ÎHD, OHD û Baroya Amedê, ji bo ku derbarê hestiyên mirovan ên li bejahiya Farqînê de hatibûn dîtin, lêpirsîn were destpêkirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Farqînê da.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê û Baroya Amedê, li ser hestiyên mirovan ên ku li şikeftek gundê Çîçika ya bi ser navçeya Farqînê ya Amedê ve hatibûn dîtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Farqînê da. Heyetek ji rêveberên ÎHD, OHD û Baroya Amedê pêk dihat, çû dozgeriyê û ji bo lêpirsîn derbarê hestiyan de were destpêkirin, serlêdan kir.
Piştî serlêdanê li pêşiya avahiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yılmaz bang li rayedaran kir ku demildest derbarê mijarê de lêpirsînê bê destpêkirin û wiha got: “Me di şikeftê de hestiyên ku em difikirin yên mirovan in dîtin û me îxbar kir. Di salên 1990î de li vir gelek mirov hatin windakirin û kuştin. Divê lêkolîn were kirin ka gelo ev hestî yên wê serdemê ne yan na. Em dixwazin lêpirsînek berfireh û lez were destpêkirin.”













