Hêzên ewlekariyê yên PDKê li navçeya Soran rojnamevan Ebdo Rostayî û du welatî binçav kirin.
Hat hînbûn ku kesek nêzîk rojnamevan û nûçegihanê Dezgeha Medyayê ya VAR, Ebdo Rostayî ji Rojnewsê re ragihand ku hêzên ewlekariyê yên PDKê li navçeya Soran rojnamevanê navborî û du welatî binçav kirin û ber bi cihekê nediyar ve hatin birin.
Têkildarî sedema binçavkirina rojnamevan Ebdo Rostayî kesê nêzîkî rojnamevan got; “Binçavkirina wan ji ber wergirtina îfadeyan ji welatiyan li ser rewşa herêmê û biryarên Elî Zeydî pêk hat. Hem rojnamevan û hem jî her du welatiyên ku bi kanalê re axivîn hatine binçavkirin.”
Her wiha têkildarî binçavkirina rojnamevan û her du welatiyan de, çavkaniyek ji hêzên ewlekariya Soran ji Rojnewsê re got; “Rojnamevan û herdu welatiyan li dijî ewlehî û aramiya herêmê daxuyanî dan û xwestin li dijî Herêmê û saziyên wê yên qanûnî baxivin.”
Li beramberê vê îdayêe, kesê nêzîkî rojnamevan hincetên hêzên ewlehiyê red kir û got: “Rojnamevan Ebdo Rostayî karê xwe yê profesyonel kir û tu gef li ser statuya Herêmê nexwariye. Belkû, di berjewendiya Herêmê de ye ku ji welatiyan bipirsin ka mirov çawa statûya Herêma Kurdistanê di nav yekîtiyê biparêze.”
Ji aliyê xwe ve, Dezgeha Medyayê ya VAR daxuyaniyek weşand û got ku Ebdo Rostayî nûçegihanê wê Ebdo Rostayî li Soran, di dema karê xwe yê rojnamevaniyê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye revandin. Her wisa got; “Silamtiya canê hevkarê me Ebdo Rostayî di berpirsyaritiya hêzên ewlekariya Îdareya Serbixwe ya Soran e.”













