Parlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan di çalakiya ji bo girtiyên nexweş de axivî, bang li Wezîrê Dadê kir û wiha got: “Heke aştî dixwazin divê demildest di serî de girtiyên nexweş û girtiyên siyasî bên berdan.”
Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 6emîn de berdewam kir. Hevserokên MED-TUHADFEDê Pinar Sakik Tekîk û Kerem Canpolat û parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bênavber dirûşmên, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Di daxuyaniyê de pankarta navê girtiyên nexweş û “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vekin” dinivisî hate vekirin.
‘Girîgeh bûne cihê kuştinê’
Di daxuyaniyê de parlamenter Kamuran Tanhan axivî û destnîşan kir ku girtîgeh bûne cihên mirina demdirêj û wiha got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk 2 sal in didome. Em jî li vir dibêjin di vê serdema ku em hatinê dawiya pêvçûnan Wezareta Dadê û dewlet li benda çi ye? Îro girtîgeh bûne cihên kuştinê. Heke aştî dixwazin divê demildest di serî de girtiyên nexweş û girtiyên siyasî bên berdan. Berpirsê jiyana girtiyan Wezîrê Dadê ye. Dewlet xwe weke dewleteke hiqûq pênase dike, lê em weke Kurd, Suryan, Ermeni, Elewî û gelên rastî cihekariyê tên, ev dijhiqûqî nayê dîtin. Em niha jî li vir daxwaza hiqûqe dikin û dibêjin divê dewlet li gorî hiqûqe tevbigere.”
Endama ESPê Zehra Camci jî bi lêv kir ku ew dê her tim ji bo ji çalakiya girtiyên nexweş di nava piştgiriyê de bin û got ku girtiyên nexweş tevî ku rewşa wan girane jî nayên berdan.


















