• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
23 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zelenskiy: Li Libyayê 2 keştiyên Rus bûn hedefa me

    Zelenskiy: Li Libyayê 2 keştiyên Rus bûn hedefa me

    Erebistana Siûdî êrişî Yemenê kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da

    Erebistana Siûdî êrişî Yemenê kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da

    Serokkomarê Iraqê: Em li dijî parçekirina Herêma Kurdistanê ne

    Serokkomarê Iraqê: Em li dijî parçekirina Herêma Kurdistanê ne

    Zeydan: Ji bo bandora erdhejê bê kêmkirin divê xebateke hevpar bê kirin

    Zeydan: Ji bo bandora erdhejê bê kêmkirin divê xebateke hevpar bê kirin

    Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    ROJEVA 23yê MIJDARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Zelenskiy: Li Libyayê 2 keştiyên Rus bûn hedefa me

    Zelenskiy: Li Libyayê 2 keştiyên Rus bûn hedefa me

    Erebistana Siûdî êrişî Yemenê kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da

    Erebistana Siûdî êrişî Yemenê kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da

    Serokkomarê Iraqê: Em li dijî parçekirina Herêma Kurdistanê ne

    Serokkomarê Iraqê: Em li dijî parçekirina Herêma Kurdistanê ne

    Zeydan: Ji bo bandora erdhejê bê kêmkirin divê xebateke hevpar bê kirin

    Zeydan: Ji bo bandora erdhejê bê kêmkirin divê xebateke hevpar bê kirin

    Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    ROJEVA 23yê MIJDARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zeydan: Ji bo bandora erdhejê bê kêmkirin divê xebateke hevpar bê kirin

Serhat Toptaş / AW

23 MIJDAR 2026 - 09:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Hevşaredarê Wanê ku qeyim danîne şûna wî, mîmar Abdullah Zeydan destnîşan kir ku erdhej ji bo Bakurê Kurdistanê rîskek mezin e û divê xebateke hevpar bê kirin û wiha got: “Gelek xebatên me yên ku bandora erdhejê bê kêmkirin, bi desteserkirina şarediyaran têk çû.”

Bi peşengtiya Nûnertiya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) ya Wanê û Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê (GABB) ve li eywana Baroya Wanê Forûma Bajêr a Wanê hate lidarxistin. Gelek endezyar, avahîsaz, ekolojîst û saziyên sivîl ên civakî jî tev li vê forûmê bûn. Di forumê de li ser polîtîkayên bajêrvaniya azadîxwaziya jinan, ekolojîk, wekhevîxwaz û bajarên jîr û plankirî nîqaş hatin kirin. Yek jî mijara herî girîng a di forûmê de hat nîqaşkirin amadekariya bajaran a li dijî erdhejê bû. Weke tê zanîn Bakurê Kurdistanê li ser du fayên çalak ên erdhejê ye. Faya Bakurê Anatolyayê û Faya Rojhilata Başûr a Anatolyayê li Bakûrê Kurdistanê digihîjin hev û li herêmê ji aliyê erdhejê ve dikin herêmeke çalak.

Bajarê Wanê jî yek van navendan e ku li ser van fayan hatiye avakirin. Her wiha di sala 2011an de li vir du erdhej çêbûn û di encamê de bi giştî 644 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 2 hezar kes birîndar bûn û bi sedan kes jî di bin kavilan de bisaxî hatin rizgarkirin. Tê meraqkirin ku warekî her tim di bin rîska erdhejê de ye ji bo erdhejê amadekariyên çawa tên kirin. Yek jî beşdarê vê forûmê avahisaz û Hevşeraderê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku qeyim danîne şuna wî bû.

Abdullah Zeydan li ser rewşa amedekariya Wanê ya ji bo erdhejê û xebatên wan ên ku kirine pirsên Ajansa Welat bersivand.

‘Divê xebat bi hişmendiyeke kolektîf bê kirin’

