Colemêrg – Gundê Wargenima yê bi ser navçeya Geverê ve û gundê Avkê yê bi ser Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ve bi salan in di bin tecrîd, êriş û zextên her du dewletan de mane. Gundê Wargenima ji sala 2019an heta niha bi çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin, di nav rewşeke neasayî de ye û ji bilî şêniyên gund kes nikare bêyî destûra qeymaqamiyê bikeve gund.
Dabeşkirina erdnîgariya Kurdistanê ya bi sînorên çêkirî û siyasî, ne tenê di dîrokê de îro jî wekî polîtîkayeke ewlehî û kontrolê ya bênavber li ser gelê Kurd yê herêmê tê ferzkirin û bedela wê ya herî giran gundên li ser xeta sînor tê birîn. Ev xeta sînor a ku di navbera dewleta Tirk û dewleta Îranê de hatiye kişandin, ji bo gundiyên li her du aliyan veguheriye qada operasyonên leşkerî, valakirina gundan û tecrîda mayînde. Di salên 1990î de dewleta Îranê bi hinceta “alikariya pêşmergeyan” gundên Tirgever, Mirgever û Bradostê yên li ser sînora Rojhilatê Kurdistanê bi dehan caran topbaran kiriye û gundên Avkê, Dêra, Kavil yên Ûrmiyeyê yên li ser sînorê Geverê vala kir û şêniyên gund neçarî koçberiyê kir. Di heman salan de gundên Wargenima, Kendalok, Serşikeft, Pagenk, Kavlegund, Êlê û Qember yên bi ser navçeya Geverê ya Colemêrgê ve bi salan in bi hinceta “Herêma Ewlehiya Taybet” û “Herêma Qedexe ya Leşkerî” hatine dorpêçkirin û qedexekirin.
Sûcên bêcezakirî
Gundê Wargenima di salên 90î de gelek caran bi serdegirtinên leşkerî, derxistina gundiyan a ji malan, îşkenceyên tazîkirin û xistina wan a nava çemê gund û zextên komî wekî rêbazên çokdanînê re rû bi rû maye. Zextên li ser gund ên biserûber heta vê demê jî didomin. Di 29ê Kanûna 2009an de leşkerê Kurd ê bi navê Burhan Guzelaydin yê ji navçeya Panos a Agiriyê ku li Qerekola Wargenima peywîrdar bû; ji ber xeber û heqeretên ser Kurdbûna wî reviyabû hatibû gund. Di heman rojê de leşkeran bi ser gund de girtibû û zext li gundiyan kiribû ku leşker derxin holê. Burhan Guzelaydin bi dehan caran bi têlefonê ji malbata xwe re gotibû ku “Wê min bikujin”, ji gundiyan daxwaza alîkariyê kiribû, lê leşkeran bi zext û lêxistinê Guzelaydin kiribû binçavan û wî li qereqolê bi îşkenceyê kuştibûn. Leşkeran nehişt ku malbat cenazeyê Burhan Guzelaydin bibîne û di bin zextan de spartibûn axê. Di otopsiyê de hatibû eşkerekirin ku Guzelaydin bi îşkenceyê hatiye kuştin, lê ti lêpirsîn nehatin destpêkirin û ti doz nehatin vekirin. Dosye wekî “mirina bi guman” maye li ser refan.
Sertîp Şen li vî gundî hate kuştin
Di sala 2019an de zextên li ser gund digihîjin asta herî jor û ji gundiyan re bi awayekî rasterast tê gotin ku “an hûn ê bibin cerdevan an jî hûn ê gund vala bikin.” Bi qedexekirina zozan û mêrgan debara sewalkariyê tê astengkirin da ku gel di navbera cerdevanî û koçberiyê de bê hiştin. Bi van zextan welatiyê li gund Sertîp Şen ku di heman demê de şivanê gundê xwe bû, di 2yê Gulana 2019an de hate kuştin. Kujerê Sertîp Şen leşkerê bi navê Murat Toprak re bi awayek dijhiqûqî tenê salek û heşt meh ceza hate birîn.
Hêrema qedexe ya leşkerî

Ji sala 2019an heta niha bi hinceta “Hêrama Qedexe ya Leşkerî” gund hatiye dorpêçkirin û ji bilî kesên ku qeyda wan a nifûsê li gund e tu kes bêyî destûra nivîskî ya Qeymeqamiya Geverê nikare derbasî van gundan bibe. Ev qedexe têkiliyên civakî û malbatî bi temamî qut dike. Xizmên herî nêzîk ên ku li navenda Geverê an bajarên din dijîn nikarin serdana malbatên xwe bikin, di şîn, dawet, nexweşî û rewşên lezgîn de nikarin bên cem hev; rojnameger, parêzer û nûnerên saziyên mafên mirovan jî ji bo belgekirina binpêkirinan nikarin bikevin herêmê.
Deriyê gund tenê di navbera saet 07:00-17:00 de vekirî ye
Li seranserê sînora Rojhilatê Kurdistanê danîna dîwaran didome û gundê Wargenima jî bi danîna dîwaran hatiye dorpêçkirin. Şêniyên van gundan di nava rojê de tenê di navbera saet 07:00 û 17:00an de dikarin bikevin gund an jî derkevin; piştî saet 17:00an derketina ji gund bi temamî tê qedexekirin. Ev astengî di rewşên nexweşiyên giran, jidayikbûn û bûyerên lezgîn de gihîştina nexweşxaneyê zehmet dike û rasterast mafê jiyanê û tenduristiyê dixe xeteriyê. Her wiha xalên çavdêriyê yên leşkerî yên ku li nava Wargenima û li ser bilindahiyên derdorê hatine bicîhkirin, derketina kesên bênasname ya ji derveyî gund qedexe dikin, bi kontrolên rojane û çavdêriya li ser hewş, mal û tevgerên gundiyan nepenîtiya jiyana taybet binpê dikin û bandoreke giran a derûnî li ser zarok û şêniyên gund ava dikin.
Ne pêvajo OHAL di dewrê de ye

Mekanîzmaya kontrolê ya ku ji polîtîkayên sînor çavkaniya xwe digire, tenê bi sînordarkirina azadiya tevgerê namîne; di warê mafê jiyanê, aborî û rêxistina civakî de jî zextên sîstematîk dixebitin. Qetilkirina şivanê bi navê Sertîp Şen ê ku li mêrgên Wargenima pez diçêrand û mirina biguman a leşkerê Kurd Burhan Guzelaydin ê ku dosyeya wî bêencam ma di çarçoveya bêcezatiyê de cîh digirin. Bi qedexekirina zozan û çêregehan li tevahiya van gundên sînor debara sewalkariyê hatiye tengkirin, gihîştina bazirganî û xizmetên giştî hatiye astengkirin û bi ferzkirina sîstema cerdevaniyê, gundiyên ku di navbera dorpêça aborî û zextên ewlehiyê de mane, li dijî bijarteya çekhilgirtin û xizmetkirina ji bo pergalê an jî koçberkirina ji gundên xwe tên hiştin. Gundî li bendê ne ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de zext û qedexeyên li ser gund rabin.

















