Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) bernameya şeva dengbêjan li dar xist.
Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) li Şanoya Muammer Karacayê bernameya Şeva Dengbêjan li dar xist. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, endamên koma DEM Partiyê ya Meclîsa ÎBB û gelek welatî tev li bernamayê bûn.
Bername bi nîşandana belgesela “Dengbêjên me” ku derhênera wê Alî Bagdûye dest pê kir.
Piştî belgeselê dengbêj Mihemedê Beyro, Sebrî Agirî, Mihemedê Serhedî, Evîn Sindî û Neslîhan Edîş derketin pêşberî temaşevanan û kilam û stranan gotin.

















