Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji bo bikevin herêma Cerf Sexir vêsibê li ber derî kom bûn. Tê gotin di van kêliyan de hêzên ewlehiyê ketine herêma Cerf Sexir.
Bi fermana Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, hêzên ewlehiyê yên ji artêş, polîsên federal û Heşda Şeebî pêk tên, vêsibê li ber deriyê Cerf Sexir rawestiya bûn. Li gorî agahiyan di van kêliyan de hêzên Iraqê ketine herêmê.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ji bo komên çekdar ên li herêma Cerf Sexir dem diyar kiribû, û ew dem îro bi dawî dibe. Li gorî wê demê diviyabû îro ew kom ji herêmê derketibana. Lê rojên borî rêkeftineke nû hat kirin; li gorî rêkeftinê dê hêzeke hevbeş a ji artêş, polîsên federal û Heşda Şeebî pêk tê derbasî nav Cerf Sexir bibin û li wir bi cih bibin.
Li gorî agahiyan hêza ku hatiye amadekirin, îro vêsibê li ber derê Cerf Sexir ketiye nava liv û tevgerê. Hate zanîn hêzên Iraqê di van kêliyan de ketine herêmê û dest bi lêkolînan kirine.
Herwiha tê gotin dê Fermandarê Şaneya Artêşa Iraqê îro li ber herêma Cerf Sexir daxuyaniyek çapemeniyê bide û agahiyên li ser rewşê parve bike.













