Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê, encamên 17emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkolê di 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de bi daxuyaniyekê eşkere kirin.
Şaxên Amedê yên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) bi boneya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê encamên 17emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku avakirina paşerojeke ewle, wekhev û azad; ji bo zarokan û perwerdeya bi zimanê dayikê, mafê herî bingehîn e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê tu zarok nebin qurbanê polîtîkayên şer û tundiyê û wiha hat gotin: “Divê li şûna dengê teqemeniyan erdnîgariyeke ku li qad û kolanên wê demgê kenên zarokên ên şên deng vedin. Pêkanîna vê yekê berpirsiyariya me hemûyan a dîrokî ye. Em di şexsê Ceylan Onkolê de hemû zarokên ku mafê wan ê jiyanê ji destê wan hatiye girtin, bi hurmet bi bîr tînin.”
Navê xwendekarên ku di 17emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol de bi ser ketine wiha ne:
Di asta dibistana seretayî de:
* Dilda Yuce
* Siraç Kurt
* Rubeyda Kuray
Di asta dibistana navîn de:
* Dîlan Taşan
* Nupelda Guneş
* Azra Betul Çokur