Abdullah Zeydan bal kişand ser rastiya rîska erdhejê û desnîşan kir ku ji bo bandora erdhejê were kêmkirin pewistî bi xebatên bi hişmendiya kolektîf heye. Abdullah Zeydan destnîşan kir ku Wan bajareke di bin rîska erdhejê de ye û wiha got: “Heta îro ji bo ve yekê xebateke hevpar û ji xwe re zanistê bike palpişt nehatiye kirin. Sedema herî girîng jî desteserkirina şaredariyan a bi destê qeyim e. Hewldanên hevalên me Bekîr Kaya û Hatîce Çoban jî di vî warî de hebûn. Xwestin ku gavên destpêke biavêjîn. Piştî erdheja 2011an desteserkirina şaredariyan dest pê kir. Ev xebat jî mixabin neketin meriyetê. Erdhej rastiyeke vî welatî ye û dem bi dem em vê rastiyê dijîn. Em nikarin pêşiya erdhejan bigirin, lê em dikarin bandora erdhejan ku li ser gel û bajaran pêk tê kêm bikin. Di vî warî de berpisyariya rêveberiyên xwecîhî, saziyên sivil û rêxistinên pîşeyî pirr in. Her wiha berpisyariya hikîmeta navendî jî gelek in. Divê têkoşîna li hemberî erdhejê bi hişmendiyeke kolektif bê kirin. Divê hêzên hikûmeta navendî, hêzên rêveberiyen xwecihî û hêzên dînamîk ên bajêr bi hev re tevbigerin. TMMOB jî yek ji van hêzan e ku gelek beşên wê hene û li ser erdhejê dikarin bi pisporiya xwe xebatan bikin.”

‘Gelek xebatên me bi desteserkirina şaredariyan têk çû’

Abdullah Zeydan diyar kir ku heta desteserkirina şaredariyên wan ji bo erdehejê gelek xebat dane destpêkirin û wan ji bo hişmendiya erdhejê di nav gel de çêbikin navendeke kordînasyonê jî ava kirine. Abdullah Zeydan da zanîn ku ji bo avahiyên li dijî erdhejê ne guncav pêvajoya guhertinê jî hatibû destpêkirin û wiha pê de çû: “Piştî hilbijartinê dema em hatin li ser peywirê yek jî xebatên me ye sereke li dijî erdhejê girtina tedbîran bû. Di serî de navenda kordînasyona afetê hat avakirin. Kesên di vî warî de pispor yên weke endezyar û avahîsaz di vê kordînasyonê de cih digirtin. Ev kordînasyon weke akademiyekê dixebitî. Perwerdehiya mudaxileyên lêzgin ên di dema erdhejê de, tedbîrên beriya erdhejê û piştre jî çi bê kirin dihat dayîn. Xebateke din jî di nav gel de pêşxistina hişmendiya erdhejê bû. Wekî din jî guherandina avahiyên ku li dijî erdhejê bêhêz bûn dihat kirin. Me di van guherandinan de taybetmendiyên herême yên weke dîrok, civak û hişmendiya parastina xwezayê jî li ber çavan digirt. Gavên girîg hatibûn avêtin û bi TMMOBê re protokol hatin îmzekirin. Li Wanê ji sedî 60ê avahiyan li dijî erdhejê ne guncav in. Rîskek mezin heye ku erdhejê de ev avahî xirab bibin û gelek kes li vir jiyana xwe ji dest bidin. Me di vî warî de xebatên xwe dabûn destpêkirin, lê mixabin desteserkirina şaredariyan çêbû û mixabin ev xebat bi ser neketin.”

‘Divê bajarên ji bo jiyana mirovan ewle û ekolojîk bên avakirin’

Abdullah Zeydan bi lêv kir ku divê avahî li cihên ji bo erdhejê guncav in neyên çêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Wanê divê di zemînên ne saxlem û avî de avahî neyên çêkirin. Erdên ku ji bo çandiniyê tên bikaranîn divê di van deran de jî avahî çênebin. Her wiha divê avahî nêzikê xetên fayan neyên çêkirin. Divê em ji xwe re zanistê esas bigrin. Heke hikûmeta navendî hişmendiya xwe biguherîne û di serî de desteserkirina şaredariyan bi dawî bike, guherînên baş wê çêbin. Divê li gel şaredariyan û saziyên sivîl raporên zanistî li ber çavan bê girtin û xebateke kolektîf bikin. Em hêzên xwe bikin yek, bi hişmendiyeke ekolojîk û xwezaparêz dikarin bandora erdhejê ya xirabker kêmtir bikin. Em dikarin welatê xwe bikin welateke ewle. Bajareke bi vî rengî dikarin ava bikin ku hem ji aliyê mekan û hem jî ji aliyê jiyanê ve li gorî mirovan bê.”

Etîket: Abdullah ZeydanErdhejTMMOBYekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Japonyayê bi pileya 5,7 erd hejiya: 24 kes birîndar bûn

Li Japonyayê bi pileya 5,7 erd hejiya: 24 kes birîndar bûn

8 MIJDAR 2026
Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

23 COTMEH 2026
Bi ser erdheja Wanê re 15 sal derbas bû

Bi ser erdheja Wanê re 15 sal derbas bû

23 COTMEH 2026
Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

4 COTMEH 2026
Li Meletiyê bi pileya 5.0 erdhej çêbû

Li Rihayê bi pileya 5.8 erdhej çêbû.

24 ÎLON 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne