Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê derbarê îstîfaya hevşeredarê Bajarokê Weyselqeraniyê Enes Cengîz û endamên meclisê de daxuyanî da û got ku ew dê heta dawiyê vîna gelê Veyselqeraniyê biparêzin.
Hevşeredarê Bajarokê Weyselqeraniyê Enes Cengîz û endamên meclisê ku di Hilbijartina Xwecihî ya 31ê Adara 2024an de ji DEM Partiyê hatibûn hilbijartin, ragihandibûn ku wan ji DEM Partiyê îstîfa kiriye.
Bajarokê Weyselqeranî bi ser navçeya Hawêlê ya Sêrtê ve ye. Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê derbarê îstîfaya Enes Cengîz û endamên Meclisê de daxuyaniyeke niviskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Weyselqeraniyê partiya wan hilbijartiye û yên şaredariyê weke destkeftiya xwe dibînin di nava şaştiyeke mezin de ne.
Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Enes Cengîz û endamên meclisê ji ber bandora derve ji partiyê îstîfa kirine û li dijî şantajên siyasî serî tewandine û wiha hate gotin: “Ji bo me ew 5 kes weke îxanetkarên îradeya Veyselkaranî dê bên pênasekirin. Em bang li wan dikin ku niha şûn vê tu revabûna we di nava gel de tune ye. Ya ku hûn bikin ew ê ji hevşeredariyê îstîfa bikin û kursî dagirnekin. Em weke DEM Partî ji bo ew 5 kes weke namzet nîşan dan ji gelê Weyselqeranî lêborînê dixwazin. Em ê ji niha şûn ve li dijî van kesan têkoşîna xwe ya birêxistînkirî bidomînin. Em ê heta dawiyê îradeya gelê Veyselqeranî biparêzin û li dijî van kesan têkoşîna demokratîk bikin.”







