtîgehê de jî bihewîne. Aştiya ku naghîje girtiyên siyasî ne aştî ye. Divê aştî bigihîje girtiyên siyasî jî.”
‘Ji bo edaletê pêwîstî bi rubirubûna paşerojê heye’
Claudia Roth diyar kir ku tişta pêwîst ew e ku mirov bawer bikin edalet pêk hatiye, ev jî bi rubirubûna paşerojê, ji bîr nekirin û bi bîranîna navên rojnameger, şervan û siyasetmedarên hatî windakirin an jî kuştin pêkan e û got: “Dema ku kesên ev sûc kirine hesab bidin û dewlet destê xwe dirêj bike û bibêje ‘Em dizanin ku tiştên qewimîn ne rast bûn, em ji ber vê xemgîn in,’ em dikarin wê demê behsa edaleteke rastîn bikin.”
‘Kurd yek ji hêmanên bingehîn ên Tirkiyeyê ne’
Claudia Roth bi bîr xist ku Kurd yek ji hêmayên bingehîn ên Tirkiyeyê ne, divê li gorî vê rastiyê her kes tevbigere û got: “ Kurd çima ne xwedî mafên çandî ne û destûr nayê dayîn ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin? Li Swîsreyê herî kêm çar zimanên fermî Îtalî, Fransî, Almaniya Swîsreyê û Ladîn/Romanşî hene. Çima ev li Tirkiyeyê pêk neyê û çima destûr nayê dayîn ku mûzîka Kurdî hebe.”
‘Divê her tişt zelal be’
Claudia Roth hişyarî da ku eger ev fersenda dîrokî neyê bikaranîn, rewşa Tirkiyeyê bigihîje asteke xeternak û mirovê bêhêvî bimînin û got: “Lewma pirsên ‘Erdogan ev çima kir? Armanca rastîn a li pişt vê çi ye? Ma ew bi rastî aştiyê dixwaze an ji bo ku careke din bibe serokkomar armanca wî dengên Kurdan e?’ tên rojevê. Divê bi awayekî zelal bê zanîn ka serokkomar, dewlet û Tirkiye bi rastî aştiyê dixwazin an na.“
‘Beşdariya Ocalan gelekî girîng e’
Claudia Roth anî ziman ku divê pêvajo li pişt deriyên girtî neyê meşandin û kom û partiyên cuda yên kurdan jî li xwe bigire û wiha got: “Ji ber ku ji bo gelek mirovan kesayeteke girîng e, tevlîbûna Ocalan a pêvajoyê jî gelekî girîng û pêwîst e.”
‘Almanya divê xwe berpirs bibîne’
Claudia Roth diyar kir ku Almanya berpirs e ku alikariya pêvajoyê bike, piştgiriyê bide û dema mafên mirovan tên binpêkirin wek girtin an krîmînalîzekirina komên kêmneteweyî an tevgera LGBTİQ+ zextê li Tirkiyeyê bike û got: Divê Almanya bi rola navbeynkariyê jî rabe, ji ber ku li Almanyayê bi milyonan mirovên Tirk an Kurd dijîn û pevçûna li Tirkiyeyê li Almanyayê jî deng vedide. Tevî qadên hevkariyê yên bi Erdogan û hikûmeta Tirk re, dema mafên demokratîk tên binpêkirin û biryarên dubare yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê berdana Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de tên piştguh kirin, mecbûriyet û berpirsiyariya Almanyayê heye ku zextê li hikûmetê bike û bêdeng nemîne.”
‘Amedspor peyameke polîtîk dide’
Di dawiya axaftina xwe de Claudia anî ziman ku ew alîgireke tund a futbolê ye, di dema bûyerên Gezî Parkiyê de koma alîgiran a Beşîktaşê Çarşiyê gelek piştgirî daye wan, lê di vê pêvajoyê de alîgira Amedsporê û bi serkeftinên wê serbilind e û got: “Gelek kurd ji Almanyayê tên da ku maçên Amedsporê temaşe bikin. Amedspor gelekî serkeftî ye û ev serkeftina Amedsporê peyameke polîtîk e.”













