• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Rojbîn Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike  Azad Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Rojbîn Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike
    Azad Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 19ê MIJDARA 2026an

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Rojbîn Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike  Azad Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Rojbîn Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike
    Azad Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 19ê MIJDARA 2026an

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

Navenda Nûçeyan / AW

19 MIJDAR 2026 - 09:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Li cîhanê di şerê sala 2025an de herî kêm 6 hezar û 266 zarok bûne qurbanê şer. Li Tirkiyeyê jî di qezayên kar de di salek dawî de 95 zarokên karker bûne qurbaniyên cînayetên kar.

Roja Mafê Zarokan a Cîhanê 20ê Mijdarê ye. Di sala 1989an de ji Konvensiyona Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina mafên zarokan 20ê Mijdarê wekî roja zarokan a cîhanê qebûl kir. Li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê her roj mafê zarokan tê binpêkirin û zarok tên kuştin. Tirkiye di 1990an de ev peymana NYyê îmze kir, lê xala peymanê ku dibêje, “Her zarok divê xwediyê azadiya mafê çand û zimanê xwe be” li derveyê îmzeyê hişt.

Mafên zarokan ên gerdûnî

Li gorî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNCRC), her kesê ku temenê wî/wê di binê 18 saliyê de ye, zarok tê qebûlkirin.

Li gorî peymanê;
1 – Divê zarok bi cihêkariyê re rû bi rû nemînin. Hemû maf ji bo hemû zarokan derbas dibin, bêyî ku ferq hebe di navbera ziman, ol, nîjad, zayend an jî rewşa malbatê de.
2 – Divê berjewendiya zarokan esas bê girtin. Di hemû biryarên ku bandorê li ser zarokan dikin de, divê berjewendiya herî mezin ya zarok li ber çavan bê girtin.
3 – Divê mafê jiyana zarokan bê parastin. Her zarok xwedî mafê jiyanê ye û divê dewlet derfetên pêşketina wan ya fizîkî, derûnî û civakî peyda bikin.
4 – Divê nêrîn û vîna zarokan bê naskirin. Zarok mafdar in ku di mijarên ku bandorê li ser wan dikin de nêrînên xwe bêjin û guh ji wan re bê girtin.

Li gorî vê yekê divê zarok bi qanûnan ji tundiyê û şer bên parastin. Divê zarok sûdê j mafê xwe yê perwerdehiyê bigirin. Divê zarok sûdê ji mafê xwe yê tenduristiyê bigirin. Divê nasnameya zarokan bê parastin.

Li cîhanê 54 milyon zarok karê xeternak dikin

Li gorî daneyên hevbeş ên Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Navneteweyî ya Kar (ILO), li seranserê cîhanê nêzîkî 138 milyon zarok dixebitin. Ji van zarokan 59 milyon keç û 78 milyon jî kur in. Nêzîkî 54 milyon zarok di karên xeternak de têne xebitandin; ev kar hem tenduristiya wan a laşî û derûnî dixe bin rîskê, hem jî rê li ber perwerdehiya wan digire.

400 milyon zarok hejar in

Li gorî UNICEFê, zêdetirî 400 milyon zarok li cîhanê di nav hejariyê de dijîn. Rapor hişyarî dide ku bêtir zarok têkevin nava xetereya xizaniyê.

Li Tirkiyeyê 4 milyon zarok naçin dibistanê

Li gorî UNICEFê, ji her 3 zarokan jê 2 nikarin nivîseke hêsan bixwînin û jê fam bikin. Li gorî daxuyaniya UNICEFê li cîhanê ji sedî 11ê zarokên ku di temenê dibistanê de ne. Li Tirkiyeyê jî 4 mîlyon zarok ji ber sedemên cuda nikarin biçin dibistanê. Beşek mezin ji zarokên ku dikarin biçin dibistanê jî nikarin perwerdehiyekî baş bistînin.

6 hezar û 266 zarok bûn qurbanên şer

Li gorî dane û rapora Şerê Çekdarî û Zarokan a Neteweyên Yekbûyî di sala 2025an de li welatên weke Filîstîn, Ukrayna, Sûdan û Sûriyeyê herî kêm 6 hezar û 266 zarok di şer de mirin. Li gorî heman raporê di 2025an de li dijî zarokan 38 hezar û 558 binpêkirinên giran ên mafan hatin jiyîn. Ji van 6 hezar û 266 zakan mirin û 7 hezar û 958 zarok jî di şer de birîndar bûn.

Li gorî daneyên Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ku beriya civîna Oslo ya 2023yan bi raya giştî re parve kir, li tevahiya cîhanê di şer de ji 2005an heta 2023an zêdetirî 120 hezar zarok di şerê çekdarî de mirin. Li gorî lêkolînan ji 2005an heta 2023yan herî kêm 105 hezar zarok tev li şer hatine kirin û herî kêm 32 hezar zarok ji aliyên komên çekdar ve hatin revandin. Li gorî daneyên UNICEFê herî kêm 16 hezar zarok bi tundiya zayendî re rû bi rû mane.

Li Sûriyeyê di 15 salan de 30 hezar zarok hatin kuştin

Li gorî dane û lêkolîna Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji 2016an heta 2025an li Sûriyeyê di nava 10 salan de 10 hezar û 88 zarok bûne qurbaniyên şer. Li gorî daneyên heman torê; li Sûriyeyê di şerê navbera 2011-2025an de, di 15 salan de 30 hezar zarok bûne qurbaniyên şer.

Li Tirkiyeyê di salekê de 95 zarok bûne qurbaniyên kar

Li gorî rapora Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) ji 1ê Îlona 2025an heta 31ê Tebaxa 2026an li Tirkiyeyê 95 zarok di cînayetên kar de bûn qurbaniyên kar. Di 10 mehên dawî de 66 zarok, di Cotmehê de 9 zarok bûne qûrbaniyên kar.

Li Tirkiyeyê di navbera 2011-2021an de 228 zarok hatin kuştin

Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê di 2022yan de raporek belav kir û da zanîn di nav 10 salan de li Kurdistanê 228 zarok di şerde hatin kuştin. Li gorî raporê 64 zarok bi çekên leşker û polîsan, 62 zarok bi teqemenîyan hatine kuştin.

Li gorî rapora parlamenter Sezgîn Tanrikulu jî, li Tirkîyê di nav 10 mehên 2021an de 27 zarok hatine kuştin.

Etîket: 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokanşerzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartinên Amerîkayê: Zexta li ser Trump zêde ye lê encam nediyar e

Hilbijartinên Amerîkayê: Zexta li ser Trump zêde ye lê encam nediyar e

2 MIJDAR 2026
Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

12 ÎLON 2026
Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

9 ÎLON 2026
Ji saziyên zarokan xebatek giranbiha: Kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ derdikeve

Ji saziyên zarokan xebatek giranbiha: Kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ derdikeve

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne