Li gundê Çîçika bi ser navçeya Farqînê ve şikeftek 3 qatî ku bi dehan kilox û hestiyên mirovan têde hene, hate dîtin. Dîmenê van hestiyan ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve hate belavkirin.
Li gelek gundên navçeya Farqînê ya Amedê di salên 1990î de gelek bûyerên windakirina bi darê zorê û komkujiyên komî bi destê JÎTEMê û Hîzbûlkontrayê pêk hatibûn.
Li gorî nûçeya nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Azad Altay, li çolterên gundê Boşatê û Çîçika yên bi ser navçeya Farqînê ya Amedê ve di şikefteke ku di nav gel de wekî “Şikefta Ecnebî” tê zanîn, bi dehan kilox û hestiyên mirovan derketin holê.
Li ser gilîkirina ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re hate kirin, şandeyeke ku ji endam û rêveberên ÎHD, Komeleya Hiqûnqasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê û Baroya Amedê pêk dihat di 19ê Mijdarê de li devera gundê Çîçîkan lêkolîn kir. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azad Altay jî bi şandeyê re çû cihê bûyerê û di şikefteê de hestiyên mirovan tomar kir.

Şikefta 3 qat û tijî hestî!
Şande bi werîsekî 50 metreyî daket şikefta 3 qatî ya li serê çiyayê nêzî gundê Çîçika ye. Di qata yekem de çend kilox û hestî hatin dîtin, lê di qata duyem û sêyem de jî dîmenekî hîn girantir derket holê. Di tariya şikeftê de di navbera 15 û 20 kiloxên mirovan ên ku hin ji wan wekî yên zarokan biçûk bûn û bi sedan hestî hatin dîtin. Li ser hin kiloxan şopên guleyan û li ser hin hestiyan jî şopên şewatê ango îşkenceyê hebûn. Di şikefta ku hemû dera wê tijî hestî ye de, qet parçeyek cilan nehat dîtin.
Akdenîz: Wekî şikefteke mirinê ye!
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHDa Amedê Firat Akdenîz ê ku daket nav şikeftê, ji Azad Altay re axivî û wiha got: “Li wir me ji ya ku em li bendê bûn gelekî zêdetir hestiyên mirovan dît. Li ser hin kiloxên şopên guleyan hebûn û hin ji wan kiloxên pir biçûk ên zarokan bûn. Ji qata yekemîn heta qata sêyemîn wekî şikefteke mirinê bû. Wekî ku mirov anîbin vir û li vir hatibin kuştin. Me hejmar bi temamî tespît nekir.”
Serlêdana lezgîn ji bo serdozgeriyê
Saziyên peywendîdar ji bo ronîkirina buyerê serî li Serdozgeriya Komarê ya Farqînê dan û xwestin ku bi lez lêpirsîn were destpêkirin. Di serlêdanê de hat xwestin ku cihê bûyerê were parastin, kilox û hestî ji bo tespîtkirina nasname û testên DNAyê ji Saziya Tipa Edlî re werin şandin. Her wiha hate xwestin ku li şahidan were guhdarîkirin û di nav de karmendên dewletê jî ku hene hemû berpirsiyar werin darizandin û cezakirin.
Hemû wêne aîdî Ajansa Mezopotamyayê ne.
Çend wêneyên ku ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve hatine tomarkirin, bi vî rengî ne:













