re Hevserokên Giştî yên MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat, Pinar Sakik Tekîk û berdevkê TUHAY-DERa Enqereyê Şîrîn Altay tekildarî hevdîtina bi berpirsên Wezareta Dadê ku îro kiribûn daxuyanî dan û di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku wan ji bo berdana girtiyên nexweş û rewşa girtîgehan hevdîtin kirine.
Hevserokên Giştî yên Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MEDê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat, Pinar Sakik Tekîk û berdevkê TUHAY-DERê Şîrîn Altay tekildarî hevdîtina bi berpirsên Wezareta Dadê ku îro kiribûn li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî dan.
Kerem Canpolat di daxuyaniyê de bi lêv kir ku wan di hevdîtinê de rewşa girtiyên nexweş ji wezaretê re ragihandine û got: “Di encama çalakiya rûniştinê de me îro bi berpirsên Wezareta Dadê re hevdîtin kirin. Seateke nîv hevdîtin domiya. Li ser 3 xalan em rawestiyan. Xala sereke rewşa girtiyên nexweş bû. Girtiyên rewşa wan giranê me xwest bên berdan. Me xwest bê şert û merc girtiyên nexweş bên berdan û li dervê tedawî bibin. Her wiha yek jî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavderiyê ve berdana girtiyên siyasî tê astengkirin. Me di hevdîtinê de ew yek jî anî ziman. Em dixwazin Wezareta Dadê jî guh bide daxwazên me û girtiyên nexweş berdin. Heta girtiyên nexweş werin berdan em ê çalakiya xwe bidomînin.”













